Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Darvekirin

 


Reşad şeref

Dema çirîska şoreşê dest pêkir dilê te pêre rabû. Herdu kurên te, ji şoreşgerên pêşî bûn. Te dizanî nerxê azadiyê girane. Lê omîd û hîviyên tejî bilind bûn.
Tu zindanî kirin, ji tere gotin: Eger kurên te xwe nedin dest me.. emê te bidarve bikin. Te negot na, ewan texmîn dikirin ko tê xwe bavêje li ber lingên wan. Te bi şanazî serê xwe hilda jor û spasiyek da xwedayê  xwe, te zanîbû te çi leheng li pişt xwe hêlane.


Dema kurên te bûyer bihîstin, berê xwe dane zindanê û xwe radestî xwînmijan kirin da te azad bikin.
Lê tu azad nebû, te ji zarwên xwere got : Ma gengî ev xwînmij xwedî soz û biryarên xwebûn!!!!!
Dadgeha leşkerî biryar da ko we hersiyan bi darve bikin tevlî ko hûn ne leşkerbûn.
Te ne dikarî li çavên piçûkên xwe binêre, tevlî ko te dixwest çavên xwe ji nerîna wan têr bike. Çavên te ne dikitin li ser hev, lê te cardin di dilê xwede digot, xewnek girane ezê niho şiyarbibim, yan te dixwest xewin be.Mehek derbasbû hûn jar û lawaz dibûn.
Te mereqa pîrejina xwe, û keça te ya canik dixwar, ka wê çewa vê bûyerê bibhîzin, yan bermîlên teqîner wê zûtir bighên wan!
Nobedar, namek radestî wekir, biryar numre:( …. )darvekirin roja sêşembê ye demjimêr dehê beyanî! Jiber dilovaniya xwedê û dadwer, emê dudiyan ji we darve bikin. Te got: Xwezî herdu kurên min bibûyana du teyrik û di kuleka vê xewnê re bifiriyan, dema ez ji vê xewna reş şiyarbama bila celadan goştê laşê min bi mûçina biçiniya û hestiyên min li tu erdî neveşarta.
We şêwra xwekir, kurê piçûk bi darve nekin. Tûrê reş xistin serê te, te ji xwere digot: Kurê minî piçûk wê çîroka me ji nivşê bê re bibêje!. Du leşkeran destên te girtin, te bi xeyd ji wanre got: Destê min berdin, ez ji mirinê natirsim neviyên şêx Saîdê Pîran û Qazî mihemed ji sîdara bilindtirin!.
Dema çavên te vekirin, herdu kurên te, bilind bilind bi darve kirîbûn.
Swêsra
04.01.2014


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark