Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Dayika kurda Sînemxan

 


Mihemed Ebdê
Mihemedebde@gmail.com

Berî hertiştî em tev nas dikin malbata Bedirxaniyan kî ne..? Lê dîsan em ê li ser vê malbata resen bi kurtî b`axivin. 
Gelo kî heye mîrekên herêma Botanê nasnakin mîrîtiya Botanê ku 1821`an de di serdema 19 an de, hatî damezrandin bi serpiriştiya Mîr Bedirxan paşayê Ezîzî di kurdistana bakûr de .
Lê ji bilî karê wan ên wek dewlet,  bi des karê şoreşa ronakbîriyê kirin. Mîr Miqdad Midhet Bedirxan, bavê rojnamegeriya kurdî ye, ew î (Rojnameya Kurdistan) di sala 1898`an afirand û li (Qahîrayê) paytexta Misrê da çapkirin, û mihane li herêmên kurdan dihat gerandin..


Mîr Celadet Alî Bedirxan afrênerê "alfbeya" kurdî ye, û bûye dûyem kes ji malbata Bedirxaniyan ku netenê rojnama afirandine, lê ji kurdan re alfeba çêkirî ye. Û di sala 1932` an de nixurîya xwe (Hawar) çap kir, û di nav rûpelên wê de alfeba kurdî ji xwendivanê kurd re weşand. Celadet bê Bedirxaniyan nikarî bi tena xwe vî karê mezin rahêjê, yekser alîkarên wî birayê wî Kamuran Bedirxan û xanima wî Rewşen Bedirxan. Destê Mîr Celadet girtin ta ku wî çend kovar û rojnameyên dî jî afirandin. Dayê Sinemxan dergehê mala wê vekirîye mîna dergehê kelha bavpîrê wê Bedirxan paşa. Dayê Sînemxan niha li Hewlêrê rûniştiye, mala wê bûya heca hezker , evîdarê dîrok , çand û rojnamegeriya kurdî, çimkû ew e dûnda pênûs û rûpelên dîrok û rojnamegrî yê. Ji bilî Sînemxan wek keça Bedirxaniyan, min xwest ez Sînemxan a mirov bi we bidim nasîn.

   Dayê Sînemxan dema te xweş be û xwedê temenê te mezin bike, û her sax û saxlem bimîn e..

 "Ser çavan kurê min" 

  Dayê di vê qunaxê de çi proje û pilanên we yên mirovatî hen e? 

Projeya min ya herî giring niha kurdên me yên rojava ne, ez û malbata xwe! pilana me ew e ku em alîkariyê bi wan re bikin. Birastê dilê min xemgîn e, ji ber ku rewşa welatê Sûriyê hestiyar e, û nexasim kurdên me û herema kurdî, min sê serdan dane kampa Domîz, cara yekem min alîkarî bixwe re bir, û min divê serdanê dixwest ku ez baş zanibim ka rewşa wan çiye? Cara dûyem min dîsan alîkarî bir, min ji zarokekî pirsê tu çi dixwazî, ji min re got:" Ez petatokên zarokan dixwazim" Vêce dilê min êşand, cara sêyem min û zarokên xwe û hin heval jî, me dîsan alîkarî bir, û min petatokên zarokan jî jibîr nekir.

Dayê di serdana te ya kampa Domîz hewe çi ji wê kampê naskir.?

Belê min gote te ez sêcaran çûme kampa Domîz, di serdan yekem de min her tişt naskir, çima koçber bûne sedemên koçberîyê çibûn, lê ya herî ku di mitala wê de me xwendin û dibistan, min hewl da ku ez wan hînî vê bikim, pêwîste ku dibistan vebin, mamoste çêbin, li gor ku ez agahdarbûm e, dibistan çêbûne, li wir min ji mendalekî kurd pirsî, tu ji kurî? Got: "Ez ji Sûrî me" Min jê re got nebêje ez ji Sûriyê me, bêje ez ji rojava me, min ew perwerde kir ku ew zanibe bêje, bakur, başûr, rojhilat, rojava, min jê re got ji bo te şekrokan bikrim ku tu zanibî bêjî, ew î got lê şaş çû û rojhilat ji bîr kir, min jê re got: Tu di ezmûneya xwe biser neketî, êdî min riwê wî maçî kir, û min jê re şekrok kirrîn, nabe ku zarokên me bê xwendin bimînin. Nimûne ew keçên ku min behsa wan kir beşê wan yê zangoyê evin: (Endeziyar, toreya Îngilîzî, zanista civakî) wesa bawernameyên wan bilindin.

Hun ji tevgera siyasî ya rojavayê kurdistanê razîne ?                                    

Na..! Ez nerazî me..! Diya min Rewşen tim digot:" Eger hun yekîtiya kurdan bidin min, ez ê kurdistanek azad bidim we"
Binêre.! Kurd pêşî pêwîste ku ew fêrî mirovatiyê bibin, êdî partiyan ava bikin,
Vaye diyare Amrîka, Birîtaniya, Feransa, çend partî di welatên wan de hene, her kes dizane ku di wan dewletan de du-sê partiyên serke hene, em kurd û li rojava  bi taybetî min bihîst ku 32 partî hene, babo min got gereke ez mîdaliyan ji wan re çêbikim..!

 


Hun dibînin ku peyama Celedet Bedirxan di rojava de hat xwendin..?

Erê, bi xurtî jî hat xwendin, asta wan bilind e, û zimanzan û ronakbîrin.

Hun çawa li herçar parçeyên kurdistanê dinêrin?

Kurdistan yek parçe ye, di dilê her kurdekî de ye, em hemû kurdin, kurdistanî ne.. Niha em li herêmek azadin, ji vir em destpêdikin, ez ala xwe dibînim ya ji hemiyan girngtir, me serokek heye, hikûmetek heye, dibînim ku ev herêma azad ji kurdistana mezin re wê bibe bingeh ji bo  Kurdistan mezin .

Peyama we ji bo rojavayê Kurdistanê çiye?

Pêşî silavan li wan û berxwedana wan di şoreşa Sûriyê de dikim, dem hatiye, mezin bin birabin, zana bin, êdî nakokî bes in..

Dayê, Sînemxan spas jo bo vê derfeta hêja…
Mihemed Ebdê/Hewlêr /
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark