Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hilbijartinźn Tirkiye

 


Žahoz Haco

Hilbijartinên Tirkiye deriyekî nû li pêžiye doza kurdan dikare veke eger kurd zanibin çawa bi encamên vê hilbijatinê re bidin û bistînin. AKP 45,5% ji dengan bi dest xwe ve anîne, ev jî dike ku AKP bibe partiye sereke di Tirkiye de, helbet mezin bûna hêza AKP û qels bûna partiyên din rewžek nû tîne nav siyasete welat, kurd jî dikarin ji vê rewžê qizincan derxînin û bidestxin.


Partiye kurdan BDP, bi tenê 4 % ji dengan bi dest xwe ve anî, ev mirov ta radeyekê  xemgîn dike, ji ber ku bawerî wilo bû ku kurd gereke vê carê pir dengan bidestxin lê wisa çênebû, mixabin van hilbijartinan wisa diyar kir ku kurdên bakur jî wek hemî xelkên welat ji siyaseta Receb Teyib Ardogan razî ne, ji ber ku di hilbijartinan de gelek ji dengên kurdan li Kurdistanê ji bo AKP hatine dan.
Hijmara Kurdan geleke li kurdistana bakur, lê bêtirê wan di çerçoveye polîtîka Tirkî de dixebitin û mijûl dibin, pirsgirika wan a netewî wisa xuye ye ku ne estenge ji wan re ku di nav partiyên tirkî de bixebitin, ev jî tê wateye ku pirsa netewî ji gelek kurdan re ne di rêza sereke de ye, bêtirê wan wek geleke din ji miletê Tirkiye hîn di bin bandora siyasete kevin ya welat de ne û wisa dixuye ku AKP ev yek baž tê gihižtiye û bi duristiye xwe di warê aborî de û pêžxistine civakî de wek partî qizincan dike û bi zanebûn tižt êxistine bin xezmet û berjewendiyên xwe de, AKP wek partiyek xwedî proje di warê aborî de guherandinên ber biçav di welat de kirine, helbet kurd jî wek miletekî bindest ku di bin zordariyek mezin de bûn  ji siyasete AKP ne bê parin, vê yekê derî li ber gelek tižtan vekir û bi taybetî hewldanên AKP di warê çareserkirina pirsgirêka kurdan kir ku kurd bi awayekî din nêzîkî wan bibin, weke ku diyare jî birastî AKP gavin mezin di vî warî de avêtine û pêvajoye ažîtîyê yek ji wan gava ye ku hîn berdewame ne hatiye rawestandin,  hîn daxwaz jî heye ku ev pêvajo biserkeve, birastî em wek kurd pêwistiye me bi vê pêvajoyê pir mezine bi teybetî pižtî van hilbijartinan pêwistiye me ji berê hîn bêtire ji ya AKP ji bo pêžxistin û pêžveçûna vê pêvajoyê. Kurdên bakur nema dikarin bi žer pirsgirêkên xwe çareser bikin,  merc êdî ji žere nema ye, bi tenê bi riya siyaset, berrevanî û bergirîyê de kurd dikarin pirsgirêka xwe ya netewî gav bi gav pêžxin û qizincan bi destxin.
Serokê herêma Kurdistanê berêz Mesûd berzanî di çûna xwe ya Amedê de xwest ku kurd û dewlet êdî bi awakî nû tevlî pêvajoye ažîtîyê bibin, berêz Mesûd di axavtina xwe de got ku: "Wextê avakirina dîrokek nû hatiye. Edî wext, wextê bi hev re jînê ye. Em dikarin bi riya bi hev re jînê, gelê xwe bigihînin rojên bextewar. Žer hatin ceribandin. Tu kesê ji žer xêr nedît”. Berêz Mesûd hêvî dikir ku êdî kurd û tirk nema hevûdu bikujin.
Eger mirov li dîmen û wêneyê rojhilata navîn temaže bike, bawir dikim ku kurd û tirk bi hev re dikarin xwedî rolek pir giring û baž bin, Hevgirtina gelê Tirk û Kurd pir giring e, her dû gel bihev re dikarin gelek tižtên baž ji bo herêmê pêžkêž bikin û biguherin û berê vê herêmê bidin aliyê rast ji bo qizincan ji herdû gelan re û ji bo gelên herêmê re jî.
Ev proses gelek caran žikestîye û dîsa nû bûye, pêwîste ku herdû alî bi xebitin ji bo ku gav werin avêtin û pêwîste jî ku rewženbîr û nivîskar yên herdû gelan bi awakî erênî pêžwazî û pižtgêriyê ji bo vê prosesê bikin.
Pewîstî bi kesên bispor û hižmend heye ku karibin diyalogê bi dewletê re berdewm bikin, pêwîste ku PKK êdî van kesan tevlî prosesê bike, hema yek beryar û yek dîtin nema dikare serdestiyê bike.
Kurd nêzîkî 20% ji miletê Tirkiye ne, mixabin bi tenê 4% ji dengan tînin ev yek gereke ku siyasetmedarên kurd bike nav metirsiyek mezin de, pir pêwîste ku tevgera kurdan lêvegerekê ji rewža xwe re bike û beryarên wêrek û miranî di derbarê siyaseta xwe de bike.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark