Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: ji kengî ve û ji bo çi ez dinivisînim?

 


Konê Reş
 
Berî pêlekê mamoste Mehmet Tekçe hevpeyvînek bi min re, li dor çîroka nivîsandinê, ziman û edebiyata Kurdî pêk anî. Min jî, ji wê hevpeyvînê, ev pirs bijart û bersiva wê ji bo we belav dikim:

P. Ji kengî ve û ji bo çi dinivisînî? B. Li gor min, nivîsandin mereqe. Her divê mirovê nivîskar serwext û zana be, ji ber ku bê zanîbûn nabe.. Jixwe wek ku hûn tev dizanin pirtûkxaneya Kurdî di destpêka avakirina xwe deye, anku feqîr û lawaz e, û wek ku diyar e, serwextî û zanîbûna me ji zimanên din wek Erebî, Farisî û Tirkî kom bûye..


Belê min di bin bandor û şêraniya zimanê dayika xwe de hez zimanê xwe kiriye û pê nivîsandiye û min ew serwextî û zanebûna xwe a bi zimanê erebî bi zimanê Kurdî pêkve biriye.. Tevî qedexebûna zimanê kurdî, qedexebûna pirtûkên bi zimanê Kurdî û qedexebûna pirtûkên bi zimanê erebî li dor kêşeya gelê kurd, min hewil daye û bi kurdî nivîsandiye.. Pêre jî min bi erebî jî nivîsandiye.. Bûguman, bandor Cegerxwîn, Osman Sebrî, Dr. Nûreddîn Zaza, Qedrî Can û di serê tevan de mamostayên wan Mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan zor mezin e di vî warî de.
 Bi gotinek din nivîskarî û zimanhezî wek werîsê ji du benan hunandî be, yek bêyî yê din nabe.. Û di her tiştî de destpêk bi hezkirinê destpê dike û hezkirina durist û aktîv mêraniye.. Sebaretî nivîsandina min û hezkirina min ji zimanê Kurdî re, dikarim bibêjim ku ji gundê min Doda destpêkiriye, ev gundê sînorî ku li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê dikeve, kesî jê ne bi zimanê erebî û ne bi zimanê tirkî zanîbû û bi demê re di nav agirê van her du zimanan de dihat şewitandin.. Wiha di nav wê trajîdiya zimanî de mezin bûm, min xwend û bi giyanekî Kurdperwerî hatim xwedî kirin.. Di sala 1973 an de min dîwana Cegerxwîn (Kîme Ez!), peyda kir û çend carekî bi Cegerxwîn re rûniştim, hingê min jî wek tevayî nifşê xwe, hin caran bi zimanê erebî dinivîsand.. Lê piştî ku min Cegerxwîn dît û min jê pirsî Seyda tu bi erebî bêtir kare his û hestê xwe derîne an bi kurdî..? Beşişî û li min vegerand û got: Bi Kurdî.. Ji wê hingê ve nivîsandina bi zimanê kurdî niqutî dilê min.. Di sala 1977 an de bo xwendinê çûm Almaniya Rojava, li wir bişahî çav rojnameya (Roja Welat) ketim, bi Kurdî û tirkî bû.. Piştî vegera min di sala 1978 an de, min dest bi nivîsandina Kurdî kir, belê di pileyek biçûk de bû. Bi hatina ronakbîrên Kurd re ji Sovyêta berê wek: Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl, Eskerê Boyîk, Eliyê Evdilrehman Tosinê Reşîd.. Şêraniya zimanê Kurdî û danheva zargotina kurdî bêtir bi min re mezin bû û wê hingê, di rêka mamoste Eskerê Boyîk re çend carekî helbestên min di rojnameya (Riya Teze) de belav bûn..
Di salên 1980î de hin caran berhemên min di kovara (Pêşeng) de belav dibûn, ewa ku partiya rehmetî Samî Ebdulrehman li sûriyê diweşand.. Belê di sala 1988 an de min bi rengekî aktîv bi kurdî nivîsand û di Newroza 1989 an de min û hevalekî xwe Kovara (Gurzek Gul), bi Kurdiya Latînî weşand.
Ji bo wan kesên ku bi zimanê Cizîrî, Xanî û mîr Bedirxanê Botî diaxifin dibivîsînim, ji bo xelkên Qamişlo û Amûdê, Amedê û Sêrtê, Zaxo û Duhokê, Ormiya û Mehabadê dinivîsim, ji bo wan lehengên ku xwîna xwe di ber azadiya welat de rijandine, da ku careke din berfa li ser çiyayê Agirî, Cûdî, Barzan û Pîremegrûn, bi xwînê sor nebe, dinivîsînim... Da ku keç û xortên vî welatê birîndar bi aştî û aramî, her yek ji wan li ser Memê xwe, Siyabendê xwe, li ser Zîna xwe, Xeca xwe stranan bibêjin û Edûla Temir Paşayê Millî, bê tirs li ser Derwêşê Evdî binihirîne...
   Erê, ez ji bo gul, kulîlk û nêrgizên Kurdistanê dinivîsînim, ewên ku ji zimanê dayka min fam dikin, ewên ku, ez û wan bi yek şûrî dikevin û bi yek şûrî radibin, ewên ku ne ji wan be ez tune me û hebûna xwe di hebûna wan de dibînim, ez ji bo wan dinivîsînim.
Konê Reş, Qamişlo, 08.09.2014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.25
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark