Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Līsta (110) Hźviya Kurdźn Rojava Ye

 


Mihemed Ebdê
mihemedebde@gmail.com
 
Bê guman dema ku  em Bažûrê kurdistanê li bîr xwe tînin berî her tižtî kar û xebata wan tê li ber çavên me , ku vî parçeyê kurdistanê çi qurbanî danî ne, ta ku mîna darekî cihê xwe di ramanên me de çandî ye di hižê her kurdekî hezkerê kurdistanê be çi ji Bakûr, Rojhilat û Rojava, ta bi hemî pêkhatiyên kurdistanî bandora xwe di hežyariya wan de kirine.


 Ji ber ku ev bež ewin pêmayên berxwedan û tekožerên, xebatkarên û ronakbîrin û žorežvanên kurdanin di hemî waran û serdemên dîrokî de .
nemaze belavkirina pirsgirêka gelê kurd û nasnameya wan li nav Dewletên cîhanê, bê rawestan . Û ne tenê di hiž û ramanên me de man . Lê di dilên me de evîna xwe çandin û kolan ji nermbûna neynokên me û bîreweriya me ve , ji ber ku navên wan di dîroka žoreža kurdan de nehatiye birîn û vemirandin , ji sedê salan ta roja îro çi di warê žoreža çekdarî û ronakbîriyê de be , û ew bûn hilgir û wergirê xetîra gežbûn û hežyariya asta hezrê netewî, belavkirina wê li ba nifžên nû hatî , dest bêk ji Ehmedê Xanî , Bedirxaniyan û Ubeyd Al lah Alnehrî,wek ronak bîr û žorežvan di çerxa 19''''''''''''''''''''''''''''''''an de , ta ku Barzaniyan ew xetîr ji dest wan hilgirtin , ji Žex Ehmed Barzanî.Ta bi bavê netewa gelê kurd Barzanîyê nemir û žorežên ku beždarî wan bû , yên ku pê rabû û berhemê wan damezrandina P.D.K'''''''''''''''''''''''''''''''' Iraq di sala 1946'''''''''''''''''''''''''''''''' ê de.
Li vir em Karin rawestin li ser lîsta (110)an.Em kurdên Rojava çawe wan di bînin . Em dikarin bibêjin ne bi nehênî ežkere, ewin parêzerê pirsgirêka gelê kurd , ne tenê li Bažûrê kurdistanê lê belê li her çar barçeyên kurdistanê û xemxwerê azerî, hejarî, ežkence û êža hemî parçeyên kurdistanê ne , û dijî dagirkerên kurdstanê û dewletên pižtgir û hevpar bi wan re žer kir , û bûne dameznênerê yekemîn herêma kurdî azad û xwedî hêz û biryar di nav dewletên cîhanê de bi žêweyekî žaristanî , dîmukrasî û ažtiyan e, rêzgritî ye li ba piraniya dewletan . Em karin bibêjin . Ewin welathez û heskerên kurd û kurdistanê ne , ji ber ku pir dûrbûn ji berjewendiyên kesayetî û partîtî û karê xwe di žopandin bê beramber lê tenê Armanca wan rizgarî û azadiya kurdistanê li peyî rêbazek  berz, rêbaza wefadarî yê , qurbanî yê, wekhevî yê, û pakrewanan . Ewin žervan û pêžmergê Eylûl û Gulanê ne yên ku her bostek ji xaka kurdistanê avdane bi xwîna xwe. Lîsta (110)an lîsta rêbaza Barzanî û Barzanîyan ne . Dengdana we ji bo lîsta (110) parastina kurdayetî yê ye, û çespandina mafê her kurdekî ye û hêvîya me ye..

14-9-2013


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 1
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark

Mijarźn Tźkildar

gotar