Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Tu kî yî ?

 




Tengezarê Marînî

Vê spêdê susreta jiyana min
Roj bi roj
Saet bi saet, mîna fîlmekî, 
di ber çavên min re diçin û tên 
Ez dibim bînerekî qerimþikestî
Ne pêlav êdî dide ser þopa roniyê
Ne tu ji xew hilo dibî


 “ erê, ez dizanim, koka min ji kû tê!
Netêrbûyî lê agir
Hiþk lê tême vezîlandin
Kûmir e, tiþta dest jê berdidim
Teqez ez agir im“ F. Nietsche

Ez ne Sartre me, ji zelûliya xwe biafrim
Evroka hertiþt nerast e
Çi dibe?
Ez nema ez im, 
ew nema ew e û tu jî nema tû yî!
Ez çendî xwe biguvêþim nikarim di te bigihim

„ ji wa stêrkên, 
ku te di wijdanê kujer de çandî
Digel hemî nexweþiyan, ew dilê lêdide
Di sînga qehpekê de
Ew ramanên tu li ser wan kar dikî
Di hiþê hev welatiya de,
ku dixwazin êrîþî Bastilê bikin
digel ku dizanin lê nehêja ye“ Paul Celan

Ez li paþ im
Neseqa kirî me, xav im
Tu dibînî, her tiþt ji min tête veþartin
Li dûv þerekî giran, agahiyên te bi dest dixim, êdî dibe dereng
Li vir, ez jî pêrgî mirinê dibim
Ji xwe tu yê kêlîkên taybetî
Ew e çeka te
Û ez…helbestek im, li þopa te digerim



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark