Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Geşbûna Rûsiya û Suberoja Kêşeya Kurdî

 


Dr.Azad Ehmed Elî*

   Rûsiya fedral bi ferehûna zevîyê li cihanê mezintirîn dewlet e, dibe di zengîniya samanê sirûştî de, li pêşêya tevahîya deweltên cîhanê be. îro  xurtirîn  çekên Nuklêr û Balistî di destê leşkerê Rûsiya de tê  bikaranîn.
  Ji alîyê ciyopolîtîka dîrokî ve, Rûsya berî sedên salan emperatoriyek  mezin li rojhilata Ewripa deselatdar bû, û li seranserî cugrafîya bakurê cîhana kevin karîger bû.


di sedê bîstan de ew karîgerî birengekî din berdewamkir, wek emperatorîyek eydiyolocî – siyasî li seranserî cîhanê pencvedan û cihgirt. Di nêzîkî hevtê salan de terazûya polîtîkayê li astê navdewletî ragirt, û herweha xudan biryar û helwistek giran bû.
 Di navbera salên 1991 -2001 ew dewleta mezina bi navê Yekîtiya Sovyet perçe bû, hêza Rûsya sal bi sal çilmisî, abûrîya wê lawaz bû, rola wê ya navdewletî têkçû. heya ku çend beş ji zevîyên Rûsya dîrokî ji bin deselata wê derketin,  ew herêm bûn beşek ji dewletên cîran, wek nimûne, devera   Kerimya…
Di van deh salên dawî de rûsiya geş bû, hêza wê ya abûrî xurt bû, teknîka çêkirina çekan vegêjand û li pêşêxist: bi kurtî dewleta Rûsiya (D.R) di hemî waran de geşbû, hêza xwe ya siyasî û leşkeriya  berê hin bihin vegerand.
  Li hember vê pêşketin û serhildana (D.R) Emerîka (US) diwarên siyasî de qelis bû, ji Îraq û Efxanistanê vekişya, li hember bûyerên Buhara Erebî gêj û bê helwest rawesta, li sûriye û lîbiya şikest. Evan bûyeran hest û wiza  pirtir da Rûsya, da ku pileya çalakîyên siyasî, diplomasî û çekdarî bilind bike. Dewleta Rûsya  xwest di destpêka vê geşbûnê de ew beşên welat û netewa Rûsî yên mayin li derveyî deselata wê vegerîne, xasime  Kirim ya, wek  giravek  stiratîcî  li derya Reş.
   Ya girîng ji bo me ewe, ku (D.R) wek hêzek netewî îro kar dike, wek dewleteke netewî xwe dide pêş, didemê ku dewletên Ewripa netewayetî ji bîrkirine, yan jî dixawzin ji bîrbikin, herweha Emerîkî tucaran ne netew bûn, ne jî wek netew kar dike, kesên li emerîka dijîn û rêberiya siyasî dikin, netewa xwe ya resen li şûn xwede hiştin e. Di siyaseta vê serdemê de (EU ,US) li ser kêşeya netewî na rawestin, belkî dixawizin ji bîrbikin. ji ber ku ew kêşe piroblimên berdewam ji dewletên wan re tîne rojevê, û peyda dike. Ji alîyekî din ve (EU ,US) dixwazin  hemî kêşeyên netewî di çarçewa mafê mirovan de, û di  rêya  xebata civaka sîvîl de çareserbikin.
  Li gor van bûyerên van heyvên dawî di navbera (D.R) û Ukranya de rûdayî  çi pêwîste em dibin berçavan re derbas  bikim, û bibêjim? Rastiya ku tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê û siyaseta netewîya Rûsya li çend alîyan, li hev rastên, ango dixwazim bêjim: dibe  birengekî ji rengan brcewendîyên gelê  Kurdistanê  û (D.R) van çend salên bêt, li gorhev  birêve biçin.
  Berî vê demê, ji mêjve ev gotar bi çend babeta hatiye gotin, lê çima ew lihevhatin û hevkariya siyasî bi encamp û berhemdar nebû?
 Rastiyek dîrokî heye kû kurd û Rûs ne du netew dostbûn, şer ji berî hezar salî li devera  (Derbend) ya nêzîkî derya Qezwînê bihevre kirine, dijminatiya emperatoriya Rûsyî bi gelê kurdre - yê  ku wek berevanê Îslamê dihat naskirin - bisedên salan berdewam kiriye, heya di cenga cîhaniya yekem de, êrîşên leşkerê Rûs û Ermen giheştin başûrê kurdistanê , bajarokên Barzan û Rewaniz wêrankirin.
 Dîse em li xwevegerim, bipirisin çire Kurd dikarin îro sûdê ji Rûsiye weribigirin? Bersiva vê pirsyarê di astê yekê de eyidyolocîk e, di nav hêzên navdewletî yên mezin de tenê Rûsya maye ku bawerîya wê bi kêşa netewî têtin, ji bo miletê Rûsî û diber yekîtîya netewî de kar dike, dixwaze rola Rûsya karîger li ewripa û rojhelata navîn  wek netew  vegerîn e.
 Li astê siyasî de em wek tevgerek netewî rizgarîxwaz dikarin  bi çavekî erênî geşbûna (D.R)  ya siyasî û diplomasî bibînin, daxwazîya hevkariyê jê bikin. Ew hevkariya  ku li ser bingehê bercewendîyên hevbeş rêve biçe. Yek ji wan bigehan arîkariye di damezrandina Kurdistanek serbixwe ye, ew amanc  dê dewletek nû nêzîkî sînorê Rûsya de ava bike, dewletek nû li  wan bawerî û amancan , dê dost û alîgirê (D.R) bimîne. 
  Ev nêrîn ne tenê xewnek siyasîye, belê rastiyek sitratîcîye, xewş tête piraktîkê, û derbasî prosesê dibe. ji ber kû Rûsiya gelek dewlet li serdema  karîgeriya xwe ya berê  de damezrandin e, di ber re gelek alîkarî bi tevgera azdîxwaza kurdistanê re kiribû.  Vêcarê  diyare û pêwîste  dewleta  Rûsya  bizanibe  dê gelek sûdê ji alîgiriya doza Kurdistanê werbigire, ji ber ku geşbûn û vegerana rola (D.R) li rojhilata navîn di rêya kêşeye kurdî re dê ektîv û karîger be, û belekî hesantir  be.
______   

  • Lêkoler li Tora Medya Rûdaw 

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark