Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bandora guhartinê

 


M. Hec Kebe

Bê gûman Pirsa wî a weye jî gava dibêje: ma guhartina çanda zorê yê li welêt bi tevahî hatiye qewimandin bandora xwe li herêmên kurda çêkiriye an na? û ma kurda heya kuderê kanîn rûçala ramanên desthilatdariyê hilkirana, piştî volkana mezin li vê xaka  ku hîn bi tundiyê tê meyandin? Bi rastî pir cara mirovê kurd qelsiyê di xwe de dibînê, dema bi kûranî li panorama dîmenê welêt mêzedike, bi taybet gava ew her carê ku li xwe vedigerê û bi carekê bandora xwe li ser erdnîgariya sûrê nabînê,


 û mixabûnên wî hîn fazle dibin, gava tê bîra wî ku çawa xwe berpirsyarê guhartnê didît û herdem hêviyên siyasî yên mezin dianîn ziman, lewre ew hr dem xwe xwedî rolek lewaz û qels dibîne, tevî qurbaniyên ku bi sedan hatine dayîn di şerê cengê de li seranserî welêt, tabî ji bilî kesên ku bê sûc û guneh li rê û yolaqan jî hatina û hîn jî têne kuştin, û bi serde wêrankirina hezar malên kurda di bajarên wek heleb û şam û hema û humsê de, vêyî ku em behsa kurdên li herêma babê bikin, û ku çawa gundên mezin wek “til hasil” û “til eranê” tev hatine vala kirin ji mirov û jiyanê,  û bi serde kurdên Selma yên belkî bi carekê ne di bala berpisyarê kantona ne, ew herêma girêdayî  parizgeha laziqiyê, navçeya ku hejimara welatiyan têde berî şoreşê nêzîkî 70 hezar kes bû, lê îro li gorî çalakvanan wir 5 hezar mero tenê jê mane, û pirsa ku pir cara tê kirin, gelo ma rêberên giravên kurdî an kantonên hatine îlankirin ma ew mirov û herêmên kurda yên dervayî sînorên rêveberiyê  wan kurd dibîn an na, û ma helwesta wan çiye li hember qirkirin û valakirin û wêrankirina wan gund û bajarokan, lê vêca ew qurbanên berjewendî û pêlanên siyasetê ne.
Tevî ku em di vê derbarê de pir li ser têkliyên hin rêxistinên kurdî bi desthilatdariya şamê re ranawestin, ji ber ku belkî sûda wê jî pir cara tunebê, çimkî ew bûye axaftina rojane di hemî acet û alavên ragihandinê de, ji ber hîn problêm didome û heya ku wê serê xwe bi neqenciyê rake ne diyare, çimkî xaka sûriyê bûye lîsgeha pir rêxistin û tevgerên dewletên dûr û nêzîk, û her kes dixwezê qirêjiya nav xwe bişînê sûryê, ji ber ku bazara buhişt û mirinê li wir qormîş bû ye, û ka hêrsa kîn û tundiyê wê kingî bi dawî wre jî rewşa bersivê û asoyên xwe  ne zelalen, ji ber pir hene hîn alafa êgir gurdikin, ta erdnîgara sotandinê hîn ferh tir bibe, lê ê ku merovê kurd herdem dikewkirînê ku tevî wêrankirn û qirkirna sê salan wî ti wane jê negirtine, û di vê derbarê de tê bîra mirov  ku çawa berê digotin: ger agir gîşte ber lingên te tu zû riyên xwe şilbike, ji bo were parastin ji alafa agirê ku te dorpêç dike, lê tevî ku agir di ber bozê me re derê û tê lê hîn jî em honebûne, gelo ma em Karin bipirsin heger bingeha çanda me ji berê de li dijî gera dunyê ye an na? û ew ji bingeh de ne bi zîvrandina çerxê re digere? lê vêca ew rêxistinên serdariyê li tax û herêmên kurda dikin tenê li dijî guhartina rewşa kurda ne, û heger ne wanî ye, çima me ti wane ji ezmûna ku sê salin tê li darxistin heya vê katê nedîtiye, çimkê heger di şoreşan de istûnên ykaniya an ezeztiya partiyan an rêxistinna nehate hilweşandin, ma  wê kingî ava guhartinê ê bi wê xakê gîne, ger çanda zorê mîna berê ma û riftarên asyîşan jî ti cûdahî neketê, û gendliyê hîn bêtir tamar û rûçalên xwe bi kin û dirêjiyê xwe berdan nava gel û civakê, ma cûdahî heye wê hingê di navbera hêzên ewlekar, ger bi zimanê kurdî be an bi zimanê erebî be, lê vêca  sedem di kêmaniya ku me xwe bi sed salan têda dîtiye li hember gelên din, û ew tim sedema aloziya hişê meyî netewî ye, û ew dihêlê ku em razîbin bi hemî nexwaşiyên desthelata kantonan, tenê ji ber ku kurdin, gelo ma kîngî emê ji ramanên çewt û zingarî rizgar bibin?  Û ma pêwîstî heye ku li herêmên kurda jî volkan  wre teqandin ta em fîrbibin ? lê pirsa welatiyên kurd ya sereke herdem li dare û yê tim jî  bê gotn: gelo ma bi rastî em wek gel ne hêjayî pêşketinê ne? lê kesin kurd hene tu carî ne ji bercewndiya wane ku hîç guhartin an pêşketin di herêmên kurda de çêbibin?.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark