Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hêvî û pêþniyarên min ji Kongreyê Neteweyî, Ala Kurdistanê di nav Alên Netewên Yekbûyî de li Newyorkê bilind bikin

 


Konê Reþ

Di baweriya min de, di van rojên dîrokî de pêkanîna Kongreyê Neteweyî gavek dîrokî û xewneke kurdî ye. Pêkanîna wek vî Kongreyê me li berî 350 salî vedigerîne, li banga bavê netewa Kurdî þêx Ehmedê Xanî: (1651-1707), dizîvirîne ewê ku gotiye:
Ez mame di hikmeta Xwedê de, Kurmanc di dewleta dine de
Aya biçi wechî mane mehrûm, bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?
Ger dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek
Rûm û Ereb û Ecem temamî, hemiyan ji me re dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet, tehsîl dikir me ilim û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat, mimtaz dibûn xweda kemalat…

Û hêviyên min ji vî Kongreyê ku Kurdistanî karibin, bi dilekî fireh, di bin sîberekê de li hev û din kom bibin; kul, êþ û derdên welat û welatiyên xwe giftûgo û çareser bikin.. Bi kêmayî di vî kongerî de, berjewendiyên Kud û Kurdistanê di ser berjewendiyên xwe yên kesayetî û rêxistinî re bigrin.. Da ku di encam de karibin Ala Kurdistanê di nav Alên Netewên Yekbûyî de li Newyorkê bilind bikin.


Eger berî sed salî, Kurdistaniyan karîbû komela (Hêvî 1913) a xwendekaranên kurd û (Komela Tealî Kurdistan 1918), li Stenbolê damezirînin û ew bûn yên ku di civîna duyem de ji komela Tealî Kurdistan a ku di sala 1919an de, di bin serokatiya Mîr Emîn Alî Bedixan de, karîbûn rengên ala Kurdistanê bibjêrin û bi hev û din bidin qebûlkirin. Ev ala ku roja îro li asmanê Kurdistana Azad bilind xuya dike.
Îro roj, em ji kesên ku doza girêdana vî Kongreyî dikin ku karibin ala Kurdistanê di nav alên Netewên Yekbûyî de li Newyorkê bilind bikin.. Û da ku ev yek pêk were, pêwîste cihê rewþenbîr û zanayên kurdan di vê Kongreyê Neteweyî de ber fireh be..
  Wek ku diyare, gelek rewþenbîr û zanayên me yên xwedî dîrok di warê kurdewariyê de, di sirgunê de jiyana xwe derbas dikin û her yek ji wan hêjaye ku serokatiya dewletekê bike.. Pêwîste weke van kesan neyên jibîr kirin wek nimûne: Dr. Kendal Nezan, Þahîn Bekir Siwêreklî, Malmisanij, Nadir Nadirof, Rohat Alakom, Bêrîvan Doskî, Dr. Fewaz Hisên.. Wek van kesan têra xwe zane, þareze û bi zimanê biyaniyan dizanin.. û her wiha ew maldarên kurdan yên ku li Ewropa bûne xwedî cih û war, sûdeyek mezin ji wan jî heye..
Sebaretî beþdarên Kongreyê Neteweyî, di baweriya min de gerek li firêzeya her yekî bê mêzandin; kî ye? Dîroka wî/wê a kurdewarî çilo û çawa ye?
Ji rexekî din ve, xwezî Kongreyê Neteweyî li dor zimanê Kurdî kêlîkekê raweste.. Wek ku diyar e her netewek bi zimanê xwe tê naskirin û roja îro du þêwezarên Kurdî yên sereke di seranserî Kurdistanê de bikar tên (Kurmancî û Soranî), her wiha du alfabe jî berdestin (Erebî û Latînî), Kurmanîaxêf bi tîpên latînî û Soranîaxêf bi tîpên erebî dinivîsin. Bêguman her du þêwezar jî ji zimanê Kurdî re bûne standard.. Tevî ku ez geþbîn im wê di pêþerojê de zimanê Kurdî bi alfabeya latînî li seranserî Kurdistanê belav bibe, lê xwezî ev yek jî neyê jibîr kirin..
Dawî dibêjim, xwezî wek vî Kongreyê Neteweyî berî 20 salan 30 salî hatiba li darxistin.. Belê, em tev rewþa welat û welatiyên xwe nas dikin.. Helbet gelekî zor bû..
Ez wek nivîskarekî Kurd ji dil û can serketinê ji bo vî Kongreyê Neteweyî hêvî dikim.

Konê Reþ
Qamiþlo, 04.11.2014

Not: Komela Tealî Kurdistan ji kesayetiyên her çar perçeyên Kurdistanê pêk dihat; serokê wê þêx Abdulqadirê Nehrî, wek nûnerê Kurdistana Rojhilat bû, cîgirê serok mîr Emîn Alî Bedirxan, wek nûnerê Kurdistana bakur bû û ew xwediyê qenciyê ye ku wî rengên ala Kurdistanê daniye û malbata Baban wek nûnerên Kurdistana baþûr bûn jixwe kurdên sûriyê wê hingê bi ser Kurdistana bakur vebûn..

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark