Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Asoyên teng

 


Elwan Þivan

Roj li ber sikratên êvarê dicê
Di xwintewrandina asoyan de
ku bi ser kenaran de
xwe ber didê


Destê shev
Pêlên shevê
û tariya kenarên windabûyî
Mîna konekî bê sitûn
Ku tinebûna sînoran
Derbas dike
û shev li shevê dikerê

Bablîsok
Bayê ku diherkê
Ji dil û kezeba shevê
Hêviyên bendewar
ji bablîsokan bûn beyar
û peyvên bê tov
Di lêvan de diseridin

Poshmanî
Veqetandina min
ji ref û mana li shûn war
Ji shert û mercên
Bendewariya te bû
û xwesteka min
Ma nixumandî
Di bexcikê poshmanyê

sos...
li wî cî
Navbera tariya shevê
U xwîn tewrandina lashê rojê
Dimam serqot û tazî
Ji hêviya
mîna darhinarê basûtê
Ji iskenca payiz û zivistanê

dawî
Dîsa bê hêvî dimînim
û her roj li ber sikratan dicê
û xwîn tewrandin li kenara
Tarî dibe
Lê roj li rojê dikerê
Mixabin temen li xwediyê xwe
Na gerê...???

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark