Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Agirź pīroz Newroz

 

Hemîd Dilbahar
Çirûskek e yê ku agirên mezin gur dikin. Û tîna xwe li her derê belav dike
Ax hižyar dibû!..
Berfînên ku serê xwe radikirin di singa berfê de bûbûn mizgîniya wê roja germ û xwežik.
Xewn û xeyalên ji destê zarokên welatê mezlûman hatibûn dizîn li hêviya xwediyên xwe bûn.
Hêvî û hesretên birîndar hê li ber xwe didan bi bîr û baweriya serkeftinê.
Hez û evînên ku xwe vedižartin di paxila awirên azadîxwaz de li benda hezkirî û evîndarên xwe bûn.


Jehra ewrên rež û tarî nedihižtin çirûskek êgir jî pê bikeve li welatê Kawayê Çiyayî.
Kawayê Çiyayî, an jî Kawayê Hesinkar!..
Mirovekî azadîxwaz, serhildêrekî birûmet!..
Navê xwedanê agirê pîroz!..
Li dijî navê xwedanê jehra wan ewrên rež û tarî Dehak egîdek û rêberek.
Dirok êdî bûbû du alî; aliyek rûyê Kawa yê gež û ronî, aliyê din jî rûyê Dehakê yê rež û tarî…
Û pižtî gelek ževên rež û tarî, pižtî gelek ževên serma û seqem germahiya awirên Kawayê Hesinkar welatê gul û kulîlkan germ dikir hêdî hêdî, li gel xwezaya rengîn.
Tîrojkên roja helesor êdî serê xwe rakiribûn li ser serê wan çiyayên dilberz û bilind.

***
Çirûskeke Biçûk, Agirekî mezin!
Efsaneyek ji guriya agirê sor.
Ji rûpelên dîroka rûmeta meža dilbihar, li welatê gul û kulîlkan li qada mirovahiyê, bi guriya agirê azadiyê, çend tîpên pîroz bûn diyarî ji bo mirovahiyê; ku va ye hê xwe hiltavên ew tîpên xwîna di ruh û giyana xwezayê de:

NEWROZ!..
Roja nû, rojeke nû li rûpelên dîrokê tevnê xwe radiçand. Rojeke nû; nîžana jiyaneke nû dibû diyarî ji bo xwezayê û ji bo mirovan.
Rojê bejna xwe nîžanî ax û avê dida li gel hemû dilgermiya xwe...
Ax û avê ew hilm û hewayê paqij û dilgerm hildikižand nava dil û cegerê xwe. Dilê axê germ dibû û xwe di xwe de nedigirt.
Û çirûskek vêdiket berî her tižtî ji rehma axê ber bi çiyayên serbilind û žahnaz ve. Ew çirûsk bû nîžan û mizgîniya roja nû û belav bû di tarîgewrkên ževên ba û bahozî de û xwe berdida nava dežt û çiyayên jiyaneke nû.
Ew çirûsk dibû agir pižtî çend hezar zivistanên dilcemed.
Agirekî pîroz!
Û ew agir dibû sembola navê rojeke nû, rojeke pîroz: Newroz!..
 
NEWROZ!..
Roja jiyana nû!..
Roja vejînê!..
Destpêka biharê, destpêka jiyaneke xwež û gež!..
Dayik li gel keçên ciwan kiras û fîstanên xwe li xwe dikin, požiyê xwe davêjin ser milên xwe, dihejînin lewendiyên xwe.
Bi awirên xwe germahiya dilê xwe belav dikin li her çar û dor û milan. Bi awaz û stranên xwe lat û zinaran radikin govenda serfiraziyê û bi tilîliyên azadiyê erd û esmanan dihejînin wê rojê.
Kuçe û kolanên hemû bajarên evînparêz bi agirê sor silav didin çiyayên bilind, ku bejna xwe li ber wî agirê pîroz ditewînin û hembêz dikin.
Ževên tarî li gel agirê çavsor direvin ji welatê Newroziyan û žûna xwe ji tîrojkên rojê re dihêlin.
Û zarokên agir û rojê, zarokên welatê gul û kulîlkan helbestên li ser vê roja pîroz guhdarî dikirin êdî ji deng û zimanê helbestvanên delodîn de; dengê azadiyê belav dibû li her çar dor û milan bi rengê evînê.
 
ROJA ZAYÎNÊ         
Di dilê me de ne her tim
Gul û Kulîlkên Newrozê! 
Bîst û yekî adarê, dema cejna pîroz e
Îda azadiyê ye, navê wê yê xwež Newroz e!
Serê me jêkin jî, em pîroz dikin wê rojê
Tu kes nikare qet, ji holê rake vê dozê!
Û em tên ba hev hemî bira û heval, dost û yar
Yên bindest radibin tev, wek Kawayê Hesinkar!
Ežq û evînê diçînin, li ser bejna adarê
 Ku ew žîn bibe her tim, li ser singa biharê! 
Êž û azar namînin, li ser navê jiyanê
Ala hezê pêl dide, li her derê cîhanê!
Daristan û çolistan, li gel çiya û bajêr
Azad dijîn bi hev re, hem li jor hem jî li jêr!
Riyên me yek nebin jî, qonaxên me hevpar in
Ên azadî dixwazin, her dem û wext hêvîdar in!
Newroz cejna gelan e, bi rengê birayetî
Ew nîžana ažtiyê ye, ji bo mirovayetî!
Wek tîna rojê ye, ji bo hemû gelan
Rojeke pîroz e ew, vaye bi hezar salan!
 Oxira wê ya xêrê ye, heta hebe agirê sor
Zayîn e ew bo me, hem li jêr hem li jor!

***
Gelek dilên herikbar li ser Newrozê gelek gotinên ku bi rih û giyana Newrozê hatine xemilandin herikandin ji rih û giyana xwe ya Newrozî!..
Newroz; êdî bibû efsaneya vejîna zarokên welatê gul û kulîlkan!
Newroz; êdî bûbû berxwedan û serhildan li dijî bindestî, koletî û serçemandinê!
Newroz; êdî bûbû mizgîniya bihareke derengmayî, mizgîniya rojên xwež û gež!
Newroz; êdî bûbû riya ronahiyê, ya ji rehma dîrokê ber bi îro ve herikî ye!
Newroz; êdî bûbû roja bilindkirina têkožîna parastina mirovahiyê, ji azadî, biratî û ažtiyeke birûmet!
Newroz; êdî bûbû cejna azadî û serfiraziyê ji bo hemû kes û gelên bindest, feqîr û bêkes!
Newroz; êdî bûbû hižyarbûna welatê êž û janê, hižyarbûna welatekî birîndar, ji xewa hezar salan!
Newroz; êdî bûbû bang û gaziya hez û evînê bi rengê bûkabaranê, bi rengê azadiyeke bêsînor!
Newroz; êdî ji bo cîhaneke seranser azad û bextewar bûbû roja nû! Û li her derê welatê gul û kulîlkan dengek bilind dibû êdî û olan dida li her bihosta cîhanê:
Newroz pîroz be ji hemû azadîxwazên welatê gul û kulîlkan!
Newroz pîroz be ji hemû gelên cîhanê!
 

Azadiya welat

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark

Mijarźn Tźkildar

gotar