Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: DAXUYANÎYA ROJÎN JI ÇAPEMENÎYÊ RE

 


Merheba çapemenîya kurd, malperên kurd, nivîskarên kurd, rojnamegerên kurd û hemû kesên ku xwe wek xebatkarên medyaya kurdî dibînin.
Di pêvajoyeke wiha ya şer de ku em her roj nûçeyên pakrewanên Kurdistanê; gêrîlla û pêşmerge dibihîzin de, min qet nedixwest gazindên xwe derxînim pêş û qala vê meseleyê bikim. Lê bi ya min, ev jî şêwazek din yê tekoşînê ye û hêvî dikim ku bi xweşbînî bê pêşwazîkirin. Berîya ku ez bêm ser meseleya xwe, dixwazim bêjim ku serkevtinê ji wan kesan re dixwazim ku ji bo gelê xwe, çanda xwe û şerefa xwe tekoşînê didin.

Weke ku rayagiştî jê agahdar e, berîya 6 mehan qezayek trafîkê hatibû serê me. Lê ev bûyer her di çapemenîyê bi awayek manîpulatîv û ne rast cîh digire û rojevê mijûl dike. 

 

Lewma jî êdî li ser xwe ferz dibînim û wisa jî his dikim ku binivîsim. Ji ber ku ev mesele her dubare dibin û ez xwe mecbûr dibînim ku vê acizîya xwe bînim ser ziman: Çima ev bû demeka dirêj e ku ez bi qestî û bi zanebûn ji medayayê direvim? Ji kerema xwe vê nivîsê bi çavê dilê xwe bixwînin.
 

Weke ku hûn jî dizanin, îmtîhana medyaya tirk ya bi kurdan re ne ewqas rewnaq e. Ev yek, ne tenê bi min re jî sînordar e. Gelek hunermend û şexsîyet di dîroka nêzîk de bi heman rewşê re rûbirû mane. Bi derewan, ji rastîyê dûr, bi şêwazên heqaretwarî û ji objektîvîzmê dûr bi ser me de hatin û me hemûyan ev yek dît û jîya. Qet nebe, ew kesên ku medyayê dişopînin ji vê rewşê baş agahdar in. Ew rojnameya ku di manşeta xwe de dinivisand, (Tirkiye, ya tirkan e)  Hurriyetê xizmeta vê yekê kir û yên din jî ew şopandin. Ew nivîs ji Hurriyetê rakirin, lê gelo ew rih jî rabû?
 

Ez ji hêla xwe ve berîya hertiştî dixwazim derewên medyaya tirk û çirkefên wê bi we re parve bikim.
 

Fermo, hin manşet û sernivîsên quncikên rojnameyan yên têkildarî mijarê ku di medyaya tirkî de derketine û rastîya wan:
 

«XWEZÎYA EZ NE KURD BÛMA»
 

Yekser derew e. Hevoka ku min bikaranîbû tam wiha bû: (Heger em li Amerîka an jî li Swêdê bijîyan, an jî navê me Rojîn bûya, qet nebe me yê lêdan nexwara). Min gotîye li vî welatî kurdbûn zehmet e. Min gotibû ku ji ber lêdanên polîsan pozê min şikiyabû. Ez bawer im, di sala 2003yan de bû. Lê manşeta ku hatibû avêtin wek ya li jor bû. Gelo çawa pêkan e ku malbatek û kesek ku jîyana xwe dayî têkoşîna kurd, navê xwîşk û birayên wê Cûdî, Dêrsim, Sêvê û Rûken bin û di demên herî dijwar de bi kurdî sitirîbe, bêje, (ez ji kurdîtîya xwe poşman im). Ev derewa/îftîraya bêbingeh mixabin hîn jî tê axavtin. Ev yek, bêqîmetkirina hunermendekê ye, qet nebe di çavê heyranên wê de. Bawer bikin, mamosteyek dibistanê ku xwedêgiravî xwenda ye jî, vê yekê bi lêv dike û diparêze. Ev yek, bi me dide nîşandin ku ka tesîra xwe li ser mamosteyek perwerdedîtî yê kurd jî çawa hiştîye.
 

«ROJÎNÊ JI BO ZAROKÊ XWE DADIKA QAÇAX GIRT Û HATE RAGIRTIN»
 

Ez ezeb im û qet zarokên min çênebûne. Lê xwezîya hebûna û ez jî bi vê derewê bikenîyama. Em gelek caran li rojnamê gerîyan, lê feyde nekir. Di malpera Hurriyetê de her ma. Min ji wan re got, zarokê min nîn e û kesî neavêtîye ser mala min jî, lê gotin, nûçevan îdîa dike ku hûn in. Dûre derkete meydanê ku jineka li pavyonê dixebite û bi navê xwe yê rastîn Nîhal e, navê min bikartîne. Lê medyaya tirk ev e. Min daxuyanî jî daye wan, lê roja piştî wê di manşetên hemû rojnameyan de heman derew...
 

«TRT ŞEŞ AXIVÎ, KELEŞ BÊDENG BÛ»
 

Piştî ku ev manşeta der barê TRT Şeşê de hate avêtin, min dixwest qala ew tiştên ku hatî serê xwe bikim. Ango çapemenîyê ev bûyer sor kiribû û ew kesên ku bawerîya xwe pê anîn jî dest bi êrişan kiribûn. Ha, di vê navberê de temenê min bê 90 salî jî ezê wek wê kesa ku PKKyê ew tehdît kirî bimînim. Lewra, nivîsandina bi vî awayî li hesabê wan tê.
 

Sedemê çûyîna min ya TRT Şeşê ew bû û ez bi wê yekê bawer bûm ku dewlet û sîstem deyndarê gelê kurd bûn û ev kanala bi kurdî jî parek ji wî deynî bû. Dê çanda kurdî bijîya û zarokên me siberojê bi kurdî biaxivîya. Derdê min ew bû ku dewlet gelek deyndarê me ye û heger dê parekê bide me em çima wê negirin. Bi ya min, ev lênêzîkbûn qet ne şaş bû û ez li pişt vê helwesta xwe hîn îro jî disekinim.
 

Min 70 bername bi kêf û coş kişandin. Bi zimanê xwe yê zikmakî û di kanala dewletê de min her roj digot: Merheba Amed, rojbaş Mahabad, Hewlêr û Qamîşlo.... Ji ber ku min wisa digot, xwe gelek diqehirandin. Ta di sala 2009an de. Ez dikarim li ser vê meselê û mafdarîya xwe pirtûkekê binivîsim. Sedemên min saxlem in, dîrokî ne, tije êş in, lê dilsoz in. Ji ew kesên ku li meclîsê ji bo vekirina kanala kurdî pêşnîyar dayî hîn dilsoztir e qet nebe. Ez heta dawîyê li pişt vê meselê disekinim.
 

«MIN GUHDARÎYA RÊXISTINÊ NEKIR, LÊ MIN BI YA DAYÎKA XWE KIR»
 

Ez qet manşeta rojnameya Zamanê jibîrnakim. Min dixwest, vê yekê bi kupurên rojnameyan bi we re parve bikim. Hûn dê bawerîya xwe bi min bînin an jî neynin, lê min qet hevokek bi vî awayî bikarneanîye. Lewre tu girêdanek min ya organîk bi rêxistinê re nîn e û ezê çawa bêjim min guhdarîya wan nekir. Ezê qala tiştên ku piştî vê yekê hatî serê min jî nekim. Ji ber ku serî dişkê, lê tesîra wê di rihê ew kesê/a ku têkçûyî de dimîne.
 

«YA RASTÎ, SERDAR TURGUT ÎLTÎFAT LI ROJÎNÊ KIR»
 

Ew nivîsa erjeng tê bîra we. Zimanê min naqulube ku ez dubare bikim û binivisînim. Hûn dikarin wê nivîsa ku heqaret li hemû jinên kurd dihate kirin, li gel dikir, bibînin bixwînin. Di hin manşetan de ev nivîs hate parastin û gotin ku heger xwestibe bike koleya xwe ya seksê wê demê ecibandiye û nivîs hate parastin. Di gelek rojnameyan de nivîsên bi vî awayî derketin û mixabin hin kesên ku nivîsandî jî jin bûn.
 

«MIDÛRÊ GIŞTÎ YÊ TRT Ê ROJÎN QEWIRAND»
 

Wê demê ne pêkan bû ku bernameyek reytîngê wê gelek bilind bû û dawî lê bînin. Lewre, fîlan hîn lihevnekiribûn û çawa dibû ku hunermendek peyamên aştîyê bide. Herçiqas, piştî ku min dev ji TRT Şeşê berda û li ser vê yekê daxuyanî jî da çapemenîyê, gelek endamên medyayê bûyer bi vî awayî derxistin manşetan, (hate qewirandin).  Min bi xwe îstîfa kir û dema derketim jî min solên xwe bi paspasê paqij kirin.
 

«MIN PEYVA AŞÛFTE JI BO JINÊN XWEŞIK BIKARANλ
 

Di şeva weqfa rojnamevanan de bû. Yê hatî midûr bû. Dema mijar hat ser TRT Şeşê, bi hezaran devavêtin û heqaret... Ez bêdeng nemam, min li dijî wî doz vekir û qezenç kir. Tenê yek rojnameyê jî ev nûçe neda. Ji ber ku ev yek serkevtina rastîyê û kurdekê bû. Lê li hesabên wan nedihat. Axavtinên midûr pir lewitî bûn. Got, (min peyva aşûfte di wateya jina xweşik de bikaranîye). Wê demê gelo peyva psîkobat jî di wateya jina şêrîn de bikaranîye?
 

«3 POLÎSÊN ŞEHÎT PARASTVANÊN STRANBÊJA KURD ROJÎNÊ DERKETIN»
 

Tişta ku li vê derê balê dikşîne (stranbêja kurd) e.... Di roja 15ê tebaxa 2014ê de ez û Pelin Batu ji bo ku em alîkarî û piştgirîya xwîşk û birayên xwe yên ji Şengalê revîyabûn bikin, em ji Amedê derketin rê. Û ew qeza qewimî. Manşetên ku li ser vê bûyerê hatibûn avêtin erjeng bûn. Çawa ku min ev yek kiribe, awayek wisa dan nûçeyên xwe. 
 

Mafê her kesek ji rêzê ye jî ku bê parastin. Heger jinek here polîs û bêje mêrê min min tehdît dike, dewlet mecbûr e ku wê jinê biparêze. Û bi vê qezayê re, ne ji nêzîk ve ne jî ji dûr ve ti eleqeya min nîn e.
 

«ROJÎNÊ LI MALBATÊN POLÎSÊN ŞEHÎT NANKORÎ KIR»
 

Min piştî qezayê jî bi rojan êş kişand û girîyam. Ew kesê ku jîyana xwe ji dest bide çi polîs be çi însanek normal be ji bo min ji ber ku caneke girîng e û ez gelek li ber ketim. Min ev yek jî got: (Xezîya ku ez bûma).  Dema ku malbatên wan amade bûn, ez li wan gerîyam û min sersaxî xwest. Tiştên ku hatî axatin, di telefona min de qeydkirî ne. Piştî ku wisa hat nivîsandin, ez fikirîm ku van qeydan biweşînim, lê wê ne tiştek rast bûna û min got bila mezinahî li cem me bimîne. Min ji xwe re got, dilê wan semasîyên ku derketine nêçîra goşt xweş nekim.
 

«DI DOZA DADGEHA PARASTVANÊN ROJÎNÊ DE ŞOFÊR GOT, NIGÊ MIN ŞIKIYAYE»
 

Ev manşet di rojnameyê de derketîye, lê tevî wêneyek min yê qerase. Êdî hûn bifikirin. Fersend ketîye destê wan û vê yekê pirr baş bikartînin. Jîyanek min ya şevê nîn e, tu jîyanek minî şaşomaşo nîn e. Fersend ketîye destê wan û ....
 

«DÊ DADGEH ROJÎNÊ BI ZORÊ BÎNE DOZA POLÎSÊN ŞEHÎ
 

Ez hemû rûniştinên xwe yên dadgehê pirr baş dişopînim. Li dîwarê min hemû nivîskî ne. Tiştên ku hatî teblîxkirin narevînim. Bêyî ku ji min bê pirsîn, ev nûçe hatine çêkirin. Ev yek, ji bilî nemerdî û nîyeta xirab, ne tişteke din e. Piştî ku me ev nûçe xwend, em çûn qelema taybet ya dadgehê. Em der barê roja rûniştinê de agahdar kirin. Bêbextî û bêwijdanî ye.   
 

«DI DOZA PARASVANÊN ROJÎNÊ DE TEHLÎYE»
 

Ti eleqeya serbestberdana ew kesê ku bûyî sedemê qezayê û pêkneanîna zagonan bi min re nîn e.
 

Dibêjin, vayê me mijarek dît, hadê em êriş bikin. Çawa ku tekane kes ez bim ku parastvanên wê qeza kiribin. Çawa ku di vê qezayê de tilîya min hebe... Hemû tiştên ku di vî warî de medyayê kirî, tiştên gelek kirêt in. Û tenê yek rojnameyê jî nenivisî û negot ku (Rojîn, derbasî be) .
 

Heger şûna min ev qeza bihatana serê hunermendek tirk ya/yê spî wê demê wê binivisandana ku (Superstar, ji bo alîkarîyê çû cem mexdûrên Şengalê, lê qezayek qewimî). Ez ji vê yekê bawer im. Lê, li vê derê, ji bo keseka ku bi salan bi zimanek qedexekirî sitirî, têkoşîn dayî û bedel razayî, zimanê wan naqulibe ku bêjin (hunermend). Ji ber wê yekê jî divê êriş bikin. Di rihê van kesan de ev heye.
 

6 meh di ser vê bûyerê de derbas bûn, lê mehê carek te dî dikin nûçe, çima gelo?
 

Niha ez van tiştan ji bo çi dinivîsim? Medyaya kurdî, an wek temaşevan van bûyeran digre dest, an jî tiştên ku medyaya tirkî nivîsandî kopî dike û wisa diweşîne. Hele ew kesên ku xwe wek endamê medyaya kurdî dibînin û hîna jî şûna Kobanê (Kobani) dinivisînin, min gelek diêşînin.
 

Netewbûyîn çi ye gelo? Weşandina nûçeyên medyayek ku te qebûl nake ye? Hedefnîşandina jinekê ye? Ev bû şeş sal e ku li hember êş û ezayê min kişandî we qet tiştek negot. We li hember van heqaret û êrişan tiştek nenivisand. Wê demê qet nebe wî rihê nijadperest yê medyaya tirkî jî nedin jîyandin.
 

Ev êriş ne tenê ji alîyê enîya şoven ya tirkî û medyaya wê ve hatin. Herweha, ji vî alîve jî laqayî helwestên ku ez êşandim, hatim. Yên ku êrişî min kirî, qasî tilîyên destekî bûn, lê êrişên wan cidî bûn ku diviyabû nexasim li hember jinekê qet nehatibana kirin. Ji lêdanê heta ji kar avêtinê, ji daxistina ser sehneyê heta gulereşandinê ku zabitnameyên dadgehê di destê min de ne... Ev êriş û alozîya bi vî awayî ya bêmerhamet gelekî êşê dide meriv. Êşa herî mezin jî ewe ku dema meriv êrişî şervaneka çanda xwe bike...
 

Min, ne ji bo tu kesî bi kurdî stran gotin. Ez ne ji bo tu kesî çûm ber derîyên dadgehan. Di her kanala ku derketimê de, ne li ser navê xwe, li ser navê gelê xwe axivîm, tiştên ku ji hundirê min dihatin... Lê ricaya min ji we ewe ku dema we nûçeyek bi vî rengî çêkir, hûn dikarin bi rêya facebook an jî twitterê bi hêsanî xwe bigihînin min. Dema ku we xwe gihand min, hûn dê rastîyê bibihîzin û manşetên kesên din bikarneynin. Heger ez tenê motîvek folklorîk bûma û min stranên xwe bigotana wê ev êriş çênebûna. Ji bîr nekin. Min xwest dilê xwe ji we re vekim. Ji bo ew kesên ku bixwazin fêm bikin bi silav, xoşewîstî û rêzên min.
 

Tel.:0090 (0) 535 6744557
       0090 (0) 532 3257178
Facebook: Rojinofficial
Twitter:    Rojinofficial
Email:       rojinmenajer@hotmail.com
 

ROJÎN

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark