Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Tenê temayî ji pêsî pîstir e.

 


Leyla Sadûn – Dêrik


Li Cezîra Botan  wezîrekî Mîr hebû, navê wî  Mîrxan bû. Gavanekî gund jî hebû ,navê wî Elo bû .Elo  dema garana xwe di bir çolê, tefþoyek jî bi xwe re dibir, pê qurmik di çinîn û tanîn malê,  xwarina xwe li ser çêdikirin. carekî Elo tefþoyê xwe li qurmikekî da, dît ku cerek kevnar ji bin derket, dema Elo devê cerî vekir dît ve tijî zêr e. Rabî ji xwe rê got: ku ez ji Mîr re bêjim , wê bêje te zêr jê derxistin e, rabî dîsa cer vegerand cihê wî û çû malê, Ket mitala û gumanan, û ji xwe re got: ez ji jina xwe re bêjim Mîr wê pêbihese. Rabî xwe ker kir û ji xwe re got : ezê tenê ji wezîr re bêjim.


 Þevekî çû mala wezîr, Wezîr li koçkê bû , ma li hêviyê ta hat, ji wezîr re çîroka xwe tev de got: Wezîr ji Elo re got : ka sibehî dema te garan berda here cihê cerik, da ku ez te bibînim û  werim  cem te. Roja dî wezîr ma guhdarî Elo, heta dît Elo garan bir kûderê, wezîr rabû berê xwe  da cihê garanê. Elo jî weke dilê xwe cerik derxist û li ber wezîr danî. Wezîr kurikê xwe ji xwe kir û zêr ji cerikî valakirin, dît va bûkek ji elmas bi binê cerik ve ma ye. Rabî ji Elo re got: ezê bara te deyînim li ser kurik û ya xwe bêxim di cerik de.
 Elo got: belê ezbenî wek tu dibî baþ bike. wezîr rabî zêrek avêt ser kurik û yek êxist di cerik de, piþtî jê xelas bû ji Elo re got: ez þaþ  bûme, ezê careke dî yên te bihijmêrim ji ber yên te gelektirin ji yên min.  Elo got : belê ezbenî wek ti di bîne rast wê bike .wezîr careka dî hijmartin, yek avêt li ser kurik û yek êxist di cerik de .dîsa wezîr ji Elo re got yên te ji yên min bêhtirin, ji ber yên Elo davêtin li ser kurik û belav dikirin û yên xwe têxistin di cerik de  komdikirir. Wezîr  zirt li Elo kirin û ew  tirsand. dawiyê jê re got: ma gavan û zêr ? binêre divê tu behsa zêran nekî, ne te dîtiye û ne jê te bihîstiye. r Elo hêlmek kiþand û yek ji kûrahiya singa xwe berda û ji wezîr re got: ez ji xwe deyînakim, lê eger tu pêsiyê Seyê min bixwî, ezê li para xwe tevî biborim, wezîr dest avêt pîsiyê Sê (gûyê Sê) û xwar û cerê zêran hilgirt û êxist di bin kurikê xwe de û berê xwe da malê .Elo bi dilek kul û þikestî berê xwe da malê, xwarin nexwar û nexwþ ket,û ma di binê malê de . rabî jina wî rojekî çû li rex Mîr û jê re got :Mîrê min Elo di nav cihan de nexweþe, min kes nîne here li ber garanê. ez keçên xwe rênakim li ber dewêr, ji ber keçik kirasekê sipî ne, ku debixek li wan bibe , ew debix dimîne heta hetayê ji wan naçe , ji ber vê yekê jî ez bi hêvîme ku hûn ji xwe re gavanekî bibînin. Wezîr ji devê Mîr girt û got: hê qewlê we çar heyîv mane ,divê hûn qewlê xwe bi dawî bikin. Rabî jina Elo meçbûr bû û çû ber garanê. rojekî Mîr ji hemwelatiyan xwest,ku tev li cem wî kom bibin ,çi yê pîr be yan nexweþ be . rabî her çar keçên Elo bavê xwe danîn li ser merþekê û ew jî birin cihê komcivînê. Piþtî ku þêniyên bajêr bi hûr û girên xwe ve civiyan. Mîr got: ezê pirsekî ji we bikim, yê bersiv da û bersiva wî þaþ be. Ezê wî bikujim û yê bersiv da û bersiva wî rast be, ezê wî xelat bikim. Mîr pirsî ka çi ji pêsî pîstir e ,hemû man behitî û her yekî di ber xwe de got: ev çi pirs e. Piþtî kêlîkî bêdeng. Elo destê xwe bilind kir û got Mîrê min ezê bersivê bidim, hemû ji Elo man behitî. Elo got :Mîrê min temayî tenê ji pêsî pîstir e. Mîr pirsî Ka Elo tu çawe dikarî vê bersivê ji me re rave û þirove bikî. Mîrê min wezîrê te ji ber temayîya cerikê zêra pêsiyê Seyê min xwar. wezîr rabû û got :
Mîrê min Elo dîn bûye, jê bawer neke. Mîr ji Elo re got : Elo wezîr çawe pêsiyê kûçikê te xwariye. Rabî Elo çîroka xwe û wezîr ji serî ta binî ji Mîr re bidarve kir û got: eger cerikê li mala wezîr ne bi wan þan û nîþanên min gotî be, hûn dikarin min bikujin. Mîr ji þêwerdarên xwe xwest ku herin mala wezîr seh bikin û eger cerik bibînin wî bînin. Wezîr xwest bi wan re here, Mîr nehiþt, çûn ji jina wezîr re gotin: hin mirovin biyanî ketne bajêr û çek veþartine, em li wan digerin, dema mala wezîr seh kirin cerik dîtin û anîn li rex Mîr .Mîr piþtî cerik dît rastiya çîrokê jê re hat xuya kirin . Mîr berda wezîrê xwe û jê re got: ku te ji ber zêra pêsiyê Sa xwariye .vêca ji îro pêve tu kêrî min nayê û baweriya min jî bi te nayê , tê min jî bi erzanî bifiroþe.  Mîr berda wezîr û Elo xelat kir.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark