Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Xaksipartina Mihemed Emîn Mihemed (Bavê Kawa)

 


Welatê me

Bi beşdarbûna cemawerekê berfereh, ji tevaya deverên parêzgehê û herweha şandên partiyên siyasî yên kurdî, komîtên rêxistinên mafên mirovan, nivîskar, siyasetmedar û rewşenbîrên kurd, rîsipî û kesatiyên deverê


komên hunerî û folkolorî yên ku ser bi Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê ( AlPartî ) ve girêdayîn, û koma Tirbespiyê ya bi ser rêxistinên partiyên li bajarê Tirbespiyê, rê û rismên veşartina termê xwedê jêrazî Endezyar Mihemed Emîn Mihemed, yê ku di bûyereka tirafîkê ya diltevzîn de, li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest da, hate birêvebirin .
Piştî rêpêdanê, li xala Rebîa ya ser sînorî termê xwedê jêrazî, ji aliyê Sûrî ve hate radestkirin. li rexê Sûrî hin kiryarên asêkirinê û pirsgirêk ji aliyê Sûrî ve peydabûn û bûn egerê  demxwarin û şûnvexistinê .
Pişt re, pêvajoya kerwanê behîdêran bi term re ber bi bajarê Qamişlo ve birêketin, di rê de û li duryana gundê Tenûriyê jî jimareka mezin ji xelkên deverê li benda wan rawestayî bûn .
Tevî ku bi sedan tirimbêl tevlî pêvajoya kerwanî dibûn, bi pêşwaziyeka gerim ji aliyê cemawerekê wefadar ve ji xelkên wan gund û bajarokên li ser rê û tarên bajêr, ta ku bigihê nava dilê Qamîşloka birîndar û dil bikul, termê kurê Qamîşlo yê hêja û ciwan,bi singek fereh û rondikin zelal hate himbêzkirin .
Pêşiyê, berê termê xwedê jêrazî dane mala bavê wî, ji bo awir û dîtinên dawiyê û dûv re ber bi goristana Qidûr Beg ve birin, ew goristana ku bûye cîgeha dawiyê ji gelek pakrewanên mezin re, mîna têkoşer û xebatkarên pakrewan (( Kemal Ehmed Derwêş û Şêxmûs Yosiv, û Şêx Mihemed Meşoq Xiznewî û gelek pakrewan û cangoriyên  (12) avdarê û yên dîtir jî )) .
Piştî ku merasîmên veşartinê pêkhatin, bi vê helkeftinê mehrecaneka gotar xwendinê hate girêdan, di mehrecanê de, gelek gotin li ser kar û xebat, jîn û jiyana wî hatin xwendin, gotinên ku hatin xwendin evên lixwarin :
- gotina Bereya Demoqrata kurd li Sûriyê – mamosta Neamet .
- gotina Partiya Demoqrata kurd li Sûriyê (AlPartî) – mamosta Mihemed Ismail .
- gotina Partiya Azadiya kurd li Sûriyê – mamosta Beşar Emîn .
- gotina Partiya Yekîtiya kurd li Sûriyê ( Yekîtî ) – mamosta Hesen Salih.
- gotina Partiya Demoqrata kurdî Sûrî – mamosta Mihemed Ebas .
- gotina şepêla pêşerojê – mamosta Meşel Temo .
- gotina rêxirawa mafê mirovan ya kurdî(MAF) – mamosta Ibrahîm Yosiv .
- gotina dostên xwedê jêrazî  – mamosta Elî Cizîrî .
- gotina dostên xwedê jêrazî li Helebê – mamosta Celal .
- gotina komîta navçeyê ya Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (AlPartî) – mamosta Behzad Dorsin .
- gotina binemala xwedê jêrazî – mamosta Mela EbdulKerîm .
hêjayî gotinê ye, ku tevaya kesên ku gotin xwendin, di naveroka gotinên xwe de, li ser kar û xebata xwedê jêrazî, ya ku di ber kêşa gelê xwe de dikir, rawestan û herweha berevanîkirina wî ya bi çelengî û bêhedar, di ber mafên mirovan de, rola wî ya mezin di komîtên vejandina civaka sivîl, û pêkol û çalakiyên wî yên berçav di ber geşkirin û xepartina zevya çanda kurdî de, dane xuyakirin . herdîsanê kesatiya wî ya nêvas, ya ku cihê rêz û xoşewîstiyê li cem dost û hevalên wî , singa wî ya fereh, xewnên wî yên mezin, hişê wî yê vekirî, siyaneta wî ji xelkê re, anîne ziman û beskirin. di nava wan gotinan de, pir caran birûskên serxweşiyê jî, yên ku ji aliyê rêxirawên mafên mirovan ve, malperên Enternêtê, koçkên paltokê, ji hin nivîskar û kesatiyên navdar di hundirê Sûriyê de û ji derveyî wê jî hatin rêkirin,di hatin xwendin û berçavkirin . 


























































 







 



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark