Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rewşenbîrî

 

 
M.Mihemed xêr Bengo


Rewşenbîrî peyveke mezine bi wateya xwe. Rewşenbîrî
Ronahî , zanîn , çaksazî , guhertin, paqijî û pêşketin. Rewşenbîr mirovekî  Ku tiştekî li ser her tiştî dizane û her tiştî li ser tiştekî dizane.
Rewşenbîr ew kesê ku qorzîkên tarî di civaka xwe de ronî dike û eweyê ku tiliya xwe , bê tirs û fedî , datîne ser birînê û doza çare seriyê jêre dike .


 lê tevî wilo jî gereke neyê ji bîr kirin ku di dîroka gelan tevan de hatiye gotin ku ji hêleke dî ve rewşenbîr kesekî xwezane û pir nimûne di dîrokê de , ji vî rengî , derbas bûne .
Kesin kurtêlxurin ku her dem peyetî kirine , ji wan helbestvanê ku karê wan pesnê mîr û paşan bû ta roja îro ku bûne pesin darê serok û diktatoran ji bo bercewendiyn xwe yên kesayetî.
Ez pir xemgînim dema ez wilo di bêjim, lê mixabin ev rastiyeke divê nemîne nixumandî . bi sedan nivîsandinên van kesan di rûpelên qirêj di raghandinê de tên weşandin bi navê wêje , helbest û gotaran , lê di naveroka wan de koletiya desthilatdaran eşkereye .
Kurtêlxurin , di her war û her qonaxên de kewên xwe difirînin . ezitya û koletiya wan firê ji kewên wan re li her deverê dibîne û li ser dilopên xwîna pakrewanan di çêrîne .
Zingara mejiyê xwe radixin û bi karanîna çavên wan tenê ji bo dîtina serê pozê wane. Leşkerên tariyê ne , di ahengan de, li paş mikrofonan , dengê wan bilinde di pesindan û koletiyêde . devê wan digihê paş stiwê wan gava ji wanre dibê jin « mamoste , fermo gotinekê bê je » lê rojên xebat û mêraniyê nexweşin , zikêşîne , mirîne . bedewin porşehkirî , cilpak û dev li kenin li ser maseyên kurtêlan .
Simbola wan guhertina her tiştî ye le tu carî na ramin di guhertina xwe de û « tirs........ rovî ye» rastî tale .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark