Konê Reş
Eger UNESCO di roja di 17.11.1999 de, 21ê sibatê bi navê “ Roja navnetewî ya Zimanê Dayikê” bijartibe û bi nav kiribe, yê me Kurdan, wek ku ji berî çend salan ve belav bûye roja 15 gulanê ye, û ev roj ji sala 2006’an vir ve tê pîrozkirin. 15 gulanê, ev roja ku yekemîn car kovara HAWARê li Şamê hatiye weşandin û di nav Kurdan de hatiye belavkirin. Wek ku diyare ji berî 81 Salî ve; di roja 15ê gulana 1932an de yekemîn car di dîroka Kurdan de ku zimanê Kurdî ( Kurmancî û Soranî), bi alfabeya Latînî hatiye nivîsandin û ji wê hingê ve rewşenbîrên Kurd his û hestên xwe bi zimanê dayika xwe anîne û tînin ziman.. Bi saya wê rojê û bi saya xwediyê HAWARê mîr Celadet Bedirxan, roja îro em xwedî alfabeyeke xweser in û roja îro bi sedan, bi hezaran ji rewşenbîrên ku bi zimanê Kurdî dinivîsînin hene û bi dehan navend, enstîtu û komeleyên Kurdî hatine damezirandin û di xebatê de ne.. Her wiha bi sedan kovar, rojname û malperên internetê bi zimanê Kurdî, alfabeya latînî li seranserî dinyayê çêbûne.. Werin em bi geşbînî vê rojê ( 15ê Gulenê), wek roja zimanê Kurdî pîroz bikin.. Wek ku çawa 22ê Nîsanê bi navê roja rojnamegeriya Kurdî hatiye bi nav kirin, bi me xweş e rojê 15ê Gulenê jî li seranserî Kurdistanê, bi navê roja zimanê Kurdî bê bi nav kirin. Zimanê me, ne kêmî zimanê xelkên derdora me ye, kok û rehên zimanê me li hezarê salan vedigere, rewa xwe ji ava çemê Dicle û Ferat distîne, bi çiyayê Cûdî, Barzan, Zagros, Toros û Agirî re mezin bûye.. Bi keleka Nûh pêxember re gerya ye û dawî ji Cizîra mîr Şeref di dinayê de belav bûye.. Sebaretî min û vejandina vê rojê ku keç û xortên me yên ku dûrî zimanê dayika xwe ketine li zimanê xwe vegerin, bi zimanê xwe biaxifin, bixwînin û binivîsinin.. Jixwe zargotina me, ya ku bav û bapîrên me, di nav çerx û dewranên salan de afirandine û li pey xwe hiştine û roja îro gelek jê li ser zardevê kalemêr û pîrejina ye, ew zargotin li hêviya me û komkirin û nivîsandinê ye.. Di baweriya min de her ku kalemêrek an pîrejinek ji wan dimire, pirtûkxaneyek me pêre tê şewitandin.. Erê werin em vê rojê li gelê xwe pîroz bikin û xelkên xwe agahdar bikin ku, her sal di wek vê rojê de, vê gotina mîr Celadet Bedirxan bînin bîra xwe: (Heçî em Kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê diaxivin, piranîya me ji vî zimanî pêve bi çi zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletî êdî ne wezîfeka şexsîye, lê wezîfeka milîye jî, heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe a milî pêkve neanîbe, bi kêrî miletê xwe nehatine ji bo ko mirov bikare xwe ji miletekî bihesibîne divêt bi kêrî wî bêt..).Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara (40) Şam/1942. (Malxerabo! Ma we ew çend wext nîne, ko hûn ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne, îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin _ fînfoneke _ derewîn bi lêv bikin.. Kuro! Eybe, şerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin, bê ziman Kurdîtî ji we ra ne rûmete, ji me ra rûrewşiyek girane.. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin).
Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara ( 27 ) Şam,1941 Dr. Nûreddîn ZAZA jî sebaretî zimanê Kurdî di pêşgotina pirtûka Memê Alan de wiha gotiye: Gelî Kurdan! Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêş ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Dr. Nûreddîn ZAZA
Tevî ku gelek salên xela û celayê bi ser zimanê me de hatiye, gelek caran tûşî talanê bûye û cîranan têra xwe jê dizînê, lê hêjî zimanê me xemla Mezopotamya ye, gulek rengîn û bi bîne di nav gulistana zimanê dinyayê de.. Erê werim, em di roja 15ê Gulanê de zimanê xwe li hev piroz bikin.. Konê Reş Qamişlo, 12.05.2013
|