Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gel dipirse.. ta kîngê?

 


Merwan Bereka 

Her ku lihevkirinek di navbera tevgera siyasî ya kurdî li Rojavayê Kurdistanê de tê kirin, hêviyên gel seranser geþ dibin û pîrozbahî ji partî û serkirdeyên wan re têne rêkirin, ji ber ku gel tevgerê wek nûnereke siyasî û rêber ji doza kurdî re li Rojavayê Kurdistanê dibîne.
Kî çi dibêje bila bêje, lê birastî çavên gel li tevgera xwe ya siyasî ye, lê bila ji bîrnebe jî, ku li aliyekî din neyar û xêrnexwezên kurdan jî, çavên wan li tevgera kurdî ya siyasî ne, wekî çawa gelê Kurd bi hemû coþa xwe çavlirêbûna lihevkirin û yekrêziya tevgerê dike, her weha ew neyar û xêrnexwezan jî, bi hemû rêbazan hewil didin, ku hertim tevgera kurdî belawela, þerpeze û bê yekbiryara siyasî bimin.


Bêguman hemû berpirsiyar û serkirdeyên partiyên kurdî baþ vê yekê dizanin, ji ber wê jî, çend pirsên girîng û beloq ji aliyê gel ve tên pirskirin: Ma gelo ta kîngê partiyên Kurdî, û nemaze yên Encûmena Niþtimanî ya Kurdî wê ji nokokiyên navxweyî rizgar bibin ? Ta kîngê hêviyên gel wê nîvqurçî bimînin? Ma qey ne bes e, ku her yek dibêje partiya min û ew?! Çima ez, tu û ew nabin em?! Ta çi demê ev partiyan dê hev gunehkar, tewanbar û þermezar bikin?!  Çi demê tûrkên wan, wê ji lomeyên bêsûde û negerek vala bibin?! Ma qey nema zikê partiyên Kurdî ji zandina cêwiyan radiweste?! Li danê sibehê perçe dibe, li damê nîvro civîna damezirandina partiyeke nû tê li dar xistin û li danê êvarê jî, daxuyanî belav dibe, û di wê de – Ango di wê daxuyanê de – pirtirînî her tiþtekî din, doza yekîtiya tevgera kurdî tê kirin. Ma gelo ev ne tiþtekî ji seyrê seyrtir e??!!
Wek xuyan dike hêdî hêdî baweriya gel bi partiyên Kurdî lawaz dibe û çav nîvziwayî bûne. Ji ber wê jî, berî ku gel dakeve kolanan û bêje: Nema ev partiyan nûnertiya min dikin, hêvî ew e. ku pir bi lez partiyên Kurdî, û nemaze yên Encûmena Niþtimanî ya Kurdî li xwe vegerin, yekrêziya xwe ava bikin û bibin xwedî yekbiryara siyasî.  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark