Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gotineke bi wate…

 


Xelîl kalo

"Ji Edeba gelêrî"  Eger mirov bi çavê  lêkolînvan û bi þêweyekî hûrik hûrik li nav keleporê gelê kurd de bigere, birastî wê gelek wêne û ramanên ciwan, bi wate û niþa bibîne,   ku ew bi xwe þêweyeke resene ji çand û  felsefa gelê kurd ya gelêriye  ku neynika rewþ û rengê jiyana wî ya kevin têre tê xuyakirin , dise jî ew felsefe astê hizir û raman û çanda wî di derbarê sistema civakîde  têne berçavan .ku ew milet çawa xwestîye bijî.


weke her miletekî em kurd di her qunaxên dîrokîre derbasbûne ji wan jî sîstema eþîretî ku diwê  heyamê de wêje û toreya devkî têde bercavbû ku heta roja îro ew berhemên hunerî û ramangêrî  xwe gihandine roja îro . ji ber bedewî , ciwanî û wateyên xweyî mirovatî û exlaqî ku dibine nirx û samanên netewî.
 
Kar û kirin ewin ku dibin bingiha resen ji bo pêþketin û avakirina civakan di hemû astên jiyanê de ,gotin û kirin ew saxletên leheng û serokane ku mêjiwa her miletekî tijîne bi biberhem û serpêhatîyên wan , ewin þana gelan û sedemên sereke di pêþveçûna wan de ,dîroka gelê kurd bi van mînaka  tijîye ku her demê rahijtine canê xwe û danîne ser destê xwe ji bo armancên xwe heta dilopa xwîna xweyî dawî kar û xebatên xwe meþandine ,eger jiyana kurdan ne bivî rengê habane û bi  saya xwîn û þîretê vî nifþê mirovan bane , niha em kurd wekî hin gelan hêvþihabûn û windabûbûn ,erê hê em bindestê xelkêne lê hema hê em li berxwedidin  û hê ser rîya berxwedanê dimeþim.
 
Di nava vê berxwedanê de bi sedan hebûn ku riya mezinan digirtin bê ku navdarbin û xwedî navbin , wan di kêleka þêrande xwedidana bêþ û bûne þêr , her dem li pêþbûn ku di seran serê dîroka kurd de ewbûn yên ku rahiþtin ala rizgarîyê û bûne qurban di wê rê de , mêranî bi tena xwe ne bese lê gereke di her demê de ,pêre þiret û zanabûna aqilmendan jî gereke ,lewma gelek navdar dibêjin aqil û mêranî pevre dibin hêzeke xurt û ticarî nayê tewadin , me kurdan di nêjiwê de hebûm pir mêrxas û qehreman lê me bi qasî wan ne bûn aqilmend ,lewma jî em  bi serneketine ,ew mane me jî  bi saye serê wan ciwanmêra ye.
 
Heta roja îro jî yên dibêjin û na kin hene ,sikak tijîne ji wan ,ewin dibine egera paþketin û lawazî civaka kurd ku tenê bi gotin û þoran dora xwe di xapênin , perê xelkê ji armancên wayî serke di guharin , tenê armancên wan di hêlin di çarçova sûd û berjewndiya de , ew çand û hizir evbû çendên salan di nava civaka gelê kurd de jiyan dibe heta gihaye astekî ku piranîya mirovan ketine bin bandora wê rewþenbîriyê de , ku rengê civaka kurdî ber bi windabûn û xerîbiyê ve dibin, her yekê ku ji dê û bavê xwe re ne gerekbû xwe xistiye serkêþ û þêwirmendê zemanê xwe ku heta roja îro jî ti berhemên þêwirmendiya wan ne hatîye xuyakirin , heme her gotin û gotine .ji ber wilo jî  kurdan gotiye:  yê bêjê û bikê  þêre …yê  nebêjê  û bikê  mêre …. yê bêjê û nekê  kerê  nêre….

17.6.2013

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1.28
Bi Tevahî Deng: 14


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark