Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Roja yekemîn li dibistanê.

 


 Beyar Robarî

Gundê me li serê çiyak ji çiyayên Rojavayê Kurdistanê -herêma Efrînê li navçeya Robariyan dikeve. Gund hemî kurdin û wek tê bîra min wê demê mirovekî tenê bi erebî baş nizanî. Çend kesan bi erebiyek pir xerab dendikirin. Jiber dibistan dereng li gundê me vebû û tev wê gundê yekemîn bû di Çiyayê Lêlûn de kû dibistana seretayî lê hate vekirin. Têkeliya gund bi navendên ereban re wek Helebê tune bû. Jiber rêk tunebûn û tirimbîl nikanîn biçûna û bihatina gundê me. Jixwe berî sala 1980`î tu kesî di gunde ne derektor û nejî tirimbîl tunebûn.


Xelkê gundê me bazirganiya xwe bipiranî li bajarê Efrînê dikirin û bi dewerên wek ker û hespan diçûn û dihatin wir. Di dawiya salên 1950`î de hindik-hindik xelkê destpêkir û çûnûhatin bajrê Helebê. Milet ji gund bi dewerê xwe birêdiket û diçû ser rêya ya nabera Efrîn û Helebê kû jêre digotîn (keroze) û li wir tiştên datanîn û dewerê xwe li stûnê telîfonê girêdidan û ciharê kayê jêre datanîn û li ser kêlek rêkê radiwestîn û destên xwe ji tirimbîlan re radikirin ta otobûsek an mikrobasek jibo wan bisekniya û ew lê siwardibûn û diçûn Helebê.
Bi piranî otobûs an mikrobas tijîbûn û divabûya xelkê gunde me û gundên dor me di wan otobûsan de lis er lingan bisekniyana ta Helbeb. Û ger li ser rê nuqta kontrola polîs buhata xuyan, şûfêr ji rêwiyan dixwast kû li ser erdê danîşin. Jibûna polîs wî sizenekin, jiber qedexebû hejmara lênîştvanan (siwaran) ji ya kursiyan bêtir be.

Şêniyê gund li bajarê Helebê kar û barê xwe diqedandin û berî hêvarî ji bajêr vedigeriyan û lis er rêya gund dadiketin û tiştên xwe dikirin xurcan û li dewerê xwe dinîştin û berê xwe didan gund. Û ji wir ta gund, rêkê dora demjimarek û bîst xulikan dirêjdikir.

                                                                                    1
Wê demê belkî du-sê kesan hewşên xwe li bajarê Helebê hebûn anjî bikirê runiştibûn.

Kurdên me ditirsîn biçûn Helebê jiber ziman nizanîn û ehetiya li wir nedibirin û nexwendebûn û Helebiyan henek û kêrçên xwe bi kurdan dikirin. Digotin hûn çiyayî ne û gundî ne û paşvemayîne. Û kinc û bergên me li xweşiya wan nediçûn. Wan bi çavek xerab û çûk li me kurdan dinêrîn!! Lê bi demê re ew helwesta bi helwestek şovînî xerabtir hat guhartin û digotin hûn tehlûkene li ser yekîtiya Sûriyê. Û jixwe hûn biyanîne û divê hûn bi erebin û zimanê erebî fêrbibin, ger hûn dixwazin di vî welatî de bijîn û bimînin!

Em vegerin ser roj mina yekemîn li dibistana gund. Wek hemû zarokan dema ez bûm şeş salî dayîk û babê min şabûn kû kûurê wan hêdî ke here dibistanê ye. Çentak ji min re kirîn û sidriyek û gotin hîsal tê herî dibistanê û divê tu bixwûnî jibûna tu birovek zanabî û wekî me kor nemînî û zor zehmetiyê di jiyana xwe de nekşînî. Lê we demê min nizanî watey wan gotinan çî ye. Bes min ji dayîka xwe pirsî û got:
Anê tu û babo ve nekorin, çavên we hene û hûn pêşiya xwe dibînin!
Dayîka min got:
Lawê min mirovê nexwende wekî korane, jiber wê em dixwazin tu xwendina xwe başbikî da dipêşrojê de mirovek hêja ji te derê.

Di mal de ez ji hemû xak û birakên xwe mezintir bûm û hengî em bes du birakbûn û xakek min hebû mixwebin ew zû anîjiyanbû û dayîka min gelekî li ser wê dagirî û xeydî. Bab û dayîka min gelek ji xwendinê hezdikirin jiber ji xwendinê bêparman û ji wan re bûye keser.
Min wek zarokên di salên min re, dibihîst kû mamoste li şagirtan dixin û bi zimanek din bi wan re daxivin! Berî em herin dibistanê em ji mamosteyan ditirsiyan û me newêrî nêzîkê dibistanê bibûna!

Sala 1960` î havîn çûn û me bêder hilanî û danî kelandin û dan kuta û savar hêra û kar hêdî sivikû û hêdî-hêdî havînê ciyê xwe ji payîzê re hîşt û barkir. Ew gema tîn û bihêz hêdî hêdî combû û herçû derva hênikbû û firte-firta bê zêdedibû.
Rojek şemiyê gor têbîra min dora nîvê meha cotmehê bû, sibebû piştî me taştê xwar dayîka min bidestê min girt û çente kire destê xweyî din û em berve dibistanê çûn dibistan ji mala me ve nêzîkbû.

Herkî em ji dibistanê ve nêzîkbûn kute-kuta dilê min zêdebû û tirsa min hîn mezintir dibû. Li min xuyabû kû ez ditirsim û min bi dayîka xwe re got:
Anê ez naxwazim herim dibistanê, were em herin mal. 
                                                                                    2
Dayê: Çima kurê min?
Ez: Ez ditirsim û mamosteyan nasnakim û dibêjin ew li zarokan dixun.
Dayê: Metirse lawê min tu ne bitenêyî. Zarokên gund yên di salên te re, giştik hîro li virin û divê tu bixwûnî jibûna zane derêyî û kor nemînî.
Min got: Ez nekorim û çavên min rind dibînin.
Dayê: Ez zanim tu nekorî. Nekorî yanê bo tu zîrek û zane derêyî û di pêşerojê de aqilmendekî hêja ji te derê.
Min got: Aqilmend çî ye?
Dayê: Aqilmend ew mirovê pir tiştan dizane û zane bixwûne û binivsîne.
Min got: Aha ! Yanê wekî kê di gund de?
Dayê: Di gundê me de aqilmend tunene.
Min got: Lê li ku hene?
Dayê: Li bajarên mezin aqilmend hene.
Min got: Tu çûyî bajêre ticaran?. Tu ço zanî tu li wir hene?
Dayê: Belê ez çûmî û min tu li wir di zayîngehê aniyî.
Min got: Aha, û te aqilmend li wir dîtin?
Dayê: Na, min nedîtin lê min bihîst kû li wir gelekin û pir tiştan zanin.
Min got: Min milên xwe hejandin û got ez nizanim, dibe.
Dayê: Lo tu çiqas dikî pilepil û serî mirov dêşînî!!.
Min got: Yanê ez devî xwe bigrim?
Dayê: Na devî xwe megire, lê pir meke pilepil.
Ha em gihîştin dibistanê, baş guhdariyê mamoste bike û tim melîze û bi zarokan re megirehev û nanî xwe mede kesî. Û balê xwe rind bi tiştî xwe de, da kes ji te nedize.
Min got: Ezê balêe xwe baş bi tiştî xwe dim. Dema gihîşt ba dibistanê, min dît pir xelk li wir kombûyî û gelek zarokên wek min li wirin û hinekan ez ji wan nasdikim.
Dayê: Tu dibînî çiqas zarok wek te hatinî û ew jî roja yekemîne derin dibistanê.
Min got: Ez dibînim û hinekan jê nasdikim.
Dayê: Başe tu û hevalên xwe hûnê bihevre herin û werin û bixwûnin. Û zarokên din jî tê hindik-hindik nasbikî û hemû ji gundê me ne. 
Ger kesekî li te xisit, bi mamoste re bibêje û çaxê tu hatî mal jî, ji min ûbabo re bibêje. Da em bi xwediyê wî zarokî re denkin jibo şerî xwe di te nede.
Min got: Başe anê ezê wek te gotî bikim.
Dayê: Ger mîza te hat an jî tu tîbûyî bi mamoste re bibêje, jibo tu kanibî herî avê vexî û mîzkî.
Min serî hejand û got: Başe dayê.
Gava em gihîştin ber deriyê dibistanê xelk tijî bû.

                                                                                    3

Dayîka min silav da pir kesan û wan li halê hevdû pirsîn û zarokên xwe bihevdû didan naskirin.
Ew jin û mêran jibo min wek zarok gelek mezin dihatin xuyan. Herwisa çavên min li zarokên dinbûn û kinc û çentetên wan. Hin zarok bikinçên pak û ciwan bûn û hin jî bi kincên gemarî û kevin bûn.
Min çend zarok naskirin, bes ewên mala wan li dor mala me û xizmên me ve. Hinek cara yekemîn bû kû ez wan dibînim û min nizanî navê wan çî yê û ji kîjan malê ne. Wê demê gund bi min pir mezin dixwaniya! Min digot bab û dayîka min çawa ew zanin li gund bigerin û herin û werin. Ez ditirsîm ji mal bi tenê dûrbiçûma, jiber min digot ezê çawa vegerim mal û ezê hindabibim.

Em ketin hewşa dibistanê kû sûrê xwe ji sênca keviran pêkdihat. Hewş gelekî ferebû û piraniya xwe jî dûzbû. Dibistan bi va şêweyê   / [ / hatibû avakirin û ew ji pênc odan pêkdihat û dîwarên xwe kelînî bûn. 
Şênî li pêşiya avahiya dibistanê kombû û me sehkir mirovek ji odakê derket derva û zengilek di deste û zengil lêda û bi zimankî din, jibilî zimanê meyî kurdî denkir û ez tiştekî jê tênegihîştim!! Lê min bala xwe dayê zarokên mezin (kevin) hemî rêz birêz sekinînî û destên xweyê rastê danî ser milê hevdû û bêdeng manî.

Min ji dayîka xwe binermî pirsî û got: Anê wî mêrkî çi got û kî ye ew?
Dayê: Bidengek nizim ew mamoste ye, lawê min. Bes çi got ez nizanim, jiber ez bi erebî nizanim û divê ez ji hinekan bipirsim.
Min got: Çawa tu nizanî?
Dayê: Lawê min ew nezanimê me ye û ez neçûmî dibistanê.
Min pirsî û got: Ereb kî ne?
Dayê: Wek çawa em kurdin miletek din jî heye nave erebin.
Min got: Ê çima mamoste ne Kurd e û divê em bi erebî bixwûnin?
Dayê: Ez çi zanim lawê min. Hukmet wisa dixwaze.
Min got: Çawa tu nizanî û tu mezin?
Dayê: Mirov nikane hemû tiştan zanibe û min nexwendî. Van pirsan ji bavî xwe bike, belkî ew ji min çêtir zanibe.
Min got: Başe ezê ji babê xwe bipirsim.
Dayîka min ji mêrikekî pirsî û got:
Hemîd tu kanî xêra xwe min re xeberdî, mamoste çi got?
Hemîd: Mamoste bixêrhatina zarokan kir û pêçek din wê navê wan bixwûne û xwast kû şagirtên nû wek yên kevin di rêzê de lipêhev bisekin û bêdeng bimînin.


                                                                                    4
Paşê her polek wê lipêhev derbasî pola xwe bibin. Û di hin odan de du pol rûdinin jiber ode hindikin û sê mamoste tenê dibistanê zarokan bixwendindin û bievedibin. Û wek hûn zanin hejmara zarokan mezine û pênîvroj zarok werin dibistanê.

Mamoste berî gî nave zarokên kevin xwendin û min bala xwe dayê ew lipêhev di rêzan de sekinîn û destên xweyê astê dan ser milên hev û sidiyek reng bêlûnî lihemiyan bû. Wisa ta pênç pol biserî bû paşe dor hate me û mamoste navên me xwendin û min yekmîn car bû paşnavê xwe dibihîst. Ger ji min re negotana min nizanî kû ew paşnavê min e!

Dirêjnekir mamoste navê min xwend û min nexwest an tirsîm yan fedîkir ez herim di rêzêkevim, dayîka min bi destê min girt û birim nava rêzê û bizora destê min ji destê xwe kir. Min jî destê xwe dat ser milê zarokê pêşiya min û xulikek neçû yekî jî destê xwe danî se milê minî rastê. Ji tirs û fedî, birastî min pêşiya xwe rind nedît.

Paşê mamoste hemî derketin derva û dudu wan jibûn û ne ji gundbûn. Mamoste tiştek got me nizanî çi ibêjê, lê me dît zarokên kevîn şeq jihev vekirin û kirine teperep û destên xwe ji ser milên hev danîn û dan kêleka xwe. Mamoste ji mere jî gt: Starêh, stahêd, bikurdî yanê amedebe û vehese.

Bi demê re em fêrbûn wateya wan peyvan û me ew ezberkirin.
Jiber heroj çend û çendcaran ew di rêzê de disekinîn û me dikire teperep bi pêyan. Ew toreya ji welatên Rojhilata Ewrupa biribûn û
armanca hukmetê ji vê perwerdeyê mejiyê zarokan bişo û ji çûkî de bi rejîmê ve girêde.

Hundir odê hinekî nepakbû û du qor rehil her yek li ber dîwarekî bû û du pencere di odê de bûn her yek ji di hêlekê de bû. Wek tê bîa min em sê zarok di rehlekê de rûniştin û di qorê sisiyê de.
Mamoste derket çû oda mamosteyan û piştî çend xulikan vegerî û komek pirtûk di hemêzê de ye. Ew pritûkan danîn ser masa xwe û paşê li me yek biyek belavkirin.
Û dibere dendikir lê kesî ji me nizanî ew çi dibêje. Paşê tiştin li ser depreşê nivisandin lê me qet nizanî çi nivisandî. Dipêre navê me ji kaxezekê xwendin û ji her yekî xwest rabe ser xwe û pirsin jê dipirsîn, lê em tênedigihîştin ew çi dipirse an dixwaze. Em hemî bêdengbûn û me nizanî bersîva wî bida û em jê bitisbûn.
                                                                        5
Û di keysa yekemîn de dema berdanî derva me bawernedikir kengî dibistan we rojê ke biqedê û em herin mal û ji wî kesî xelasbin.
Serê min gelek êşî jiber me nizanî mamoste çi dibêje û tirs û yekemîn roj wisa em tên girtin di cîkî de û nikanin rehet bilevin û rehetiya xwe bibin.
Û bi ser wê de gelek zarok di odakê de û piranî jê nasnin, jiber we hemî bihêna min tengbû û dibistan û mamoste û ew zimanê pê daxivî di çav min de reşbûn. Bendora wê li serr min meznin bû û dirêkir û ji zimanê erebî kok heznekir û wek zikreşîkê bidemêre bi min re li dijî wî çêbû.

Wisa bi min re dirêkir ta min dibistana navendî beşê yekemîn tewakir, paşê hêdî-hêdî hinekî min rehetiya xwe kanîbû bidiya di erebî de.
Piştî ez vegerîm mal ji dibistanê wê rojê min gelekî dagirî û ji dayîka xwest ku min neşînin dibistanê, jiber ez tiştekî ji mamoste tênegihîştim serê min êşî. Ew li ber min gerî û di ber dilê min re çû û hat û got:
Lawê min ez zanim hinekî jibo te zehmetbû hîro, jiber roja yekemîn bû û tu hîn zimên nizanî, lê bi demêre hindik-hidik tê fêrbibî û serî te nêşe. Paşê tu nebitenkêyî, te dît çiqas zarok wek te hene û hemî bizimên nizanin.

Min got: Serî wan jî dêşe.
Dayê: Raste serî we dêşe, lê dive hûn damîşbin û bihênê xwe fere bikin.
Min got: Anê bi mamoste denkin bila bi kurdî ligel me denke.
Dayê: Lawê min mamoste guhdariyê me nake. Rê tune dive aqilî bi ser xwendinêdî da kû tu zû fêrî zimên bibî û paşê alîkariyên birakî xwe bikî.
Dayê: Mamoste çi ji we re got an da we wek karê mal?
Dayê: Mamoste pir denkir lê ez tênegihîştim wî çi got. Zarokên din jî wek min tênegihîştin.
Min got: Bese pirtûkin dane me û ew di çêente dene û tîpin lis er depreşe nivisandin û me lipê wî xwendin û di lênûsa xwe de bipênûsê qurşînî nivisandin.  
Dayê: Ka pirtûkên xwe derxe beve dayîkê xweke.
Min prtûk derxistin û berve dayîka xwe kirin û wê gt:
Ohhh, ptûkin pir ciwanin, hajê hebe gemarî mekê û nedirîne, da mamoste ji te nexede.
Dayê: Xwarina te besî tekir?
Min got: Belê anê beskir.
Dayê: Kesî şerê xwe li te da?
Min got: Na, çima henek ke şerî xwe di min bidin!!!
Dayê: Carna mirov li ser tiştan digrehev û şerdike.
Min got: Ka babo lik u ye?

                                                                                    6
Dayê: Babê te li mala metê te ye. Pirtûkên xwe rake û wee nanî xwe bixwe û ew tiştên we li dibistanê birinî carekê dudiyan bixwûne jibûna baş di mijî te de rûnin.
Min got: Başe dayê. Min çentê xwe rakir û hinekî tev birakê xwe ez lîstim û pê şabûm û bihevre çun nanê xwe xwarin û wî teve min pirtûk danehev û me rakirin.
Ew gelek şabû dema ez vegerîm mal, jiber biroj pêde bitenê bû û kes tunebû vêre bilîze. Demez vegerîm beve min bezî û dest bi pirsankir û xwe did or min re çekir.



                                                            Dawiya çîrokê.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark