Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Þêrko Bêkes Nemirî ye Di Parka Azadî de þipya ye, zindî ye

 




Konê Reþ

Ha ho,
Kê gotiye stêr dimrin?!
Her û her li asmana diçirisin,
Ronahiya xwe
Bi ser welat de
Berdidin..


Di tariyê de,
Di rojên reþ û teng de
Bêtir û bêtir xuya dikin..
Namirin, zindî ne
Û kî dibje;
Þêrko Bêkes miriye?!
Ji xwe re dibêje
Stêr namirin
Namirin,
Þêrko Bêkes zindî ye.

Ha ho!
Ma çiyayên Kurdistanê ji
Ji darên Beriwan
Xalî dibin?!
Tovê Nalî, Hacî Qadirê Koyî,
Goran û Bêkes
Diqele?!
Ha ho, ma dildarên Þêrko Bêkes
Di her çar perçeyên Kurdistanê de
mirine?
Ku miribin, nema bin,
Hingî Þêrko Bêkes jî
Mirî ye..

Ha ho,
Mane, dar þipya dimrin
Þêrko Bêkes jî
Ta dawiya temenê xwe
Þipya bû..
Û va wê careke din
Di parka Azadî de
Li bajarê Silêmaniyê
Þipya bimîne..

Þêrko Bêkes,
Siwarê peyva Kurdî
Siwarê êþ û janên
Xizan û belengazên
Welatê min
Namire, her û her
Wê bimîne zindî ye.

Konê Reþ
Qamiþlo, 05.08.2013

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1.62
Bi Tevahî Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark