Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gotina Weşana NEWROZ, Kovara PIRS û EL-HÎWAR Di cejna rojnamevaniya Kurdî de

 


  Berî 115 salan, mina vê roja pîroz, 22ê meha Nîsana 1898an, di dîroka gelê me yê Kurd a nûjen de, yekemîn car, Miqdad Midhetê Bedirxan, layê Mîrê Botanê, rojnameye keduheftane bi navê“KURDISTAN”, zimanê Kurdî û tîpên Erebî li paytexta Misrê weşandiye.
Bi deranîna vê rojnameyê, mîrê me yê gewre, xwestiye ji hemû gelên cîhanê re bibêje: Tevî bikaranîna hemû cûre û şêweyên çewsandin û qedexekirina zimanê Kurdî, her ew bilind û zindî maye!!..


Zindî maye ji ber ku ew bi hebûna gel û xaka welêt ve girêdayî ye, ta ku ev gel û xak hebin, ewê sax û zindî bimîne..!Herweha, wî xwestiye teqez bike ku zimanê Kurdî, jizimanên gelên cîhanê ne kêmtir û qelstir e, ciwantirîn helbest, destan, stran, çîrok û çîvanokên gelêrî pê hatine ristin û nivîsandin.
Ji hêleke din ve, Mîr Miqdad û pişt re birayê wî Ebdurehman Bedirxan, li ser rûpelên vê rojnameya ku li gelek gund û bajarên Kurdistanê dihate belavkirin, şîretên qenc, nerînên pak û cihê navendên huner û zanînê ji gelê xwe yê Kurd re gotine, da ku ew zaroyên xwe li wan navendan fêrî huner û zanînê bikin, welatê xwe bi awayekî nûjen ava bikin û ber bi xweşiyê ve bibin.
Dema li derbideriyê, Mîrê Kurd ê hişmend û dûrbên nûçeya kuştina hin Ermenan li ser destê Kurdine nezan bihîstiye, ew dilteng û hers bûye, dengê xwe dijî vî karê kirêt bilind kiriye, ji mela û zanayên Kurdan xwestiye ku Kurd nekivine dav û bendên Sultan Ebdulhemîdê xwînxwer û mitirbên dora wî yên mina Ebû-Elhuda ku li dîwana wî rûniştî ne û jê re bûne şêwirdar..!. Wî ne tenê gotiye Ermenan nekujin, lê belê xwestiye ku herdu gel dest bidin hev û bi yek dengî daxwaza mafên gelê xwe ji dewleta Osmanî bikin.
Li dirêjiya 4 salan ji temenê wê, 31 hejmarji “KURDISTANê” hatine çapkirin û belavkirin, mixabin ku piştî wê, ji roja 14.04.1902an ve, ew ketiye bêdengiyê, rê û derfet li pêş derçûna wê hatine girtin. Di vê kurte-gotinê de, em naxwazin li ser dîrok û jiyana vê rojnameyê dûr û dirêj herin, çimku wê gelek rêl û kelem li pêşiya derçûna xwe dîtine, bi hemû şêweyan, Sultanê Osmanî xwestiye dengê rastiyê bibire, wê tune bike, li welatê xwe derçûna wê qedexe kiriye û bi tundî şerê wê li derveyî welêt jî kiriye, ji ber wilo jî, wê westan û cefakêşiyeke mezin kişandiye, lê di heman demê de, wê bi gotar û zimanê xwe yê şêrîn, rê li ber nivîsandina bi zimanê dayikê dûz kiriye, bingeheke tekûz ji rojnamevaniya Kurdî re saz kiriye, ji gelê Kurd re bûye sembol, û roja derçûna wê ji me re bûye rojeke pîroz, roja cejn û şahiyê.
Lê, weke tê zanîn, tu carî gelê Kurd sere xwe li ber neyar û sitemkaran ne çimandiye û her berevanî di ber hebûn, maf û azadiya xwe de kiriye, careke din, di sala 1932an de, li ser şop û rêya nemir Miqdad, Mîr Celadet û birayê wî Kamîran Bedirxan kovarine hêja bi zimanê Kurdî û tîpên Latînî bi navê HAWAR, RONAHÎ, STÊR û ROJA NÛ li Şam û Bêrûtê weşandine, çand û wêjeya Kurdî dewlemend û zemgîn kirine, careke din, dilê Kurdan bi weşanên wî geş û şabûye. 
Xwişk û birayên rêzdar…
Hilgerên raman û pênûsê…
Di serdem û qonaxeke mina vê qonaxê de ku geşepêdanên mezin ên bê sînor di ware pîşesazî, ragihandin û zanistiyê de rû dane, dezgeh û alavên mîdyayê berdest bûne, giringe em Kurd jî sûde û mifahê jê wergirin û encamên şoreşa pêşveçûnê ji bo bilindkirina asta zanyariya gelê xwe bi kar bînin û civaka xwe pêşve bibin.
Di civakê de, berî her kesî, rewşenbîr nexweşiyan dibîne û nas dike, bi pênûsa xwe ew dikare derman ji wan nexweşiyan re destnîşan bike û guhertinên mezin di jiyana civakê de pêk bîne. Lê weke em hemû dizanin, destek bi tenê çepikan nade..! Ango, pêwiste rewşenbîr dost, heval û alîgiran ji raman û nerîna xwe re peyda bike, xeleka piştgiran li dora wê fireh bike, da ku ew kom mezin bibe, û bi yek dengî biqîre, li ser rêya saxlemkirina civakê gavan bavêje.
Divê em li xwe mikur bên ku ji be rsedemên bindestiya dem-dirêj a gelê me yê Kurd, hin nexweşiyan di civaka me de cih girtine, ji sedê salan ve ew bi me re dijîn, bi destê neyarên doz û hebûna gelê me, ew nexweşî gur bûne, û gelek caran jî, neyar û xêrnexwazên gelê me,li gora berjewendiyên xwe ew tevdane û gurtir kirine, rêzên me ji hev xistine belav kirine, em di nava xemên giran de hiştine, û ta roja îro, em ji êş û jana wan derdan piştkul û bi axîn in..!! Zor giringe rewşenbîr û civaknasên me yên pispor, lêkolînên zanistî di vî warî de çêkin, sedemên rastî yên van nexweşiyan diyar bikin û ji bo saxlemiyê jî nerînên xwe pêşkêş bikin. Ta wê rojê, ji me tê xwestin ku em çanda lihevkirin, hezkirin û rêzgirtinê bi firehî di civaka xwe de biweşînin, em hemû hewil bidin ku rehên çanda zikreşî, berberî, devavêtin û paşgotinê ji civaka xwe rakin dûr bavêjin, ji ber ku ew çanda bed bûye egera bêbaweriya malwêran, ya ku ji sedê salan ve em ketiyên wê ne, û her em şikestiyên destên xwe ne!!...Banga me ji hemû nivîskar, dezgeh û navendên ragihandina Kurdan re ewe, bila hemû pênûsên me, çanda jihev-hezkirinê, rêzgirtin û yekîtiyê di civakê de biweşînin belavbikin, ji ber ku dema em ji hev hez bikin, rêzgirtina hev biparzin, yekîtiya me xurtdibe, tu hêznikare me bişkîne..!!
Li dawiyê, bi nave Weşana NEWROZ, Kovara PIRS û EL-HÎWARê, em vê cejna giranbuha li gelê xwe pîroz dikin, bi omîd û hêvî ne ku rojên bên, rojên azadî, aştî û wekheviyê bin. 
Bi vê helkeftinê, em gurzek gul û nêrgiz diyarî giyanê Mîr Miqdad Bedirxandikin, û ji hemû têkoşerên Kurd re, yên ji bo doza gel û çanda wî xebat kirine rêz û hurmetên xwe pêşkêş dikin. 
Cejna Rojnamegeriyê li hemû rojnamevan, nivîskar û rewşenbîrên Kurd pîroz be!.
Bijî çanda nûjen a mafnasî û mirovheziyê!.
20ê Nîsana 2013Z- 2625 K
Weşana NEWROZ,
Kovara PIRS û EL-HÎWAR
Ev gotin di ahinga cejna rojnamevaniya Kurdî ya li qamişlo hat li darxistin hat xwendin

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark