Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: «ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎEYAN» DE ... xelek (13)

 


Deham Ebdulfettah
 

Têveliya di Navbera Raweya "Karker"û "Karkir"de çiye ?!

Raweya "karker"û ya "karkir", her dû jî navinî lêkdayî (hevbend) in , ji navê "kar"û darêjên "ker-kir"(ji karê kirin) saz bûne . Her dû rawe jî navên kara ne (ên ku kar dikin) . Ji hêla wateyê ve her dû nav hevwate ne (bi wateya kesên xebatkar) . Lê bi hûrbînî , hindek cudayî di navbera watedariya her dû raweyan de xuya dibe . Ji hêla bêjesaziyê jî , her dû bêje ji hev cuda ne : 


1- Karker :
Ev rawe bi vê rêzikê pêk hatiye :
(navê "kar"+ binyata nuha ji "kirin"+ paşgira "er")
Binyata dema nuha ji (kirin) jî ev e :
 (Ez dikim = …k…)
    Li vê gorê : (kar + k + er = karker ) .
    Navlêkirina raweya "karker"jî "navê kara"ye
2- Karkir :
    Ev rawe jî yek ji raweyên navê kara ye . Rêzika vê raweyê jî ev e :
     (Navê "kar"+ binyata borî ji "kirin") .
    Binyata dema borî jî , bi avêtina nîşandeka jêderî "in"pêk tê:
          (Kirin = kir-in = kir… .)
    Li vê gorê :
 (kar + kir = karkir) .

Gelekdarêjêndîtirjî dizimêndepeydadibin û dinavgel debikartên ,wek :
(Zêrker , zêrkir – xebatker , xebatkir – rêber , rêbir– birêveber , birêvebir– solker , solkir– zîvker , zîvkir– fêrker , fêrkir– sazker , sazkir– hînker , hînkir …)
Lê ev her dû darêj ne ji hemû karên lêkdayî tên dariştin . Ankuî li van mînakên jorîn nayê pîvan .
Digel ku her dû rawe "karker"û "karkir"hevwate ne (wekî ku me destpêkê gotiye) , lê dîsan wateyên wan ne heta dawî yeksan in . Anku , hindek têvelî di navbera wateya her dû raweyan de heye  . Rast e , ku p .jna kirina kar ji her dû navan "karker"û "karkir"tê , lê karmend , û berdewamiya kar li nik kes . "karker"pirtir dibe (berdewamtir e) .
Dema ku em dibêjin , Memo "zêrker"e , tê wê wateyê ku karmendî û pîşekariya Memo bi zêr ve girêdayî ye .
Anku , karê Memo yê sereke sazkirinîkirrîn û firotina zêr e . Lê ku em bibêjin , Temo "zêrkir"e , tê wê wateyê ku Temo di warê zêr de kar dike , lê ne weku pîşekarekî pabendê karê xwe ye . Bi vê têgehê jî : Azad fêrker e = Azad mamosteyê fêrkirinê ye , berdewam vî karî dike .
- Azad fêrkir e = Azad car caran , hin kesan fêr dike  , ne ku karê wî yê sereke ye .

Verêsa Navên Jimara Demê Jî  , Li Gora Zayend û Jimara Wan Tê
         
Yekokên demê ew nav in , ên ku her yek ji wan parekê ji demê (çi kurt çi dirêj)destnîşan dike . Bi vê yekê ev nav dibin yekokên pîvana demê (pîvanokên demê) , wek "çirke[1] (saniye) , xulek (deqîqe) ,demjimêr (katjimêr) , roj , meh , sal…".
Berçav e ku ev yekokên demê nav in . Nîşandekên verêsê (tewangê jî , weku hemû navên dîtir , li gora zayend û jimara wan destnîşan dibin .
Ji hêla zayendê ve , hemû navên pîvanokên demê mêza ne , anku mêyên nerasteza ne :
(Vê çirkê , vê xulekê , vê mehê , vê salê . . .)
Ji hêla jimarê ve jî , ev yekokên demê nav in û weku hemû navan yekjimar tên xebitandin û komjimar jî tên xebitandin :
-Em salekê Li Amedê man
-Em çar salan li Amedê man
Li gora vê ronîkirina jorîn , çi alozî derbarî nîşandekên verêsa van yekokên demê nîne .
Digel vê hêsaniya verêsê jî , dîsan em di warê xebitandina van navan de , tûşî kêşeyeke rêzimanî dibin . Ew kêşe jî di vê mînakê de ronî dibe :
"Cigerxwîn di sala (1903) . . . de hatiye cîhanê û di sala (1984) . . . . de koça dawî kiriye".
Di vê mînakê de navê "sal) berverês e , gerek nîşandekek verêsê li şûna wan xalên binxêzkirî  bê nivîsîn  .
Di warê xebitandina ku di nav gel de dibe , ew nîşandeka verêsê (di mînaka me de) bi dû coran bikar tê :
1-Li hin herêmên Kurmancên jorîn nîşandeka komjimarê (an) tê xebitandin :
    "Cigerxwîn di sala (1903) yan de hatiye cîhanê û di sala (1984)an de koça dawî kiriye".
2-Li herêmine dîtir nîşandeka yekjimara mêza (ê) tê xebitandin :
    "Cigerxwîn di sala (1903) de hatiye cîhanê û di sala
      (1984) ê de koça dawî kiriye".
Di şêwezarê kurmancî de ev her dû şêwazên verêsê bi pirranî , li ser radeya nivîskar , helbestvan û bêjerên televizyonan jî tên xebitandin  .
Ev jî , kêmasiyeke nayê pejirandin , çiku  raweya verêsê , di kurmancî de mijareke bi rêk û pêk e , li gora rêzik û destûrên rêzimanî pêk tê .
Bi vê dîtinê divê yek ji wan her dû nîşandekan ne cîgirtî be . Anku , divê yek ji wan her dû şêweyên xebitandinê rast be û yê dî şaş be !
Em dizanin ku "an"nîşandeka verêsa (tewanga) navên komjimara her dû zayendan e (nêr û mê) û (ê) jî nîşandeka verêsa navên mêza yên yekjimar e .
Bi vê nîşankirinê ne durist e ku em nîşandekekê ji wan li şûna  ya dî bixebitînin .
Vêca ku em , li ber ronahiya vê danasîna nîşandekên verêsê , li wê mînaka xwe ya çûyî  vegerin û navên berverês tê de destnîşan bikin , hingê em ê nîşandeka rast û rewa , li gora zayend û jimara navê berverês binasin .
Di wê mînakê de : "Cigerxwîn di sala (1903) . . . . hatiye . . .) . Anku , Cigerxwîn di wê sala ku bi jimar sê yê[2]  ,piştî borîna (1902) salan ji bûyîna Îsayê pêxember hatiye cîhanê , ne ku di van her (1903)  Salan , tevan de hatiye .
Li vê gorê , Cigerxwîn di salekê tenê de hatiye . Sal jî mêza û yekjimar e , nîşandeka verêsa wê jî "ê"ye .
Bi vê dîtinê : Cigerxwîn sala (1903) ji dayik bûye .
Dawiya mînakê jî : "Cigerxwîn di sala (1984) . . . koça dawî kiriye". Anku , Cigerxwîn di wê sala ku bi jimara (4)ê piştî borîna (1983) salan . Ew sal jî mêza û yekjimar e , bi nîşandeka "ê"ketiye berverêsê . Bi vê yekê : Cigerxwîn sala (1984) ê koça dawî kiriye  .
Ev rêzika nîşandekên verêsê li gelek herêman zelal nebûye , li nik hin nivîskar û bêjerên tilîfizyon jî , ew nîşandek bi şaşî tên xebitandin , wek nimûne :
a- Şêwazê Şaş :
  - Em ketine sedsala (21) an (bîst û yekan)
- Min sala (2009) an tu dîtî ( dû hezar û nehan)
- Havîna (2007) an germ bû ( dû hezar û heftan)
- Roja (14) an (çardehan) ji heyva (8) an (heştan) , sala
   (1980) yan (hezar û nehsed û heştêyan em çûne Wanê
  - Sozê me demjimêra (10) an (dehan) û xuleka (45) an
    (çel û pêncan) , li gulistanê ye .
  -… . .
b- Şêwazê Rast :
  - Em ketine sedsala (21) ê (bîst û yekê)
  - Min sala (2009) ê (dû hezar û nehê) tu dîtî
  - Havîna (2007) ê germ bû ( dû hezar û heftê)
  - Roja (14) ê (çardehê) ji heyva (8) ê (heştê) , sala
   (1980) êyê  (hezar û nehsed û heştêyê) em çûne Wanê
  - Sozê me demjjimêra (10) ê (dehê) û xuleka (45) ê
    (çel û pêncê) , li gulistanê ye
  -……
Helbet , ev nîşandekên verêsê (ê , an"di raweya verêsê de bikar tên , lê ku navên jimaran , wek "xulek , demjimêr , roj , şev , meh , sal . . ."di raweyên rast û xwerû (bê verês) de bên , ew nîşandek nayên xebitandin , wek :
- Min (20) sal li Şamê buhirandin  .
- Hevalên min (7) sal li koçberiyê winda kirin
- Roj (24) demjimêr e . Her demjimêrek (60) xulek e û her
xulekek jî (60) çirke ye  .
- Sal (12) meh , em kar dikin
- Keriyê pezê Hemo (90) mîh û (30) bizin e  .
- … . .


[1] - Ji çirke- çirka mîlên demjimêrê hatiye, (Saniye).
[2] -Sê+ e = sê- y- ê= sêyê .
Sê + an = sê – y –an = sêyan

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark