Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gelo, hun Mihemed Berzencî nas dikin? Apo Osman Sebrî li ser kêla ber serê wî nivîsandiye

 


Konê Reþ

Dema ku Mihemed Berzencî di sala 1981ê li Þamê çûye ber dilovaniya Xwedê, Apo Osman Sebrî ev gotin ji bo kêla ber serê wî hunane:
Ev xortê ciwan
Ji dil xwe diwestand ji bona ziman
Gelek xort jê nasîn; gelnasî çiye?
Ziman e, ziman e, bê wî gel niye..
Mixabin zûka çû, ji vê dinya han
Jê xweþ bin, heval û hoir û Xwedan
Osman Sebrî 1981


Mihemed Berzencî welatparêz û evîndarê zimanê kurdî bû. Ew kurê mela Sebriyê Berzencî bû, li Qamiþlo hatibû dinyayê û li Þamê, ber destê Apo Osman Sebrî fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî bibû û wiha hezkirina zimanê kurdî pêre mezin bibû.. û vê hezkirinê hiþt ku pirtûkekê bi navê (Fêrkirina Zimanê Kurdî bê Mamoste) berhev bike. Pirtûka (Fêrkirina Zimanê Kurdî bê Mamoste), yekemîn pirtûka fêrkirina zimanê kurdiye bê mamoste.. Belê wek ku em tev dizanin, gelek Alfabe ji zimanê kurdî re hatine weþandin, wek Alfabeya Mîr Celadet Bedirxan, Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, Osman Sebrî.. Lê eva rehmetî Mihemed Berzencî ji wan cuda ye..
Erê wî ev pirtûka xwe (Fêrkirina Zimanê Kurdî bê Mamoste), di bin þêwirdariya Apo Osman Sebrî de berhev kiribû û di dawiya salên 1970î de, (Dibe ku sala 1978an be), li Beyrûtê, di Hevbena Kawa de, bi alîkariya mamoste Salah Bedreddîn û mamoste Rebhan Remezan çap kiriye.. Di havîna 1980î de, dema ku yekemîn car hunermendê bi nav û deng Þivan Perwer hat Beyrûtê, li ser daxwaza wî ez û hunermend Seîd Yusiv çûn Beyrûtê, piþtî ku me ew dît.. Me rêka xwe bi bureya mamoste Salah Bedreddîn xist.. hingî wî danayek ji wê pirtûkî diyarî min kir..
Not: Fermo, ji bo bêtir pêzanînan li dor rehmetî Mihemed Berzencî, hun dikarin van herdu kurtenivîsên bi zimanê erebî yên ku mamoste Rebhan Remezan û Siyamend Brahîm li dor nivîsîne, bixwînin:
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark