Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Feqî yê Tîran Jiyan û helbest û helbestvnî Beşê duwem .. Xelek 8

 


Babetên helbesta Feqîyê Tîran
Heyder Omer
Kesayetiya Feqî yê Tîran:
Beriya em helbesta Feqîyê Tîran vekolin, û babetên ku bala wî kişandine, bipelînin, divê em kesayetiya wî ji nêz de nas bikin, lê pêşiya vê yekê ne zeviyeke cotkirî ye, belê çoleke ku gîsnên lêgervanan yan pê neketine, yan jî hema di ser re derbaz bûne.
Pêşî, Kurd guh nedan wêjeya xwe, ew nedan ser hev û tomar nekirin. Ev xemsariya ji ber nîrên jiyana wan peyda bûbû; ew jiyana ku gelek hêmanên ji ber perçebûna wan û dagîrkirina welatê wan peyda bûbûn, û bandora xwe kişandibûn ser hemî warên jiyana wan. Vê lomê jî lêkolînên, ku jiyana wêjevanên wan durist vekolane, û nûçeyên wan gîhandine nifşan, di destên lêgervanên dîroka wêjeya kurdî de gelekî kêm in.

Tiştê ku ji ber wan helbestvanan mayî, û gîhaye me, dîwanên wan in, ên ku aferîn û hestên wan diyar dikin, lê di dîwanan de em nikarin her tiştê, ku li gel qulafet û durvên wan hevbestin, bibînin, pê re jî hemî rengdêrên wan, durv û reng û qelewbûn û lawazbûn û dirêjî û kurtbûna bejnê, û nûçeyên zaroktiyê û malbatê; hemî wendan e, ne diyar in. Evan rengdêran, li gor derûn-nasînê (pisîkolôgî), bandoran giran li ser pêkhatina kesayetiyê û veqetandina wê ji kesayetiyên din heye.
Eger em werin ba lêkolînên nû jî, tevî hindikbûna wan, emê bibînin, ku ewên hene jî xwe nêzîk wan rengdêran û nûçeyan nikirine, û kesayetiya wêjevan û helbestvanan bala wan nekşandiye. Bi baweriya me lawaziya tevgera rexneya wêjeyî sedema vê kêmaniyê ye.
Di vê heyama nebûna pêzanîna wan rengdêrên gewdeyî û nûçeyên pêşî yên wan helbestvanên pêşîn di destan de, û nebûna lêkolînên durist di vê pergalê de, em dikarin weha biçin, ku ev xebata me, hema bi kêmanî, di tenga lêkolîna kesayetiya Feqî yê Tîran re, dê lêkolîna yekem be, pê re jî ew ji hewildaneke dilsoz derbas nabe, vê lomê  em mukur tên, ku heye em negihên şînkirina (tehlîl) durist, ji ber ku ne pêwîst e, ku her hewildanên  dilsozane durist û serkeftî bin.
Axaftin û tevdîrên, ku her mirovek  diayar dike, û êkologiya ku tê de perwede bûye, giringtirînên jêderan e, yên ku mirov dikare di navbera wan re pêkhatin û avakirina kesayetiyekê binase. Lê di tenga Feqî yê Tîran re, em nikarin tevdîrên wî bizanibin, ji ber ku ew bi sed salan beriya me bû, û nûçeyên ku ew babeta wane jî, di destan de gelekî kêm in. Pê re jî tiştê ku li ber destan e, û mirov dikare ji bo vê babetê bike palpişt êkologiya ku tê de jiya ye, û helbesta wî ye.
Nûçeyên ku gîhane me tiştek li ser malbata wî û awayê perwerde ya zaroktiya wî bi xwe re neanîne, tenê ku ew li Muksê ji dayikê bûye, û beşekî jiyana xwe ya pêşî li wur derbas kiriye.
Muksê li bakurê Kurdistanê, herêma Hakarê dikeve. Surûşta vê herêmê ciyayayên fireh û mezin û bilind hene, û berf tepelên wan çiyan , her salê gelek mehan,  bi rengê sipî direngînê, û sermaya giran bi xwe re tîne.
Êkologiya çiyayî, ku çiya tev li hev dibin, û ji hev naqetin, û daristanên wê  fireh in, lawirên dirinde tê pir in, riyên wê teng û pirkevir û lat in; ev awayê êkologiyê jiyana li van deverên çiyayî û sar dijwar dike, û pê re jî gewdeyên nişteciyan hêzdar û çalak û pejinzirav û dirêj û pirtevger û wêrek dike, ewana bi bandora van rengdêran, dikarin  li gel nîr û pergalên êkologiya çiyayî ya dijwar têkildar bibin.
Bi ser de jî surûsta herêma Hekarê, wek ya hemî herêmên Kurdistanê, bi daristanan dewlemend e, bayê hênik, di demên buharê de, pelên daran hedî hêdî dihejîne, muzûka  şîrîn û nerm ji ber pelhejînê tê, û  wek herikîna cûbaran, diherike derûnan, reh damaran nerm û hestan jî nazik dike, mirov  dibe şeydayê ciwaniyê û wê distirîne, çi li nik delavên Gola wanê ya ku, li kêlek çiyayan raketî be, û çi jî li ber delavên çemên Dîcleyê û Ferêt be, yên ku wek gerdenê bûkekê, li ser sîngê wan çiyayan dibiriq in.
Kesê ku li van deverên çiyayî dijî, bi bandora surûstê, rengdêrên suwariyê werdigire, wek şeydabûna  ciwaniyê, ku di helbest û kulam û muzûka wan de diyar dibe; ew muzûka ku raza bandora wê li ser selawan jî nas kiribûn(1), û diyarkirina helewstê bê tirs û saw, û wefadariyê, ta radeya, ku ji ber kesên de xwe bide kuştin, û hesta mirovbendiyê, û xwebaweriyê.
Di vê êkologiya surûştî de Feqiyê Tîran ji dayikê bû, û tê de jî pêkhat û mezin bû, li gund û bajarên wê geriya, û xwe bi ser keleporekî dewlemend de pal da, keleporekî ku evînê bi kulam û helbestên gelêrî distirîne, û mirovaniyê bilind dinerxîne, wek vî perçê helbesteke gelêrî, ku cenga du birayan li hember leşkerên osmanî diderbirîne:
Ey gelî birayan! Em di cengê de ne.
Ez Bişarê çîl im, nikarim bin destlata Tirkan de bijîm.
Bila hemî bizanibin, ku guleyan bernadim ser leşkeran.
Dê guleyan berdim ser serbazan.
Ji keleha xwe de ezê şoreşê ragihînim(2).
Evîna azadiyê û bilindnirxandina mirovaniyê di vê perçeyê helbestê de, wek xwendevan jî dibînin, gelek diyar e, helbestvanê gelerî leşekerên hukumbar û serbazên hukumdar, ku wan leşkeran ji armancên xwe dixebitînin, ji hevdu vediqetîne, pê re jî xebata Kurd li hember Osmaniyan û Sefewiyan rûyê xwe yê mirovanî diyar dike, ku ew cenga kesên xwedî maf in li dij dagîrkeran, ne şrê gelekî li hemberê gelê din e. Ev yeka helewsteke nirxbiya ye li hember nakokiya navbera bindest û serdestan, ewê nakokiya ku pirêcaran rêberên Kurd nikarîbûn li gor daxwaz û berjewendiyên gelê xwe bi rê ve bibirana, vê lomê jî terajîdiyên giran bi ser miletê Kurd de herikîn, û bi  parvekirina erdnîgariyan wan di navbera dagîrkerên Osmanî û Sefewî de diyar bûn. Bi ser de jî, di civaka kurdî de, xêz û sînorên giran di navbera xizanan û fewdalan de peyda bûn. Evî yekê di gelek destanên gelêrî de, wek destana Xecê û Siyamend, rû da.
Bandora evê êkologiyê li dê ser Feqî yê Tîran giran be, û dê kesayetiya wî bi cidiyetê û hişkberiyê birengîne, û dê bike ku ew helwesta xwe aşkera û bê du rûtî diyar bike:
Min mîra û hakiman ne minnetin.
Natirsim qurbetê welatê dûr(3).
Helbestvanê me ev siçên tûj ji ber dijwariya êkologiyê û jiyana çiyan wergirine, pê re jî gotina xwe gelek zelal e, û yekser û bê du rîtî ber bi armanca xwe dihere:
Qebheta re tu car nabim hewal.
Bira hepis min re bibe mal (4).
Vê lomê ewî di wê civaka çînatî de, ewaya ya ku bindesta zordariya tekekes bû, bi jîrbûnî û jêhatî, bê tirs û saw helwsta xwe diyar dikir:
Misqalekê natirsim(6).
Bi baweriya me, ev helwestên wî didine xuyakirin, ku wî xwe wek bervedêrê mafekî didît; ew mafê ku rêvebiran pasguh kiribûn, û li gor berjewendiyên xwe tev digerîn, û dest ji gelê xwe kişandibûn, û rê dabûn dagîrkerê Osmanî û Sefewî da zorê li gel bikin û welêt jî kavil bikin. Vê lomê jî ew rêvebirana ji ber dagerîn û zîvayiya rewşa gelê Kurd tawanbar in.
Evan helwestên tun sedema wê yekê bûn, ku rêvebirên Kurd hewl dan, da wî bavêjin tariya zîndanan, û bê deng bikin, lê ew li hember wan hewldananan pêdar bû:
Heta bê sewta mîrê decal.
Ezê hepsê de bikim gal – gal.
Ez Feqî yê Teyran im, nakim nal – nal (6).
Evê wêrekiya bê hempa, û van helwestên zelal û bê du rûtî, û ev sinçên tund; evan hemiyan vêkra ew ber bi wê yekê de têvedan, ku rûdanên serdema xwe bi dilsozî biderbirîne, û balê  ber bi nakokiyên jiya civakî de bikşîne, wan nakokiyan gelekî zelal diyar bike, û boçûn û nerînên xwe, bê tirs û saw, zelal û aşkera diyar bike. Her weha ewan tiştan kirin, ku ew ji gotina rast nemîne, û bi tundî li hember wan kesên, ku xwe ji çîna xwe ya civakî dawdişînin, raweste. Di cihekî din yê vê lêkolînê de emê bibînin, çawa bi tiundî li hember wan helbestvanên xizan, yên ku mîran û rêvberan dipesinin, radiweste.
Ev tundîtiya sinçî di helbestên evînê de jî diyar e, tevî ku ew di respêhatiya (tecrûbe) xwe ya evînî de bi ser neket jî, wek ku gava em evîna wî bipelînin dê ev yeka diyar bibe, lê têkçûna serpêhatiyê nikarîbû evîna dîlberê ji dilê wî derxîne. 
Evan rengdêran (wêrekî, tundî, ne du rûrtî, dilsozî….) didine xuyakirin ku wî zarotî û xortaniya xwe di bin sîbera perwerdeya durist û malbata lihevhatî de derbas kirî, ewê perwerdeyê xwebawerî di derûna wî de xurt kirî, û hesta baweriya bê hempa bi kesayetiyê di derûna wî çandî, pê re jî ew mirovekî piratîkî, ku gotinê û kirinê tev li hev dike, tê xuyakirin, û dûzana kesayetiya wî gelek numa xuya dibe.
Ezê qelem û defterê xwe deymin.
Bona wetenê bavê xwe şer kim(7).
Evan helwestan baweriya wî bi boçûnên xwe dupat kirine, û derûna wî bi hêviyan dagirtine. Ev hêviyan di navbera xebitandina kirên (verb) duhatî re zor numa diyar dibin.
Ev derûna ewqas hêzdar, ku helwestên tund li hember mîran û rêvebiran diryar dikirin, heps û zîndanan nikarîbûn wî bê deng bikin. Ev derûn li hember mirinê gelek nerm dibe, bê çare dimîne, xwe radsetî wê dike. Heya ku gava li hember mîran û hakiman bi tundî radiweste jî, em pê hay dibin, ku mirin dide pey wî, ji ber ku pirêcaran mirinê wek çekekê li hember wan dixebitîne.
Rûpelên ku wê bên, dê gelek ronahî bidin ser van rengdêrên wê kesayetiyê, yên ku derbas bûne, û hinekên din jî, ku dê di navera lêkolîna helbestên wî re diyar bibin.
                              *****                 ***                 *****
 Jêder û çavkanî:
(1)   Hinek destanên evînê, wek destana (Heso û Zelîxê) diyar dikin, ku şivan bi kulam û bilûrê bezê kom ser hev dikir, bê ku li pey kerî bibeze.
(2)   Basîl Nîkîtîn: El-Ekrad, rû 228.
(3)   Tenbûr, rû 14.
(4)   Tenbûr, rû 9.
(5)   Tenbûr, rû 21.
(6)   Tenbûr, rû 32.
(7)   Tenbûr, rû 52.
  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark