Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ber bi pirojeya kurdistanī isteratīcīk de.. Xelek 17 .. Dewlet ū hižyariya netewī (Hineknimūne ji dīrkź)

 


Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer

Berê em gîhabûn wê yekê, ku civaka me ya kurdî kirîzeya hižyariya netewî heye, pergala bazdanê, ku em ji 25 sedsalan de tê de ne, ji ber vê kirîzê peyda bûye, her weha evê kirîzê em lawaz kirine, ku tevî žorežên pir, û kewranên cangoriyan, me nikarîbû ne welatê xwe rizgar bikira, û ne jî dewleta xweser dameziranda.


Her weha berê jî me dît, ku di navbera hižyariya netewî û dewleta netewî de têkiliya hevbandorî (deyalîktîk) heye, çimkê destpêkên hižyariya netewî rê ji bo pêkanîna dewletê dûz dikin, û di çarçewa dewletê de hižyariya netewî tê sazûmankirin û ber bi pêž ve diçe, û sîwana wê fireh dibe, û žûna xwe  bi nifžan re bi hêz digre, da civak hevgirtî bimîne. Êdî ka em hin nimûneyan ji dîrokê bidin ber çavan.

Nimûneyê farisî:
Hinek êlên Arî, di sedsala (8 b.z) de, di devara Pars an jî Parsua (bažûrê Îrana îroyîn) cîwar bûn, bi navê (Faris) hatin naskirin, û girêdayî žahnižîna Îlam bûn. Gava žahnižîna Îlam, bi sedema talana Ažoriyan, lawaz bû, Farisan destlata xwe fireh kirin, û pažê ketin bin nîrê dagîrkirina Ažoriyan, lê di pey re pêžiyên Kurd; Medan ew rizgar kirin, û bi žahnižîna xwe ve xistin. Welatê Farisan, wê hîngê, ji hêla aborî de xizan û pažvemayî bû, ji ber ku ew welat çolên bê ber bûn, vê lomê jî farisan giranî dan ser bazirganiyê û talanê.
Sala (553 b.z) qeral Korežê duwem êlên Farisan li ser bingeha netewî dane ser hev, da wan ji girêdana bi žahnižîna Med re rizgar bike.Ewî nakokiyên pêžewayên Med bi kar anî, û sala (550 b.z) žahnižîna Med dagîr kir, û di pey re welatê Babil û Sûriyê û žahnižîna Lîd (rojavayê  Tirkiya îroyîn) jî dagîr kir, û da ser welatê Tirkan li Asyaya navîn, û împeretoriyeke mezin damezirand.
Di serdema Qembîzê yekem   û Darayê Yekem de talan û hêrižên Farisan berdewam bûn, û awayê qeraliya navendî žûn girt. Di sîbera destlata navend de zaravayên êlên Farisan di zimanekî netewî de hatin pižaftin (helandin), û zeredežtî wek ola netewî hat pejirandin, bazara aborî ya netewî hat avakirin, û sermiyanê netewî peyda bû, û pêre jî Faris bûn hêzeke aborî û polîtîkî û ležkerî mezintir, û bîriya netewî farisî peyda bû, hižyariya netewî ya tevayî di civaka farisî de bi hêz žûn girt, û mêldariya netewê da ser ya êlîtiyê(1).
Li derdora nîvê sedsala (7z) de Ereban împeretoriya Farisan gêrkirin, lê hižyariya netewî di bîriya farisî de bi hêz žûn girtibû, lema jî pižtî kêmtirî 2 sedsalan hinek rewženbîr û siyasetmedarên wan tevgera vejîna neteweya farisî damezirandin. Ev tevger, ji hêla çandî ve di vejîna ziman û dîrok û wêjeya farisî de diyar bû, û ji hêla polîtîkî ve di damezirandina dewleta Sufariyê (867-908z)  û dewleta Samanî (874-999z) de diyar bû, û helbestvan El-Fîrdewsî (1020 z mirî) jî dîroka farisî ya efsaneyî bi awayê helbestê di destana (Žahname)de da ser hev(2).
Hižyariya netewî farisî di sedsalên di pey re de wek berê žûngirtî ma, talankarên Silcûq û Xuwarizm û Mangol û Teteran nikarîbûn ew lawaz bikirana. Di sedsala (16z) de dewleta Sefewî diyar bû (damezirênerên wê Kurdên hatibûn fariskirin bûn), îslama žîî, bi çand û nasnameya farisî berhema wê dewletê bû, û rêbaza sinî nepejirand, ji ber ku ev rêbaz nûnerê çand û nasname erebî ye. Û di sedsala bîstemîn de jî hižyariya netewî farisî di nûdewleta Îranê  bi serperežtiya žah Riza Behlewî de diyar bû, û komara  îslamî ya Îranê îro berdewamiya hižyaria netewî farisî ye, lê, bi nasnameya žîî ye.

 Nimûneya erebî:
Ereb, di welatê xwe yê gelek xizan de, êlên pev diçûn bûn, ji hêla žaristanî de, li paž gelên derdorê mabûn, her êlekê, yan jî her hevbendiyeke êlîtî rêvebirî, zarav, xweda û mala wî xwedayî, ku žûna hecê bû, hebûn, bi ser de her êlekê bazara, ku di dema hecê de diqewimî jî hebû. Nakokî di navbera Erebên bakur (Siûdiya îroyîn) û Erebên Bažûr (Yemen) de giran bûn, û zimanê bažûriyan ji yê bakuriyan cuda bû.
Li derdora sal (610 z) de pêximber Mihemed ola îslamê ragihand û hem bi xwežik-kirinê û hem jî bi tirsê bi êlên Ereb da pejirandin, Kebe û xwdayên wan ji holê rakirin, û hemî êlên Ereban li derdora xwedayekî û Kebeyekê, ku Keebeya Mekkê ye dan ser hev, û ew xistin bin sîbera yek zimanî (zarava ya Qureyž), û neçareyî pejirandina yek dewletekê kirin.
Pižtî mirina pêximber Mihemed hin êlên Ereban li hember dewleta Xîlafetê rabûn, û nexwastin xwe ji wê dewletê re dînin, lê xelîfe Ebû Bekir bi tundî ewna žikandin, û neçareyî bin sîbera dewletê kirin, û di pey re jî bervê Ereban ber bi gelên din de kir, da talan û hêrižan bidin ser welatên wan. Xelîfeyên pêžî jî ev riya Ebû Bekir girtin, û împertoriyeke ji sînorên Çînê ve digire heya bi Îspanya jî di nav de damezirandin.
Di sîbera dewleta Xîlafetê de hižyariya netewî erebî ya komel ber bi pêž ve çû, û mêldariya nasnameya êlîtî bi paž de ma, û bîriya netewî hate (dîrok, navdengî, wêje, helbest metelok û bermayî û hwd…) peydakirin. Û tevî ku Buweyhiyan û Silcûqan û Mangolan û Teteran û Osmaniyan, bi sedsalan li ser wan hukumdar  bûn jî, lê nikarîbûn hižyariya netewî erebî lawaz bikirana, û gava dewleta Osmanî, di yekemîn çarîka sedsala bîstemîn de lawaz ket, hižyariya netewî erbî hate vejandin, û Ereb, bi serperžtiya El-Žerîf Huseyn ( ji malbata Benî Hažêm, ežîra pêximber Mihemed e) kom ser hev bûn, û sala (1916) li hember Osmaniyan rabûn, û pê re jî dewletên erebî yên xweser hatin damezirandin.

Nimîneyine din:
Nimûneyine din hene, rola dewletê di pêžveçûn û belavbûn û bihêzkirina  hižyariya netewî ya komel de dupat dikin, wek nimûne;  pêžî Tirk li Asyaya navîn de, bi rêvebirî û zarav û olên cud cuda, êlên pevdiçûn bûn, lê ewana bi rêvebiriya sultan Tuxrul Begê, ku ji žaxê Silcûq bû, bi ser hev hatin, û pažê jî dest dan ser Efganistan û Îran û Kurdistanê, û sala (1055 z) jî dest dan ser Bexdayê, û bi Sûriyê û Enadolê de belav bûn. Osmanî jî berdewamiya wan bûn, ku împeretoriyeke mezin damezirandin, û nasnameya netewî tirkî, di bin sîbera wê împeretoriyê de, žûna nasnameyên Tirkmanî êlîtî wergirt, û zimanê tirkî jî žûna zaravayên tirkmanî wergirt. Dewleta Tirkiyê ya nûka jî žûngirtina Silcûq û Osmaniyanî ye(3).
Piraniya dewletên kevin wek vî awayên farisî û erebî û tirkî hatin damezirandin, û hîna jî  navên miletên xwe yên kevin, yan jî navê hêzdartirîn êlên xwe  hildigrin, û hižyariya netewî ya xweber (fitrî) , li ba wan êlan dikarîbû ji bo pêžewayekî hêzdar û zîrek bibe alîkar, da wan êlan di çarçewa dewletekê de bi ser hev.
Navê dewleta Çînê ji navê gelê îyaleta Çîna hatiye wergirtin, pêžewayê wê îyaletê des da ser hemî îyaletan, û sala (221 b.z) împeretoriyeke yekbûyî damezirand,  û navê dewleta Rûsiyayê ji navê êlên Rûs ên Sulavî hatiye wergirtin. Dewleta Rûsiya, berî sala (1330 z) tune bû, ew hin mîrnižînên, ku di bin sîbera hukumdariya Mangolan de bûn, lê Îvanê sêyem diyar bû (ji sala 1462 heya 1505 hukumdar bû) û ew mîrnižînan kom ser hev kirin û dewleteke mezin damezirand.
Navê dewleta Firansa jî ji navê êlên Fîrenc hatiye wergirtin, û li derdora sala (987 z) hatiye damezirandin, û navê dewleta Almanyayê  (Cirmanya) ji navê êlên Cirman hatiyê wergirtin, û dewleteke yekbûyî, ku navê wê (Almanya) ye, beriya sala (1871 z) tune b û, ev dewlet wê hîngê êline cud cuda bûn, (38) mîrnižîn ji wan peyada bûbûn, lê  ew mîrnižînan,bi cefayên serok wezîr Bismarck, kom ser hev bûn, û dewleteke federalî damezirandin(4).
Hevpariya dîrokî di navbera evan dewletan de ew e, ku pêžî her yek ji wan  êlên miletekî (rehekê) bûn, rêvebirekî hêzdar û zîrek di nav de diyar dibû, hižyariya netewî hevbež bi kar tanî, û ew êlan di yek dewletê de, û di sîbera yek zimanî, û çanda netewî ya hevbež, û bîriya netewî, û hin caran jî yek olê de didan ser hev.
Gelo miletê me yê Kurd jî di van qunaxan re derbas bû ye?. Bila ev yeka jî mijara xeleka, ku wê bê be.
      Û çi dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.
              12. 07. 2014
          
Jêder û çavkanî:
(1)   Biner Herodotus: Tarîx Herodotus, rû 92. Dyakonov: Mîdya, rû 72. Taha Baqir û Hinên din: Tarîx Îran El-Qedîm, rû 37. Ebdilhemîd Zayêd: El-Žerq El-Xalêd, rû 600. Mihemmed Beyyomî Mehran: Tarîx El-Îraq El-Qedîn, rû 460.
(2)   Fîlîp Hittî û hinên din: Tarîx El-Ereb, rû 537. Hesen Îbirahîm Hesen: Tarîx El-Îslam, 3/82. Emîn Ebdilmecîd Bedewî: Cewle fî Žahname El-Fîrewsî, rû 7-15.
(3)   Ebbas Îqbal: El-Wezare fî Ehd El-Selacîqe, rû 29. Ehmed Kemal El-Dîn Hilmî: El-Selacîqe fî El-Tarîx û El-Hedare, rû 21-25. Ebdilmunêm Hihemmed Hesenên: Selacîqet Îran û El-Îraq, rû 16.
(4)   Omer Ebdilhey: El-Felsefe û Elfikir El-Siyasî fî El-Sîn El-Qedîme, rû 11. William Durant: Qîsset El-Hedare, 26/1, 7, 8, 11. Herbert Fîžer: Tarîx Ewropa fî El-Esir El-Hedîs(1789 – 1950), rû 195.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark