Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Kobanê

 



Þepal Hêvo
 
Tu yê çawa pêþwaziya min bikî
li ser darbesta kîjan helbestê
oxira min werbigrî
ez yê ku di taya nivîsandinê de

bînberdana lehengekî hembêz dikim
tu ji hemî birînan delaltirî
ji hemî êþan xweþiktirî
tu ya tivtivandî di xemla berxwedanê de.
 
Kobanê
lîlandina ku berî guleyê dihrike
guliyên ku di bin siya barûdê de diçirisin
û dayikên  ku bi tîna kezeba xwe
nanê serkeftinê dipêjin
ev hemî tabloyên te ne
yên pirtikandî bi tiliyên yezdanan
 
 
 
û hîn jî tu xwe diyarî mirinê dikî
dikenî
û ji kenê te bêrîkirin dadweþe
bêrîkirina axê ji þopa zarokekî re.
 
Kobanê
xeftanê kokirî di kevanê sitranên te de
huçikên girêdayî bi qundaxê tivingan ve
û rêþiyên ku dibine agir di þevên te de
ev hemî xelatên te ne
bîna giriyê dayikan ji wan tê
û dem ji sînorê peyvê vedikþe
lê hîn jî
di guvaþtina xwe de teqinî me.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark