Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Cejna Batizmê û Dam û Dinhê

 


Konê Reþ

Min nasnekir bê navê Batizmiyê ji ku û ji çi hatiye, hin jî ji vê cejnê re dibêjin cejna Pîr Alî. Ev cejin taybet bi kurdên Êzidî yên eþîra Çêlka ye. Ev eþîr ji akinciyên çiyayê Bagokê (Qelaçê Dasika û Çêlk ye, gundên vê eþîrê dirêjî binya xetê (Sûriyê) jî dibin, anku li herdû rexên sînorê Sûriyê û Tirkiyê belav in. Her sal xelkên vê herêma ku me bi nav kir, pêþwaziya cejna Batizmiyê di roja dawî ji kanûna yekê de dikin. Belê di roja çarþemba berî wê de, kar û bar ji Batizmiyê re dibe wek: Serjêkirina pez, çêkirina nanekî taybet bi wê cejnê ku jêre dibêjin nanê (Xewrê) û Leylet Elqedir..! Belê roja îro piraniya Êzidiyên Sûriyê koçberî Almaniya bûne, êdî nema guhdan wek berê pê heye..



Dam û Dinh: Ji min re hat gotin ku ev roj an ev þev di çilê çil de ye, belê kîjan roj e, kîjan þev e, min nasnekir.. Gotin: Þeva Dam û Dinhê, mezinê gund, an zanayê gund dibêje: Îþev Dam û Dinh e. Vêca di wê þevê de her malek gundiyan xwarinek xweþ ji goþtê dermala xwe çêdikin.. Xuya ye ku di wê þevê de guhertin di navbera wezên salê de çêdibe..
Di baweriya min de ev þeva Dam û Dinhê, Leylet Elqedir a cejna Batizmiyê û di dawiya kanûna pêþî de ye, anku di çelê çil de ye.
Lê, bi hatina misilmantiyê re ev cejin hatiye qedexekirin û guhertin û bi navê Dam û Dinhê hatiye naskirin.
Dema min dest bi vê lêkolînê kir, ez bêrgî gelek asteng û dijwariyan hatim; ew kesên ku di nav wan bîr û baweriyan de mezin bûne, kêm mane. Yên ku mane jî, hiþê gelekan ji wan nakiþîne û nayê bîra wan û a herî seyir, dema min ji hina dipirsî, qerfê xwe bi min dikirin, bi pirsên min dikeniyan û digotin: Ma ev tu ne konê Reþ e!! Ev te çi berê xwe daye van qerwelkên vala?!
Bi hêvî me ji kesên ku bêtir pêzanînên wan li dor van herdu cejnan an adetan hebe, min agahdar bike û spas.

Konê Reþ, Qamiþlo, 11.12.2014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark