Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di roja cîhanî a Jinê de, Jinek Kurd wek nimûne; Perîxana Remî, (Diya Emînê Perîxanê):

 


Konê Reþ

   Diya þêra bû, diya heft birayên ku bi destê tirkan hatin kuþtin, diya Emînê Ehmed bû.. Bê guman rola vê jina Kurd di herêma Biþêriyê, Heskîf, Midyad û Xerzan de, ne kêmî rola Xanzade di herêma Soran de bû û ne kêmî rola Hefsexana Neqîb, di herêma Silêmaniyê de bû.. Lê zor û setema tirko ji hêza wê û zarokên wê mezintir bû.. Ew jî bo azadiya herêma xwe ket zindana Diyarbekir de.. Zarokên wê bi serê çiya ketin.. Di Þîpê Rema de serê Samî beg û Ziya beg jêkirin û ji diya xwe Perîxanê re þandin.. ta ku kurên wê yek bi dûv yekî de, li ber çavên wê, bi destê Tirko hatin kuþtin..




Dawî Perîxana Remî, diya Emînê Ehmed, an Emînê Perîxanê, keça Elî Begê Eskîfî, ji mîrekên Eskîfê, ku malbata wê bi koka xwe li malbata Selaheddînê Eyûbî vedigere, di sala 1943 an de, li gundê Zaxora xatir ji dinyê xwest û di bin siya çend daran de hat veþartin.. Her sibeh çûk û çivîk li ser kêla ber serê wê datînin û strana Hawer delal, Hawer delal dibêjin.. Wêne: Gora Perîxana Remî ye.

Konê Reþ
Qamiþlo,07.03.2014



Nîþe:
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark