Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pisîkên Helebê

 


Yasîn Hisên

Şervanekî opusizyona Sûrya bi navê (Ebû Siqar) yê ku dilê leşkerkî rêjîmê xwar, dibêje: Ku ev çemê xwînê li Sûrya neyê rawestan, wê miletê Sûrya hemu bibin wekî min.
Yekî din dibêje: Leşkerên Esed û Şebîhên wî hemu wekî Ebû Siqar in.
Diyar e, ku şerê Sûrya gihiştiye asta ku kî ji kê hovtir e. herwiha diyar e ku civaka navdewletî jive yekê ji xelkên Sûrya re dixwaze, da bibe çandek di nava wî miletî de, da rojek bê em bibhîzin ku kesekî çav, dest, ling- tiştekî din- Yê kesekî din xwariye.


Li ser pisîkan, bi taybetî pisîkên Helebê, hevalekî ji min re got- Ez nizanim heta çi redeye gotina wî rast e- Ku pisîkên Helebê bûne wekî pilingan û ew lawê bavê xwe ye yê bi tena sere xwe bi şev ji mala xwe derkeve, wê bibe nêçîrek ji pisîkan re. Gelo pisîkên krdî çima wa dibin?
Hevalê min berdewam kir: Ev pisîk fêrî xwarina goştê ademiyan bûne, ew kesên piştî şer tên kuştin û termên wan li kolana dimînin, dibin xwarina pisîkan.
Dibêje: Diranê van pisîkan mezin bûne, gewdeyê wan mezin bûne, nema dişebihin pisîka, bûne wekî pilingan.
Piştî henalê min gotina xwe temam kir û piştî min gotina we kesê dilxur dît, rojên şoreşa Sûrya weku filmekî Sînemayî di ber çavê min derbas bûn, ji daxuyaniyên Dabî û Ibrahîmî û Nesrulla û Lafvrof heta bighê daxuyaniyên opuzisyonê, heta xetên sor yên mistir Obama. Ku çawa ev dixwazin heta bi mişkên Sûrya bibin gur û bi kolana kevin, goştê miriyan bixun, û saxa jî bilehfrînin.
Hema hiek Exlaq…. ey civaka navdewletî, hema hinekî, bi kêmanî hema ji bona pisîkên me we nexun…!

  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark