Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Beyanek bo ” kongerê çaran a Hevgirtina rewþenbîrên rojava li derve”

 


Em kesên ku li jêrî vê beyanê îmzedikin, endam û damezirên vê Hevgirtinê ji destpêkê ta bi kongerê sisyan nîsana 2007, em matmayî man dema ku me ragihandinek li ser internêtê dît, ku wê kongerê çaran li darkeve, ev Hevgirtina ku ji kongera sisyan ta roja îro hatiye rawestan, çimkî armanca vê Hevgirtinê bi layekî ve çû û dûrî rastiya xwe ket.


Destpêkê, mebesta me a yekemîn ew bû, ku piþtî serhildana gelê meyî kurd di Adara 2004 de, wê rewþenbîrê kurd li derve bibe stûnek û piþgirek bo gelê xwe li hidurî welat, û bê ku bi alî partiyekê ve here, û herwiha xebatê bo mafê gelê xwe di warê hizir û çand û tore û hunerê de û di riya hemî çalakiyên çandeyî û toreyî, bike, lê em dibînin ku vejîna vê Hevgirtinê û di dema îro de, dikeve warê nelhevkirina siyasî di nav partiyên ku hêzên wan li herêma rojavayî Kurdistan hene, ev nelheviya ku bi ecendeyên herêmî hatiye girêdan, aramanca wan eve ku ew hêzne destên xwe li ser hemî herêma kurdî deynin, bo bercewendiyên xwe, ku tu sûdeya gelê kurd tê tuneye, lê her û her nelheviyê di navbera hêzên kurdî-kurdî xurt dike.
Xuyaye çend kesên ku di komîta birêveber a ku ji sala 2007an ve hatiye herfandin, û hevalbendên aliyekî siyasî ne, dixwazin hin kesên rewþenbîr bi alî xwe ve bikþînin û xebata wan ji bo bercewendiyên partîtî bikarbînin. Em nabêjin ku vî aliyê siyasî telefizyona xwe di destpêkê de ji Hevgirtinê re vekir û gelek hevpeyvîn bi endamên komîta birêveber kirin, da ku vê Hevgirtinê bi raya giþtî bidin nasîn, lê dûra tiþtên di dilê xwe de derxistin, ku vê Hevgirtinê bi alî xwe ve bikþînin, dema ku dîtin ev Hevgirtin giranbuhayek li dervî welat jê re çêbibû û dengvedanek mezin li hundirê welat dabû.
Îro em dibînin ku bercewendiyên partîtî ên teng dixwaze, ku meydana çandeyê bindestxîne, û ev jî belûye, ji dema ku ”Yekîtiya nivîskarên kurdên Sûriyê) li hindurê welat hate damezrandin, ku ew jî ji alî partiyeke siyasî hate bi piþtgirtin, ana em dibînin ku partiyeke dî dixwaze tevgera çandeyî li dervî welat têxe bindestê we, û eve jî diyare ku dixwazin Hevgirtina ku ji sala 2007an ta 2013 hatiye rawestan, ji nû ve vejînin.
Saloganên vê komîtê evin, ku dibêje; Ev Hevgirtina nû wê ligor asta bûyerên ku li welat bi gelemperî û li herêma kurdî bi taybetî çêdibin, wê xwedî li wan derkevin. Eve xelkê dixabînin, û wekû yek xwelîyê davêje nav çavan, ji ber endamên vê komîta ku wê Hevgirtinê vejînin, ne helwestek niþtimanî û ne helwestek mirovayetî derbarî þoreþa Sûrî û karên kirêt ê rêgîm û çetên xwe li herêma kurdî dikin, nestendine.
Ev kongera çaran a ku dibêjin wê li dawiya vê mehê ji sala 2014  lidarkeve, endamên xweyî bingehîn temsîl nake, ewên ku desten wanî spî di hemî karûbarên Hevgirtinê de hebûn, mîna malpera Hevgirtinê û kovara wê Urkêþ, lê xuyaye komek ji wan kesên kêsbaz xwestine navê vê Hevgirtinê ji partiya xwe re bidizin.
Em dibêjin ku ev kongera hatî- eger çêbibe- me kesên jêrî temsîl nake:
Nivîskar û helbestvan Mihammed Efîf Alhuseynî
Nivîskar Idrîs Omer
Çîroknivîs Qado Þêrîn
Rojnamevan Salah aldîn Bilal
Nivîskar Ebdulbaqî Huseynî
Rojnamevan û hunermend Înayet Dîko
Helbestvan Mervan Keleþ (Endamê damezrandina Hevgirtinê)
Helbestvan Axîn Welat (Endama damezrandina Hevgirtinê)
Nivîskar Jan Dost (Endamê damezrandina Hevgirtinê) Nivîskar û syasetmedar Merwan Osman

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark