Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Îro Ji Bo Kurdistana Sûriye Çi Pêwîst e?

 


Dr. Azad Ehmed
 
Bûyerên van çend salên dawî bi giştî û berxwedana Kobanî bi taybertî, rawestandinek û lêvegerînek mezin li pêvajo û prosesa xebata gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê gerek û pêwîst dike. Ji ber vê armancê divê xwendinek wêrekane û nû bê kirin.
Di destpêkê de gerek mirov biwêre û bibêje ku ezmûna Kurdên Rojavayê Kurdistanê di warê karê siyasî de, gellekî li paşê xuya kir, wek ku siyaset di piraktîkê de van salên borî nehatibe kirin! herweha di mijar û tewera hevkarî û hevbendiyên rêxistinî de lawaz e, li ser zemînê ti avahiyên rêxistinî û dezgehên berhemdarên siyasî nehatine avakirin, çawa û çima?

Em nêzîkî (90) notsalîya damezrandina rêxistinek siyasî ya kurdî li Rojavayê Kurdistanê dibin, ew jî Xweybûn bû, ya ku li Qamişlo û Bihemdûn li Libanan hatî ragihandin, piştre çend rêxistinên din avabûn. Gellek karên rêxistinî û çandî li deverên kurdî yên ketin bin deshilata dewleta Sûrî de hatin kirin. Li sala 1957 yekem partiya siyasî ya kurdî hat damezrandin, ew jî Pratîya Demokrata Kurdistana Sûrî bû, (P.D.K.S) wek partiyek mak ji rêxistinên siyasiyên Kurdî re tê naskirin, ji wê dayîkê ev partiyên niha birengekî giştî derketine û cuda bûne. Piştî derbasbûna 67 salan li ser damezrandina yekem partî li Kurdistana Sûrî, dîsa em ji xwe bipirsin çire ti destkeft  ji gelê kurd re derneket? Çima ev li paş man û lawazî bi salan berdewam dike?!
Heger em lêkolînekê berfereh bikin, bersiv dê dirêj be, û dereng bimîne. Lê ya giring îro ewe em serê ta û deziyê bigirin, vê kêşeyê bişopînin. Li gor xwendin û dîtina min, gellek eger, binas(sûc) û hokar hene ku ev lipaşman çêkiriye, ya herî giring û berçav ku pêdivî ye em bînin ziman, rewşa rêxistinî ye, bitaybetî li ser nexweşiya nakokiyan rawestin. Belê gereke ber bi astenga (dijberîya berdewam) di hundirê tevgerê de herin, ji ber ku ew dijberî karê serekî yê tevgera kurdî bû, ew nesaxiyek wek êşa zirav di hestiyê partiyan de bi salan berdewam kir?
Tevgera Kurdên Sûriyê di dirêjiya heftê salên borî de çi dikir? Endamên wê bi çi mijûl dibûn? Ew endam li ser sê beşan parve dibûn: beşê yekê piraniya hêz û demê xwe li nakokiyên hundirê rêxistinê de derbas dikirin, ango li dijî nêzîktirîn hevalên xwe helwistên neyênî werdigirtin, dujminayetîk hundirî bi rêve dibirin. Giring e bînim bîra xwêneran ku serkirdeyên partiya mak tenê piştî salekî ji karê rêxistinî hevdû gumanbar û tometbar kirin, her yekî yê din wek peyayê (ev çemke û gotin  xweştirîn peyva rehmetî Osman Sebrî bû) hikûmeta Şamê didîtin, gihîşt ast û pileya xiyanetkirinê. ew kêşe sal bi sal wek çand û kultûr di nav rêz û rîsê tevgerê de cih girt, heta roja îro bi rengekî ji rengan berdewam dike, bêbersiv bête dan ka kê xiyanet li çi kiriye, çawa û kengî?
Beşê diduyan ji endaman ew tohmet û nakokiyên di hundirê partiyê de fireh kirin, dijayetî û dujmintiya baskên din ji tevgera kurdî kirin, kesên derveyî (partiya) xwe wek dujmin û peya dîtin. ew çalakiyên nêgetîv û neyênî bi dehê salan dirêj kirin, heta îro di nav bask û aliyên tevgera siyasî li Kurdistana Sûrî de berdewam in. Pîvana serekî ew bû, ku Kesê bîr û baweriyên wî ne wek yê miho (me) bin, yekser dikeve bin tîrêjên gumanan de, û di bin sîbera dujminan de cî digire.
Tenê beşê sisêyan ji tevgera kurdî xebat û bizav li dijî dujminê serekî wek armanc dît, û bizav li dijî dagîrkerên Kurdistanê  kirin, lê  ew beş û kes hindik bûn, û car caran ew jî bi dijwariyê û radikaliyê dihatin binavkirin. Bi kurtî evê xîza stûr di pêvajo û pirosesa tevgera kurdî de kultûrek peyda kir, zemîne ji rênima û rêbaza (reş yan spî) re durust kir, çanda dujmiahiyê bû kilîta xebat û siyaseta tevgera kurdî li Sûriye, ango xelk dujim yan dost dîtin.
Berî sêsal û nîvan gava serhildana gelên Sûriye dest pêkir, hêvî mezin bûn, herkesî guman kir, ku rêjîma Beis dê biherife. xewn û armancên siyasi yên tevgera kurdî ber bi yekbûnê ve çûn. Lê ew nêrîn şaş bûn, nizanîn dê çawa yekîtiyê ava bikin û li ser çi bingehê dê ew hevkarî birêv biçe. Gellekî lez û bez ji bo hevkariya rêxistinî hat kirin. Ji aliyê siyasî ve ew rênima û kilîta kevin bikar hat (spî yan reş= dujmin yan dost), hinan rêjîm wek dujmin û opozîsyon wek dost dîtin, hinek din berovajî wan rêjîm dost û opozîsyon dujmin dipiraktîkê de didîtin, ti nêrînên siyasî û dîplomatîk bikar nehatin, dîsa bîr û bawerî ji hev dûrketin, herweha ew nesaxiyên kevin li rojevê mabûn. Di dawiyê de cudabûn çêbû, tevger  bigiştî nêzîkî hev nebû. Siyaset bikar nehat, tenê kilîtên wek “peya, dujmin, gumanbar, herfandina rêjîmê, dijayetiya diyalogê” bikar hatin.
Du hevbend hatin çêkirin, yek Encumana Niştimanî ya Kurdî bû, ya din jî Civata Gel ya Rojavayê Kurdistanê bû. dîsa hêzên siyasî yên Kurdistana Sûriyê li ser du bend û rêbazan belav bûn, lê tenê yek rengê hizirkirin û bîrkirinê li cem herdû baskan hebû (dost yan dujmin).
 Gellekî hat gotin û nivîsandin, ku derfetek zêrîn ji bo Kurdistana Sûriyê derketiye. Rast e zemîne peyda bibû ji destkeftên mezin re lê  em li dawîyê bi ser neketin, çima? ji ber mejiyê me yê gundî, û rênima dujminatiyê, me xebata xwe ya siyasî wek tolvekirinê li dijî rêjîma Dîmeşqê ajot, tiu gavên diplomatîk nehatin avêtin.
Li gor baweriyên min, ew nexweşiyên bîrokî û rêxistinî, ew kevnenakokî, kultûra tolvekirina gundîtî, dest têwerdana hêzên herêmî, pîlanên rêjîma Dîmeşqê û gelek sedemên din ên li pey vê şikestin û têkçûnê  bûn. Da ku ders û sûd ji bûyer û derfeta salên borî bête girtin, di destpêkê de xwerexnekirinek bêalî giring e, xwendinke nû ji rewşa îroyîn re pêwîst e. ji ber derfet yekcarî neçûye û neçe, gereke serkirde û zanayên kurdên Sûrî berî her tiştî fêrî siyasetê bibin, û siyasetê li ser zemînê bikin! di vê rêbazê de, di vî warê lezgîn de, van çend pêşniyaran dikim:
1-    Bereyek siyasî demokratîk û netewî ji hêz û partiyên karîger û aktîv li Rojavayê Kurdistanê bête avakirin.
2-    Programek tenê ji çend xalên serekî, ji bo siberoja Kurdistana Sûrî bête danîn û pejrandin.
3-    Karek siyasî, diplomasî nû bibe, dûr ji nakokiyan, û dûr ji  nêrînên (reş yan sipî) bê kirin.
4-     Baskên leşkerî yê tevgerê dibin sîbera wê Bereyê de kar bikin, li gor yasa û sîstemê mafên mirovan kar li dijî rêjîmê û terorê berdewam bike.
5-    Rêveberiyên kurdî (Kanton) yên li ser zemînê bên vejîn û vegêjan (tetwîr kirin), herweha ew rêvebirî bi bereya kurdî ve bên girêdan.
6-    Sînorê van kantonan bên parastin.
7-    Hemî pêkhateyên deverên kurdî di rêvebiriyan de cî bigirin, û mafê wan parastî be.
8-    Hilbijartinên encumanên bajar û bajarokan bibin, û li şûna yên rêjîmê rûnên û kar bikin.
9-     Zemîne peyda bibe ji bo hilbijartina Encûmanek Niştimanî li seraserî herêmên Rojavayê Kurdistanê, li gor mercên cîhanî di bin sîbera UN û EU de.
Ev xalên jorîn wek reşbeleka pilan û rêçika nû be, belkî rêzgirtin û alîgiriyê ji kurdan re bîne, û xweseriyek rast dibe li deverên kurdî ava bibe, mercên jiyan û pêşveçûnê dê jê re hebin.
http://rudaw.net/kurmanci/opinion/16102014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark