Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk Xelek 2 Ev nasnameya me ya netwî ye

 


Dr. EhmedXelîl (Sozdar Mîdî)
Wergêr: Heyder Omer

Têgeha nasnameya netewî:
Gava lêvegera milet, û dewleta, ku kar û barên wî bi rêve dibin, û hêza, ku wî diparêze, tune bin,wê hîngê ew milet, ne tine dibe wek goka,ku di nav piyên lîstikvanan de, her yek wê ber bi armanca dixwaze de davêje. Belê her tiþtên, ku bi wî miletî ve girêdayî ne, di pêþî de jî nasnameya wî, pêrgî pîskirinê û tunekirinê dibin. Li dirêjiya bîst û pênc sedsalan, gelek ziyanên mezin ji bo nebûna dewleteke Kurdistanî gîhan miletê Kurd.



Nasnameya milet kesayetiya wî ye, ku di nav miletan de, pê tê naskirin, ew têkiliya hestewerî û ramyarî ye, ku li dirêjiya serdeman de, nifþan û welêt û pêþiyan û zîmbolên kelepûrê li gel hevdu dibestîne, ew lêvegera gîyanî ya herî hêzdar e. Gava lêvegera çandî û polîtîkî ji hev dikeve, û dewleta netewî kavil dibe, lêvegera gîyanî ya mezintir (nasnameya netewî) milet ji perçebûnê diparêze, û wî li hember helandina di navbera nasnameyên din de hêzdar dike.
Belê…kesê parsî bi nasnameya parsî tê naskirin, ku ew paesî ye, kesê ereb bi nasnameya erebî tê naskirin, ku ew ereb e, kesê çînî bi nasnameya çînî tê naskirin, ku ew çînî ye, û kesê kirdî jî bi ya kurdî tê naskirin, ku ew kurd e, û her weha kesên miletên din jî.
Tevî ku Kurd heya niha bê lêvegereke kurdistanî çandî û polîtîkî ne, û bê dewleteke yekbûyî ne, û tevî ku nasnameya kurdistanî pêrgî hêriþên pîskirinê û tunekirinê bû ye; kesê Kurd, tevî wê, li kû derê be jî, û kî dibe jî, ji bilî ewanên ku ji rastiya xwe baz didin, û di netewên din de hatine helandin, bi nasnameya xwe serbilind e, û dibêje: Ez kurd im.
Beriya ku em rastiya nasnameya kurdistanî, di kûrahiya dîrokê de dipelînin, aya kesên din li ser nasnameya me ya netewî çi gotine?!
Nasnameya me ya netewî di jêderên kevin de:
Em dikarin dîroka miletê Kurd li pênc qunaxên sereke par ve bikin:
1. Ji Serdema kevirî de heya jiholêrakirina þaristaniya Guzana li derdora 4400 b.z.
2. Ji piþaftina þaristaniya Guzana de heya gêrkirina þahniþîna Med sala 550 b.z.
3. Ji gêrkirina þahniþîna Med de heya talanên erebên misilman li derdora sal 640 z.
4.Ji Talanên erebên misilman de heya jiholêrakirina dewleta osmanî sala 1924 z.
5. Ji jiholêrakirina dewleta osmanî de heya nûka.
Di Nûçeyên berî îslamê de, tiþtekî, ku li gel nasnameya kurdî têkildar e, me nedît. Tenê hin caran derbas dibe, ku Kurd çiyayî, sert û dirinde û „roviyên çiya ne”(1), nemaze jî di serdema Ekkdî û Aþûrî de, ji ber ku pêþiyên Kurd bi tundî li hember wan talakeran radibûn.
Ji nameya qeralê Eþkanî yê dawî Erdîwan bo qeralê Sasan yê yekemîn Erdeþêr kurê Babek tê xuyakirin, ku Kurd þivan in, û ne layiqên rêvebiriya þahniþîna ne(2), lê ev rengdêran ne li gel nasnameya netewî, belê li gel tevdîran girêdayî ne.
Di vî warî de, cudahî di serdema îslamê de heye, hin gotinên, ku nasnameya kurdî vedikolin û þirove dikin hene, berztirînên wan ev       ên jêrî ne:
1.Kurd ji senseleta Erebên bakur in (Ednanî), an ji senseleta Erebên baþûr in (Qehtanî-Yemen), an jî ji senseleta  Erebên, ku guh nedane Silêman pêximber in, û ber bi Eceman de baz dabûn, û zînekarî bi jinên, ku berdestên Silênam pêximber bûn, kirine; ango senseleta wan yekeke tevlihev e(3).
2.Kurd ji senseleta Esfendiyar kurê Menoþehr in (Li gor hin jêderên erebî, ew heyþtemîn qeralê dewleta beyþedadî ya parsî ye), an ji senseleta Sam kurê Nûh, an ji ya Ham kurê Nûh, an jî ji ya Yafês kurê Nûh in(4).
3.Kurd ji senselta Þebban in, ji ber Dahhak (Ezdehak), ber bi çiyan de, baz dabûn, û li wur zemawendin û pir bûn(5).
4.Kurd ji senseleta pêriya ne, ewên ku zînekarî bi jinên, ku berdestên Silêman peximber bûn, kirine, an jî ji senseleta Þeytanê, ku navê wî (Cesed) e, yê ku zînekarî bi jinên, ku  berdestên Silêman pêximber û jinên wî yên du rû, kirine(6).
Ev tevlihevî û nerastiya vebêjeriyên, ku li gel nasnameya ti miletekî rojhilata navîn, ji bilî ya miletê Kurd, girêdayî ye, me nedît. Ev yeka nîþana awayê pûnijiya hinek entilcênsiya roavayê Asiya ye, di tenga sînorkirina nasnameya gelan re, û nîþana jêderên çand û polîtîka, ku ev pûnijiya ne realîte afirandine ye. Berê me ev yeka di pirtûka xwe de (Wêneyê Kurd di jêderên kelepûra îslamê de) bi hûrbînî þirove kiribû, her weha dikarin li beþê erebî ya rûpela me (htt://ahmedkhalil.wordpress.com), (awanbaziya li ser Kur. Elmuamere ele El-Kurd) binerin.
Nasnameya netewî di navbera serdeman re:
1.Pêkhata Kurd ya netewî:  Hemî vebêjeriyên derbas bûne gîhan serdema nû, û bi bandora mêldariya neteweyî parsî û tirkî, bi ser de hatiye zêdekirin, ku Kurd þaxekî parisa ne, ûTirkên çiya ne. Lê rastî ew e, Kurd ne pasris in, belê pêþiya her du gelan Arî ne, û ji serdema Med de hinek hevpariyên zimanewanî û çandî di navbera wan de hene, û Kurd ne Tirk in û ne jî Ereb in, heye hinek Kurd hatibin piþaftin û bûbin Ereb an Tirk, weka çawa hinek Ereb û Tirk jî heye hatibin piþaftin û bûbin Kurd, ev yeka di navber hemî gelên cînar de pêk tê. 
Pêkhata netewî kurdî, ji her warên rehî, çandî, polîtîkî û civakî ve, encama tevlihevbûna pêþiyên me yên Zagrosî û Arî ye; pêþiyên me  Arî rêvebiriya çandî û polîtîkî ji 2000 sal berî jidayikbûna Îsa de bi dest xwe xistibûn, û di serdema destlatdariya wan de rûdawên xweser yên nasnama kurdî û miletê Kurd li ser erdnîgariya hevpeþ, dîroka hevbeþ, zimanê hevbeþ, û çanda hevbeþ, û bi ser ve jî piraniya lihevhatina êthnî, pêk hatine.
Pêþiyên me Gotî li derdora 2200 b.z destpêkên pêkhata Kurd avakiribûn, û di pey re Horî û Med jî pê re di navbera (2000 – 1200 b.z) ev bar hildan ser milên xwe, ta ku Medan, di navbera (1000 – 550 b.z) pêkhata Kurd bi temamî avakirin, lê rola herî mezin di çêkirina nasnama kurdî de, ji her warên erdnîgarî, çandî û þaristanî de, ya Medan bû. Lê di serdema parsî exmînî û ya eþkanî de, û di nîrine ne diyar de, Navê (Kurd) þûna navê (Med) girt, û paþê jî Kurd bi vî navî derbas serdema Sasan, di pey re ya Roman, û Bîzenta, û paþê jî ya dewleta erebî ya îslamî bûn, û di pey re jî bi vî navî derbas serdemên nû bûn.
Hatiy zanîn, ku pêþiyên me Med, bi hevkariya hevalbendên xwe Keldana, sala (612 b.z) împeretoriya Aþûr gêr kirin, û împeretoriya xwe ava kirin û bûn gewretirîn hêza herêmî, û nav û dengê wan li cîhanê belav bû. Û gava Pars dest da ser þahniþîna Med, bikaranîna artêþa Med û sazûmanên wan ji bo pirojeya xwe ya firehkirinê, tenê nekirin, belê navê (Med) jî talan kirin, û ji xwe re birin, ta ku gava qeralan li gel qeralê Pars Koreþê duwen daxifîn, ew bi navê „Qeralê Med“(7) dinavandin. Pê re jî ewana neviyên Medan ji navê wan yê dîrokî û navdar bê par kirin, û navê (Kurd), piþtî ji wateya rasteqîn (leheng) vala kirin, û wateya (koçer, çiyayî, þivan) bi ser ve kirin, li wan kirin.
2.Rehên navê (Kurd): Ji sê hezar salên beriya jidayikbûn Îsa de pêþiyên me bi navê (Kurd) hatine naskirin. Somer ewana bi navê hevedudanî (Kur-du) an jî (Kur-tu) bi nav kirin, wateya vî navî (çiyayî) ye/ne, qeralê Aþûr Tukulti Ninurtal ê yekem (1244 – 1208 b.z) ewana bi navê gelê (Qûrtî û Kûr-ti-i an jî Qûr-di-i) dihanî zimên, û gava qeralê Aþûr Tiglathpileser ê yekem (1114 – 1067 b.z) da ser welatê pêþiyên me Gotî, navê wan bi awayê (Qûrti) tomar kir, û xaka (erd zemîn) kêlek çemê Xabûr, di tablowên Hisî û Babilî ên kevin de, bi navê (Kat Kurda ki), ango welatê Kurd, hatiyê tomrakirin; peyva (mat) ya Somerî bi wateya (xak)e, û paþpirtika (ki) jî ya nasnamê ye, wek (î)  ya Kurdî an jî Elmanî(8).
Navê (Kurd) di dîrokê de, bi gelek awayan diyar bûye; navê wan li ba Someriyan (Kotî – Gotî – Godî –Kurtu – Kurtî – Kartî – Kardo – Kardaka – Kardan – Kardak) bû, Roman û Ynanan jî ewana bi ( Karusuy – Karduxî – Karduk – Kerdukî – Kardukî) navandin, û navê wan bi zimanê parsî (Kurd – Kurdha) ye, û Ermenan jî awana bi (Kurduîn – Kurcîx - Kurtîx – Kurxî) navandin, û li ba Suryanan bi navê (Qurdenaye), gelejmar, û (Qurdaye) yekejmar, hatin naskirin, û ji vê navlêkirina Suryanî jî navê devera, ku çiyayê Cûdî lê ye, (Beqerda – Baqerda) hatiye(9).
Hemî awayên navê pêþiyên Kurd di awayê (Kurd) de hatin yekirin, û di pêvajoya dîrokê de tê xuyakirin, ku ev awayê (Kurd) di nîvê duwem yê serdema Eþkanî / Parsî (250 b.z – 226 z) de belav bûye. Ev yeka jî di nameya gefûguran de,ya ku dawîtir qeralê Eþkan ji Erdeþêr kurê Babek kurê Sasan; yekemîn qeralê Sasaniyan re verê kiriye,  de diyar e: „Ey Kurd ê, ku di konên Kurd de hatiye perwerdekirin, kê destûra taca serê te, û welatê, ku te dest daye ser wî û ser xelk û qeralên wî daye te“(10). 
Awayê (Kurd) sala (226-651z) derbas serdema Sasaniyan bû, û gava Erebên misilman, Kurdistan dagîr kirin awayê (Kurd) derbas serdema îslamê bû, lê gelejimara wê, li gor terazûwa E-irab), kirin ( Ekrad), ji ber ku weha çûn, ku Kurd ji navenda þaristaniyê li rojavayê Asiyayê, ber bi kêlekê de hatin têvedan, û pê re jî, bi bandora tevdîrên parsî yên bidûrxistina Kurd, bûne koçer û gundî.      
 
Jêder:
(1)   Tewfîq Silêman: Dîrasat fî hedarat xer Asiya El-Qedîme, rû 140-141.
(2)   El-Teberî: Tarîx El-Teberî, rû 2/39.
(3)   El-Mes-ûdî: Mirûc El-Zeheb, 2/122-123. Elmeqrîzî: Kîtab El-Sulok, rû 22-23. El-Zebîdî: Tac El-Erûs, peyva Kurd.
(4)   Ibin El-Esîr: El-Kamêl fî El-Tarîx, 1/377. El-Zebîdî: Tac el-Erûs, peyva Kurd.
(5)   El-Mesûdî: Mirûc El-Zeheb, 2/122-123. El-Raxêb El-Esfehanî: Mihaderat El-Udeba, 1/160.
(6)   Her du jêderên navborî, û El-Kuleybî: El-Kafî, 5/185, jêderekî êliktirûnî ye. El-Zebîdî: Tac El-Erûs, peyva Kurd.
(7)   Deyakonov: Med, rû 126, 628.
(8)   Erþak Savrastiyan: Kurd û Kurdistan, rû 30. Cemal Reþîd: Zuhor El-Kurd fî El-Tarîx 1/179 – 180, 2/17 – 18.
(9)   Basîl Nîkîtîn: Kurd, rû 45, not. Deyakonov: Med, rû 83. 305 – 311. Cemal Resîd Ehmed: jêdera navborî, 17227 – 229. El-Meqdîsî: El-Bedi we El-Tarîx, 4/98.
(10)   El-Teberî: Tarîx El-Teberî, 2/39.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark