Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurtefilmeke din berî Cenêv2-ê

 


Dr. Kamiran Haj Abdo
04.01.2013

Ev du-sê roj in xwadêgiravî Hevkariya Niþtîmanî ya Hêzên Þoreþ û Rikeberiyê ya Sûriyê (HNHÞRS) û “Artêþen (ne)Azad yên Sûriyê″ (AAS) fermana jiholêrakirina Dewleta Îslamî ya Îraq û Þamê (DÎÎÞ) dane. Ev jî qaþo ji ber wê yekê ye ku DÎÎÞ girêdayê rêjîma el-Esed e!
Li vir, tevî ku em ji zû de jî dibêjin ku DÎÎÞ û xwîþkên wê (el-Nusre… û hwd.) xizmeta ajendeyên rêjîmê dikin û wan þoreþa me ji riya wê ya bingehîn derxistine û welat û xelkê me kavik û wêran kirine, divê mera çend rastiyan bîne zimên:


1.  Bi baweriya min HNHÞRS û AAS dixwazin bi vê sênaryoya han xwe ji berî kongira Cenêv2-ê ji xeyseta terorê paqijbûyî bidin xuyakirin. Eger ne weha bûya, çima wan heya nuha ew terorîst destek dikirin û piþtgiriya wan dikirin û xwe bi wan bi hêz dikirin?

2.  Biryara jiholêrakirina DÎÎÞ-ê hîn roja 08.11.2013-ê ji aliyê el-Zewahêrî (rêberê el-Qaîdayê) ve hatiye dan. Loman jî ewê ji xwe nemîne û tevlî xwîþkên xwe bibe. Ma ne el-Zewahêrî hîngê biryara yekbûna hêzên el-Qaîdayê li Sûriyê di bin navê Eniya el-Nusre ya Xelkê Þamê (“cebhetulnusra lîehlî el-þamî″) de da bû.

3. Tu riya din li pêþ HNHÞRS û AAS ji wê yekê pêve nîne, ku îro berî sibeda xwe ji rêxistinên tundrew, taêfî, terorîst bi dûr xîne û xwe ji ajendeyên bêganan rizgar bike û tenê yek armanca pîroz bilind bike; ew jî ev e: Parastina yekrêzî û yekhelwestiya hêz, ol û netewên Sûriyê serûber li ser bingeha bernameyeke niþtîmanî ya ron û aþkere li pênawî rûxandina totalîtarîsmê û avakirina welatekî demokrat û pirlayane ku tê de hemû mirov û pêkhateyên olî û netewî azad û wekhev bin.
Îro em li ber deriyê Cenêv2-ê ne. Ya herî girîng ew e ku em – piþtî evqas sal be jî – fêm bikin ku ji çareseriya siyasî pêve tu riyên dî li pêþiya me nînin. Loman jî divê em li xwe û siyasetên xwe vegerin û hem xwe, hem siyaseta xwe bi vê rastiya ha re biguncînin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark