Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurê min Mîro (Celadet)!

 


Konê Reþ

Kurê min Mîro! Çem bi paþ de jî dirêj dibe û bi pêþ de diherike.. Lê qet nasekine.. Jiyan jî wiha ye kurê min, pêwîste mirov bi pêþ de here.. Va tu li Stenbolê ye, mêzeke bê çendî pêlên mirovan di sikak û kolanên wê re derbas dibin.. Ji tev texlîtên mirovên dinyayê di nav wan de hene.. Her yek bi armancekê di kolanên wê de dibuhirin.. Tu jî bi armanca çûna Ewrûpa, çûna penaberiyê, di wan kolanên Stenbolê re derbas dibî.. Armanca te jî, ku tu jiyanek xweþ, geþ û azad di penaberiyê de bibînî..


Erê kurê min, welatê me, bajarê me Qamiþlo roj bi roj ber bi xerabûnê ve diçe.. Dibe dojeh û xelkên wê bi refan divevin.. Roja îro Stenbol ji wan re bûye xweþ rawestgeh.. Tu jî yek ji wan kesa ye..
Kurê min! Çend rojekî bêhna xwe di wê rawestgehê de veke û berê xwe bide oxirê û piþta xwe bide felekê.. Ka em ê binêrin bê qederê ji bo te, çi di tûrikê xwe de veþartiye..
Erê kurê min, çem bi paþ de venagere, her û her berê wî li pêþ e.. Bi herikandina Çem re gelek zê, rûbar û kanî tevlê dibin û sekn û hedan lê nîne.. Armanca Çem ku xwe bi welatê xwe ve bigihîne, xwe bi deryayê ve bigihîne.. Tu jî sebra xwe bikþîne kurê min, fereceyên xêrê pirrin..

Kurê min Celadet (Mîro)! Çiya ji dûr ve bilind xuya dikin, bi nêzîkbûnê re nizim dibin, bi hilkiþandina ser piþta wan re, ew bilindbûn namîne.. Lê her navê wî çiya dimîne û her kes nikare xwe bi ser piþta wî ve bigihîne.. Kurê min tê gelek zehmetiyan bibînî ta ku xwe bi armanca xwe ve bigihînî.. Lê hin deyax û berxwedan pêwîste kurê min..

Raste kurê min, jiyan bi kurdî gelekî xweþ e, lê gelekî jî dijwar e.. Belê kurê min sebaretî min, bi min xweþ e, tevî nexweþbûnê, kurd bijîm, kurd xwe bidim naskirin û parastin û eger rojekê bimrim kurd bimrim û li Qamiþlo bême veþartin..
Ji ber vê yekê kurê min, destê min ji Qamiþlo nabe û qet nikarim li kêleka te, di penaberiyê de bijîm, qet ez nikarim.

Konê Reþ
Qamiþlo, 01.03.2013

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.27
Bi Tevahî Deng: 11


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark