Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Desteya bilind li Rūsya

 


Mehmûd Biro

Divan çend rojên derbasbûyî de, û liser xwesteka welatê Rûsya, žandek ku pêkhatìye ji pênc kesan wek desteya bilind ber bi welatê Rûsya ve birêket.
Di rûnižtinên xwede ligel berpirsên Rûsya ,hin xal ji alîyê desteya bilind ve hatin zelalkirin û hatin wežandin di medyaya kurdî de, liser malperên internêtê.
Jiwan xalan, kû heta îro Rûsya desteya bilind bižewykî fermì li qelem nedaye. Herweha pesen nekirîye.


Tevlî ku vexwendina vê desteyê jibo beždarîkirinê ye di kongira Cunêfê ya duweme de,lê mixabin heta îro bifermî ev desteya me nehatîye vexwendin da ku bifermî beždari vê kongirê bikin liser navê kurd.
Ji alîyê din ve hêjayî gotinê ye  ku rayedarên Rûsya hiç garantìyek nedaye jibo pêžeroja miletê kurd di Sûryê de.

Tižtekî pir diriste ku kurd wek hêzek serbixwe beždarî kongira Cunêfê ya duwem bibin,  lê birastî ev gežbînîya ku endamên desteya bilind diyardikin dipêžveçûna  hevpeyvinênên dinavbera wan û rayedarên Rûsya yê de, ne dicihê xwedeye, û herweha ne liser bingihek rastteqîne û destnîžankirîye.

Herweha diyarkirina ku ev dîdara ligel Rûsya berdewamîyke ji wan têkilîyên semîmî û dîrokî yên dostanîya Rûsya bi gelê kurd re, ev yekjî ne dicihê xwedeye, jiber kû divê em serê xwe didîrokêve derxin , ne dîrokêji serê xwe derxin. Divê em komara Kurdistan jibîr nekin kû çawa ležkrê sor yê wan, yê Sovyêta berê palpižtîya xwe vekižandin û li peymana xwe xwedî derneketin, lê tenê li bercewenda xwe xwedî derketin, û li dawî bûne sedemekî serekî yê ruxandina komara Kurdistan li Rojhilatî kurdistanê.

Jiwê zedetir jî Rûsya xwedanê bikaranîna Veto ye pirr caran dijî žoreža Sûrî û ji qizinca rêcîma xwînmijve biryar distand, ev yek bû sedeme kužtina bi hezaran kes , dinav wande kurd  jî bû qurban û bidihan žehîdbûn.

Parçebûna kurdistana mezin jî , destê Rûsya dinavde heye , divê em vêjî jibîr nekin.

Herweha hêjayî gotinê ye kû em bêjin, desteya bilind nûnerê gele kurde, lê ne nûnerê tenya ye, jiber kû gelek rêz û hevrérzên ciwanan , herweha çend grûp û sazîyên konevanî û komîteyên civata sivil yên din jî hene ku xebata xwe liser erdê dikin dijî rêcîma Sûryê, û jibo mafê rewayî çarenûs yê gelê kurd xebata xwe didomînin. 

Van camêran qurbanîyên corbicor jî dane diber rêbaza xwede, lewma jî divê em mafê wan nexwin, biteybetî hevrêzên ciwanan ku ewbûn ardûê žorežê û qurbanên serê rimê li Herêma kurdî de.

Dibehwerîya minde heger kurd xwedî vê çandê bin, û roj biroj zedetir nava mala xwe rast nekin, û ev nakokîyên kû îro dinava wande hene tune nekin, û xwe ji çanda kû partîya bees dinav mede çandîye neparêzin, û hêzek  ležkerî netewî yekgirtî bilez ava nekin, û bernameya xwe ya siyasî zelaltir nekin,  û xwe ji desthilatdarîya take hizbi neparêzin, wê çaxê wê kurd wek bazirganê muflis bin kû birastî kes naxwazê bazarê ligel bikê, û ne Cunêfa 2 û ne 3 û4  û ne pêncjî wê tižtekî bo gelê me bînê meydanê.

Wê ewjî wek vaqas kongirên din bê jibo me , û emê serqot û pižte vala û qemçik xwehr û xwerandî vegerin mala xwe. Jiber kû helwest û biryara me ya siyasî ne yeke

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark