Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rezoyź Osź di bīranīna sźyemīn de

 


  Samî Ehmed Namî 
 
Dema min xwe amade dikir ko režbelekekê di bîranîna sêyamîn ya Xwedê lê xwež be Rezoyê Osê de binivîsim, ez li hevpeyvînek e torevanî bi pênûsa helbestvan Konê Rež ko di malpera Welatê Me de hatibû wežandin rast hatim.
Min hevpeyvîn bi germî xwend. Mixabin xwendina wê hinekî ez dilsar kirim!!.
Gelo çima? 
Di berdewamiya xwendina wê hevpeyvînê , min kêmasiyek dît, ko ez ne di wê bawerîyê de bûm ko bi taybetî ew kêmasî ya vî nivskarî be. 


Nivîskar bi ferehî hevpeyvîna xwe berdewm dike ta ko dibêje:
….Tevî vê qedexebûnê jî, wan " 
Mebest jê nivîskaran" di tev cureyên edebê de nivîsandine û gelekan ji wan xwe bi berhemên xwe berz kirine û nav û deng dane wek: Helîm Yûsiv, Fewaz Husên û Jan Dost di romanê de.. Ehmedê Huseynî û Tengezarê Marînî di warê helbestê de.. Deham Ebdulfettah, Berzo Mehmûd û Derwêžê Xalib di warê ziman de..Mehmûd Sebrî, Dr. Ebdilmecîd Žêxo, Heyder Omer û Ez di warê Lêkolîn û nivîsên têvil de….. 
Malava, ma wilo ye ko te zû zû Rezoyê Osê û ked û xebata wî di warê nivîsandin, hûnandina helbestan, lêkolîn, rexne û fêrkirina zimanê kurdî bi kû derê de bê ser û žop berdaye. 
Ew berhemên bi naverokên xwe dewlemend û giranbuha wek: Pênc çîrokên kurdî gelêrî yên zarokan.
Dîk-dîko, Libhinarê, Bavê Hepûn, Žengê û Pengê û Finda Žemal.
Herweha dîwana helbestan ya bi navê: Kevoka Min.
Sê pirtûkên ko anha li bajarê Diyarbekrê ji aliyê wežanxaneya Lîs ve li ber çapê ne. Xilmažî.Tûjik. Merganê.
Pirtûka kurteçîrokan ya bi navê Civîna Pêlavan ji wežanên wežanxaneya Lîs. Diyarbekir. Kewçêr 2011. 
Pirtûka bi awayê rexne: Uzunname . Rexna Li Rexnê, ew jî li Diyarbekrê li ber çapê ye.
Pižtî vê raxistinê, qey ne ji mafê me ye ko bipirsin: 
Gelo bi hûnandina pirtûkeke helbestan Rezo nabe Helbestvan?.
Bi nivîsîna van her pênc pitûkên zarokan Rezo nabe Çîroknivîs?.
Bi çapkirin û wežandina çar pirtûkan Rezo nabe Nivîskar?.
Bi nivîsîna pirtûka rexneyê, Rezo nabe Rexnevan?.
Bi nivîsîn û wežandina lêkolîn, rexne û gotaran di nava rûpelên kovar, rojname û mihrecanên çandî de, Rezo nabe xwediyê roleke giring di rêza torevanên kurd de?.
Bi fêrkirina zimnê kurdî, ko Rezo di cîgehên teng û vežartî de xwendevanên xwe hînî xwendin û nivîsandina kurdî dikirin, Rezo nabe mamostayê hînkirina zimanê kurdî?.
Ma gelo ne zimanzan bû?
De ka emê bersiva van pirsan pispêrin raya xwendevanên birêz.
Rezo.. Xwež bawer be hîna cihan ji wefadarî û wefadaran vala ne bû ye.
Hevalên pênûsa te, xwendevanên nivîsînên te, žagirtên te yên fêrkirina zimanê kurdî di cîgehên teng û vežartî de û guhdarên dengê te, bi tu awayî te ji bîr nakin û her û her tê di hiž û bîra wan de bimînî û wê bi te re her wefadar bin. Wek wefadariya te ji milet û zimanê kurdî re.
Rezo bi hatina bîranîna te ya sêyemîn. Ez bi bawerî û bi dilgermî dibêjim: Rezo, tû nayê ji bîr kirin û tê di azmanê rewženbîrîya kurdî de her zindî bimîne.
Çima?
Çiko berhem, ked û xebata te her dem žahidên rastgo ne, ji wan bîr û baweriyên te re.
De bi aramî li goristana gundê Dekžûriyê raze
Delžûrîya ko her û her tu evîndarê xaka wî bûyî.
Seyda Melayê Cizerî dibêje:
Gazindeyan ji kê kim, ji kê bikim žikayet.
 
 
Stockholm. 2013.03.04

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3
Bi Tevahī Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark