Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ber bi pirojeyeke kurdistanî isteratîcî de (1) Pirsên dijwar û rexnekirina xweyîtî

 


Dr. Ehmed Xelîl (Sozdar Mîdî)
Wergêr: Heyder Omer

Pirsên dijwar
Nivîsîn ne lîstik e, belê ew berpirsiyariya metirsî ye, nemaze jî gava li gel dozên miletan têkildar dibe. Her tiştê, ku mirov dinivisîne, dibe milkê dîrokê, û mirov nikane xwe jê daweşîne. Tevî ku ez ne kêmtirî çel sal bûne, ku dinivisînim jî, min xwe dît, ku bi tirs ber bi lêgerîna du babetan de diçim; yek ji wan kesayetiya kurdî ye, ku di dawiya sala 2009ê de bû, û ya din jî pirojeya kurdistanî istiratîcî ye, ku a nûka dest pê dikim.


Rastî ew e, ku divê lêgerîna pirojeya kurdistanî istiratîcî ne lêgerîneke ji xwe berê be, ew  ji hêla min de, berhema êşeke derûnî dûr û dirêj e; ji roja, ku ez ji tariya wendabûnê rizgar bûm, û min hişyariya xwe ya kurdistanî vegerand, ew cûreyê êşê bi ser hev de kom bû, û hukarî kir, û hîna jî berdewam e.
Bê guman Kurdine din jî heman êş kişandin, û ji heman tariyê rizgar bûn, û heman hişiyarî vegerandin. Heye nûka ez bi zimanê wan dipeyivim, û hinek ramanên wan diderbirînim. Di vê çarçewê de, Hinek pirsên gewherî bi qirika me digirin, û bersivên ji me dixwazin:
  1. Gelo em miletek in, digel hemî wateyên, erdnîgarî, çandî, dîrokî, ku peyva milet di xwe de dicivîne, an em guropên, ku ji hêla rehan û çandan de ji hev cuda ne, lê nîrên cûrbecûr em di erdnîgariyeke hevbeş de hanîne cem hev?
  2. Gelo me kûraniya çandî, şaristanî û ciyopolîtîkî di dîroka rojhilata navîn de heye, an em gelê bê reh e, ku bi hêsanî ji nasnameya xwe tê hilkirin û pişafitin, û ji xweyîtiya xwe tê havî kirin?
  3. Gelo me kesayetiyeke netewî ji hêla hizrî, derûnî, çandî û sincî de heye, an em wa gela ye, yê ku nîrên dagîrkirinan ew bê kesayetî û vîn hêştî ye?
  4. Asta hişiyariya me ya komel, ku em hemî yên yek nasnameya netewî û niştimanî ne, ta çi radeyê ye? Tendurista bîriya me ya netewî û niştimanî, ku çêkera hişyariya komel e, ta çi radeyê ye?
  5. Li dirêjiya 25 sedsalan me agirê gelek şoreşan pêxist, û gelên ku wek me, di dîroka rojhilata navîn de, qurbanî dane, nîn in. Lê tevî vê jî, ji bo çi me nikanî welatê xwe rizagr bikira, û dewleta xwe ya xweser ava bikira?
  6. Pergala kurdistanî, li dirêjiya sedsala 20an û hey îro jî, li gor ya miletên derdora me ne, pergaleke awarte ye. Gelo kî berpirsiyarê çêkirina vê pergalê ye?
  7. Gelo em hewcedarên pirojeyeke istiratîcî ne, ku me ji vê pergala havî rizgar bike?                                              
Dûrî lîstikên iblîskirinê:
Ev hinek pirsên gewherî ne, bi rûwê me ve derdikevin, û berpirsiyariya mirovan e, beriya ya netewî û niştimanî, divê dibîne, ku em bi wêrekî pê re bidin û bistînin. Me di xalekê de weha li hev kiriye, ku em hemî berpirsiyariyê hildin ser milên siyasetmedaran. Êdî rê bidin, ku ez du zanyariyan bînim bîriyan:
Zanyariya yekem: Awayê paqijkirina ji şer (ne qenciyê), di efsaneya pêşiyên me (Horî) de, bi (Nukkeşî), ku beramberî peyva kurdî (Nexwesî / Nexoşî) ye, dihat navandin. Olperestê wê demê sê perende digirtin, gunehên gel hildida ser wan, û ji dêvla gel dikirin qurban, û ji bo xwedayê cîhana jêrîn (dojeh) verê dikirin)[i](.
Ev yeka li ba îbraniyan (Cuhûyan) hate guhestin awayê (Nêriyê şaşiyê); serdarê ayînî wan gunehên gel hildida ser nêrî, û serjê dikir, an jî bi çolê de ber dida. Û di pey re jî ev yeka hate guhestin awayê (Beranê qurbanê), yê ku xweda ji pêximber Birahîm re şand, da bike qurbana Îshaq, li gor hewalên Tewratê, an jî qurbana Simaîl, li gor piraniya hewalên Îslamê)[ii](. Heye ev gene ew be yê ku (Ehrîman/be-ilzubol/iblîs/şeytan) di olên zeredeştî û cuhû, û xiristiyan, û îslamê de çêkiribe.
Gelo eger em rola siyasetmedaran bixin şûna rola (perendeyê şaşiyê, nêriyê şaşiyê, û iblîs) û xwe jî ji guneha buşûn, dê wê realîte û dadwerî vê yekê bipejirînin?
Zanyariya duwem: Dana gundek e, li bakurê Sûriyê ye bi ser parêzgeha Idlibê ve dikeve, ev gund bi çekûsî û kêmbûna avê navdar e. Mamosteyekî zangowê, ku ji xelkê wî gundî ye, bi awayê henekan got: Carekê xelkê gundê me biryar girtin, ku xwe ji rengêra çekûsiye rizgar bikin, bi vê boneyê xelkên gundên derdorê vexwendin xarinê. Her kesekî ji xwe berê bawer kir, ku kesên din wê goşt û birinc û rûn û tiştên wusa bînin, êdî ew jî avê, ji ber ku kêm e, bi xwe re bibe. Roja ku çûn wî cihê nîşankirî, dîtin ku hemiyan av bi xwe re aniye, vê lomê ew rengdêra çekûsiyê li ser wan ma.
Xuyaye hinekên me wek xelkên Dana tev digerin, ewana ji bo weltê me yê dagîrkirî diêş in, û çavên wan li Kurdistana xweser e, lê di heman demê de destan ji hinek berjewendiyên xwe ber nadin, û weha bawer dikin, ku divê kesên din ji bo welêt bixebitin, bikevin zîndanan û êşan bikîşin. Va ye em encama vî cûreyê tevdîrê dibînin; Kurdistan dagîrkirî dimîne, û em jî di destên dagîrkeran de dimînin.
Ber bi rexnekirina xweyîtî ji hêla netewî de:
Gelê me! Kînga em dê zanibin, ku aloziya me, li rojhilata navîn, ya herî pir girêk e? Kînga em dê zaninbin, ku em bi dagîrkerên xapînok û dirinde re rû bi rû ne? Kînga em dê zanibin, ku ewana Kurdistanê wek diyarî nadin me? Kînga em dê zanibin, ku çewtî ne tenê ji hêla hin rewşenbîr an hin siyasetmedar an hin xulmaş an hin xwefiroş an jî hin xinizan de ye? Kînga em dê zanibin, ku çewtiya me bingehîn e, çewtiya bîrî ya komel e, çewtiya ageh û hiaşyariya komel e, çewtiya xwenaskirina komel e? Kînga emê zanîna van tiştên derbas bûne hemiyan bi ageha resen, helwesta mirovbend, ramana aferîner û têkoşîna ji dil biguherin?
Gelê me! Em pir hewcedar in, ku bi jîrbûn li xweyîtiya xwe vegerin, bi wêrekî xwe rexne bikin, em bîrî ya komel durist bikin, û hişiyariya komel ava bikin, ageha komel, nirxên niştimanperwerî biçespînin, têgeha xwenaskirinê serast bikin, hesta berpirsiyariya netewî ber bi pêş ve bibin, û xebata tevahî bixin warê piratîkê.
Belê, divê em van tiştên derbas bûne, bi lez pêk bînin, em di rojhilata navîn de ne, ev devera ku xwediyên hizrên talankirinê û dagîrkirinê li ser destladar in, ewana alavên xwe yên dirinde û xapînok her ber bi pêş ve dibin, û bi awayê aşkere radigihênin, ku hebûna Kurdistanê napejirînin.
Em di cîhanekê de ne, ku hêzên mezin destên xwe dane ser, û tenê zimanê berjewendiyan bi kar tînin, û têdighênin, tenê rêza hêzdaran digirin. Em bi demê re di cirîdê dene, eger em semtên têkoşîna xwe serast nekin û bi pêş ve nebin, neviyên me dê nikanibin di dewleta, ku navê wê Kurdistan e, de bijîn.
Di van lêkolînên, ku wê bêne de, bi qaserî dizanim û dikanim, ezê hewl bidin, ku di xwelêvegerînê û rexnê de hevpar bim, û pirojeyeke kurdistanî isteratîcî pêşniyar bikim, û di heman demê de dupat dikim, ku tevahiya rastiyê ne di destên min de ye, lê em hewcedarên bihukarîkirina heşê tevahî yê milet in.
Gava ez van lêkolînan pêşkêş dikim, ne ku dixwazim kînan û perçebûnan biçînim, û ne jî kesekî an partiyekê bipesinim an jî riswa bikim, û armanca min jî ne ew e, ku vir û vûtan bikim. Belê dixwazim mûmekê di navenda tariyê de vêxim, û bi qaserî dikanim û dizanim rastiyan bêjim, û deynim pêşiya milet. Û di van hewildanan hemiyan de jî hêzê ji gewreyên me werdigirim; ew gewreyên ku ala têkoşînê bilind kiribûn, û êş û azar kişandibûn, bi mêranî li bin sêdaran rawestiyan û bûn cangoriyên milet.
  Û çi dibe jî, divê Kurdistan were rizgarkirin.
              ****             ***             ****
         Elmanya. 02. 01. 2014  
  Jêder:    


1- Jîrnot Wîlhêlm: Horî, rû 133, 134. Fadil Ebdil-Wahêd Elî: Min Somer île EL-Tewrat, rû 154.
2- El-Kîtab El-Muqeddes, El-Ehid El-Qedîm, sifir El-lawiyyîn. E-Ayat 9 -11- 21 – 22.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark