Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Apo Osman Sebrî piþtî 21 salê

 


Konê Reþ 

Di rojek mîna îro de (11.10.2014), berî 21 salekê Osman Sebrî koça dawî li Þamê kiriye, wek wefadarî ji bîranîna wî re, ez ve helbesta wî ku wek bersiv ji Qedrî Can re nivîsandiye û di kovara Hawarê, hejmara 2an de belav bûye, ji bo we dikim diyarî. Gelo Apo Osman Sebrî di van rojan de sax baya wê çi bigota li dor Kobanî ji tevgera Kurdî re?:


Jiyîn xweþe bi xurtî
Li Kurdistan bi Kurdan
Bav û biran; çi bikim?
Hemû min tê bi dirdan.
Min dil tu car ne nalî
Min zar tu car ne kalî
Bi dil hiþkî, bi lalî
Sînga xwe da ber rimanî
Min îþev dît xewna rast
Deng û gazî çi xweþ hat
Digot rabin Kurdino!
Tev biran û tev xwehan.
De rabin li me tu zanî
Rim nîne giþ nizanî
Xopan kirin Kurdanî
Ev teral û nezanan
Hawarê, xweþ awakir
Dilê Kurdan pê þakir
Zar û ziman ava kir
Jîn û xweþî belav kir.
Osman Sebrî, Kaniya Ereban, 18/5/1932

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark