Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Qilçix: Çilo çêlek di nav lingên DYP de winda bû?

 


Qado Þêrîn

Pîrê û neviyê xwe Azad li ser þîrê çêleka belek dijiyan. Pîrê hîn çêlek ji bavê xwe girtibû, hin caran þîrê wê difrot û ji neviyê xwe re cil û lîstik dikirî.
Neviyê wê Azad bi tenê bû, dê û bavê wî di bûyereke trafîkê de li ser riya Qamiþlo Serê Kaniyê hatibûn kuþtin, Pîrê ew anîbû ba xwe û barê xwedîkirina wî girtibû ser xwe.
Berî cejna qurbanê bi sê rojan çêleka pîrê winda bibû, wexta neviyê xwe Azad biribû çarcihê daku cilên cejnê jêre bikire, vegeriya bû malê çêlek tune bû, yekser bazda ba cîranan, û ji wan pirsî: we çêleka min nediye?


Hinan berê xwe jê diguhertin wek ku newêrîbûn bersiva wê bidin, lê hinan jî di guhê wê de dikirin pistepist û digotin: asayiþan çêleka te birin. Pîrê ji wan pirsî ma negotin çima? Belê gotin: bêhna rêxa wê hemwelatiyan aciz dike.
Rabû yekser çû ji Salih Mele pirsî, wî got: here pîra delal, vegere malê û wê çêleka te êvarê li ba te be..
Sê roj derbas bûn û çêlek venegeriya, Pîrê rabû çû ba Sînem Xan, wê jî got: here pîra delal, vegere malê û wê çêleka te êvarê li ba te be..
Sê roj derbas bûn û çêlek venegeriya, pîrê rabû çû ba Aldar Celîl, wî jî got: here pîra delal, vegere malê û wê çêleka te êvarê li ba te be..
Sê roj derbas bûn û çêlek venegeriya, pîrê rabû çû ba Ebdilkerîm Xetab, wî got: here pîra delal, vegere malê û wê çêleka te êvarê li ba te be..
Sê roj derbas bûn û çêlek venegeriya, pîrê rabû çû ba Asya Rehmelah, wê jî got: here pîra delal, vegere malê û wê çêleka te êvarê li ba te be..
Sê roj derbas bûn û çêlek venegeriya, pîrê rabû çû ba Ebdilselam Mehmûd, wî got: here pîra delal, vegere malê û wê çêleka te êvarê li ba te be..
Sê roj derbas bûn û çêlek venegeriya, pîrê rabû çû ba Ciwan Hûd, wî jî got: here pîra delal, vegere malê û wê çêleka te êvarê li ba te be..
Sê roj derbas bûn û çêlek venegeriya, pîrê rabû çû xwe avêt dawa Rêdûr Celîl, wî jî got: here pîra delal, vegere malê û wê çêleka te êvarê li ba te be..
Sê roj derbas bûn û çêlek venegeriya, wexta dengê qurqura zikê neviyê wê dihatê agir bi nava wê diket, rabû derket derve û heta xwedê qewet dayê kir hawar, bi tepan bi sênga xwe ket û porê xwe kiþand, hinan jêre gotin: pîra delal xwe bavêje tor û bextê nivîskar, rojnamevan û rewþenbîrên wan, bi tenê ewê bikaribin alîkariya te bikin û çêleka te vegerînin.
Pîrê yek nekir dudo, rabû çû yeko yeko li deriyên wan nivîskar û rewþenbîran da, wan jî jêre gotin: vegere malê û wê çêleka te êvarê li ba te be, û ku venegeriya emê daxwiyaniyek hiþk belav bikin, û revandina çêleka te þermezar bikin, çimkî em mafê zarokan diparêzin. Lê li dawiya dawî ne çêlek vegeriya û ne jî daxwiyanî belav bû.
Her carê sê roj derbas dibûn û çêlek venedigeriya. Jixwe helbestvanekî serxweþ bi tirba þêxê helbesta kurdî Baba Tahirê Hemedanî sûnd xwaribû ku wê çêleka wê berî wê li malê be. Lê sozên hemûyn vala û boþ derbas dibûn.
Pîrê rûniþt û li ser çarenûs û rûreþiya xwe li beramber neviyê xwe giriya. Pîrê di wê rewþê de bû biraziyekî wê ket hundur, piþtî li çîroka wê guhdarî kir, wî got: çêlek û pirsa kurdî hema hema wek hev in, di nav lingên wan de winda dibin, jixwe ji ber wê ewqase dezgeh û rêxistin ava kirine..daku yek radestî yê din bike û kesek xwe di ber têkçûn û þikestinan de berpirsyar nebîne.
04/05/2014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark