Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nameya Gelê Kurd ji Miletên Herêmê û ji Cîhanê re

 


Bi Sedên Salan e Gelê Kurd li ber xwe dide, dixwaze wek hemû Miletên dunyayê bi hêminî, armî û serbixwe bijî.
Gelê Kurd aþtîxwaz e û tu caran naxwaze kotekî û zorê li tu kesan bike.
Nameya Kurdan ji Cîhanê re li gora hemû yasa û rêdan û destûrên ko ji Netewên Yekbûyî û Encûmena Asayiþa Navnetewî derketine, her Miletekî ko li ser axa xwe ya dîrokî dijî xwedî ziman û kultûrekî taybet e, ji mafê wî ye ko Welatekî wî hebe… Gelo çima em ê ji wî mafî bêpar bin?

Birayên Tirk, Faris, Ereb, Aþûr, Kildan, Siryan û Ermenî, Em destê aþtiyê ji bo we dirêj dikin.
Ji îro û pê ve Zarokên me naxwazin bibêjin Em Tirkî, Sûrî, Îraqî û Îranî ne…
Belê dê bibêjin: Em Kurd in û Kurdistanî ne…
Hêjano,
Elmanya welatekî piþtgiriya Miletên derbider û perîþan dike, ew Miletên ko ji ber stema Desthilatên xwe ketine alozî û metirsiyê û yek ji wan Miletan Kurdan jî li vir mafê penaberiyê wergirtine, di vê sebaretê de dixwazim Spasî û rêza xwe û ya hemû Kurdan ji Dewlet û Milet û Desthilata Elmanî re pêþkêþ bikim.
Spas ji bo Þaredariya bajarê Schleswig li Herêma Schleswig-Holstein ji bo evê danheva me, û spasiyeke taybet ji bo vexwendina min ji aliyê hevalê min Amed Doskî û xanima wî hevala min Þîlan Doskî,
Pir bi hevaltiya we kêfxweþ im…
Zor spas


28.08.2014
Ezîz Xemcivîn
Têbînî: Ev name li Elmanya - bajarê Schleswig - li Herêma Schleswig-Holstein bi zimanê Kurdî û Elmanî hat xwendin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark