Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Aniha

 


Kamran Simo Hedilî

aniha 
di vê kêliyê de
di vê derengiya þevê de
di vê nêzîkiya sibehê de
bi tenêbûna dengmirî


giyan
di nava min de
dicemidê
bêtawan
di hiþê min de
digirîn
evînên nîvcomayî
di bîrevîna min de ziwa dibin
lê ez
axaftina bi xwe re
bi ya ti fîlozofan naguharim
aniha
di vê deryaya aloziyan de
di vê þevtariya þevê de
di vê þikefta bêdawî de
bi hiþyarî
çavgirtî
destan dirêjî
Xwedayê agir tava pîroz dikim
ber
bi hevraz ve
diþemitim
û
dibime dînê
tî bûna evîna xwe
lê ez
axaftina bi xwe re
bi ya ti helbestvanan naguharim
aniha
di vê quncikê de
di vê þîqeþîqa ewran de
di vê rengmirina rengan de
bi bêhna sêwiyên Þengalî
rengkorî
bêhnesoriyê
di pozê min de
dikizirîne
lê ez
axaftina bi xwe re
bi ya ti zanan naguharim
aniha
di vê kurtepista nependî de
di vê wêraniya wêneyan de
di vê tofana hiziran de
bi hêviyên melûl
lerza têlên dilê min
dibine
giriyê kevoka serjêkirî
dûjehra spî
dibe
mija ser þîniya bedena min
û
rojên hê nejiyayî
di nava min de
dipeyîvin
lê ez
axaftina bi xwe re
bi ya ti dilberan naguharim
aniha
di vê hejariya hestan de
di vê cihguhartina stêran de
di vê hatina sibehê de
bi awirên Bazî
bi êþzayîna roja bêxewî
bi windakirina siya dawî
bi zêrtîrên
di zikê asîman de çikeyayî
ez dikarim
gelek tiþtan bidim

axaftina bi xwe re
bi ya kesî nadim


25.01.2015

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark