Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Civîn

 


Reþad Þeref

Partizanên nuh yên li tevlî partiya ( ...) bûyîn, mereqdarbûn, ko bi sekretêrê partiya xwere bicivin. Berpirsê komikê, malek li teniþta goristanê de kifþkir.
Goristan, dikeve nîveke bajêr de. Dîwarê goristan ê ne bilindbû, merovê ne gelekî kinbûya, dikarîbû bi hesanî kêlên tirba bibûne. Di þevên tarî de, dema tu di wê navçeyê re biçûya, çavên te bi wî dîwarê bi kevirên reþ lêkirî û kêlên sipî biketa.!.


wê pora serê te rabûya û tirsekî xwe berdana laþê te.
Neyse, çira berpirsê komika partizanên nû dixwest civînê li wir be?
Belko, ji ber bêdengiya wê derê, yan çavên parastina ewlekariya dewletê li wir kêmbû, yan jî jiber tiþtin din !
Pêþî, sekretêrê partiyê gihiþt wî cihî. Paþê endamên komîteyê mîna diza, yeko yeko hatin. Jiboyî wan gêncan, rojekî bê hempa bû
Sosên aza, bi xwîn, bi can, hinartin sekretêr û partiya xwe.
 Civîn tewaw bû, mereqa wan bi cî hat. Hemî bihevre derketin. Tenê di wê derengî û kerbûba þevê de, kêvroþkek kedî ya wan cîranê li dora goristanê, ji xwere di çêrî. Ne xema wê miriyên goristanê bû, ne jî biryarên çilvilî yên partizanên gênc . xurme xurma wê bû giya dixwar. Dema çavên partîzanan pê ket, xwe li dora wê dane hev. Rebenê nema zanîbû wê bi kûre bireve, hema di cihê xwe de ma û ne livî, weko yek, xwe bispêre qedera xwe.
Sekretêr got: Hevalno, þûþeyek mey jî bînin goþtê kêvroþka pir xweþe.
Swêsra 29.12.2013

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark