Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Hevalo.... koçrê Min

 




(Di șîna hevalê Minî hêja M.Amîn Cemal de..)
 bîanîna kuçkirina te ji bîr nabe?…

 Lewend  Dalînî

Çi cara ku ez li turikê xwey zarokîyê
Gerîbûm
Min nameyeke te têde didît
Û çi cara min li neynika
Dîroka xortaniyê
Dinêrî
Tîpekî te têde hebû


Sînorên berxwedanên tey netewî
Di xameya min de
Zelal xuya dibûn
Û
Þehsiwarek bi çek
Di meyda cirîdê de
Hatû çûnek
Dikir

Bingihê mafetiya mirovan
Di dilê tede
Þax berdabûn
Û dozeca netewî
Hîna ji zikmakiyê de
Te mihtibû
Û weke leylaneke bê sînor
Te sînor derbasdikirin

Suxtebûna me ji mêrgên
Seydayê nemir Cegerxwîn;
Þîn dihatin
Û zemên kokê
Bi hostayî dihatin
Kêþan

Meydana tevgerê li te
teng dihat
Û þaxên te
Ber bi xaka azad ve;
Mêl dibûn

Weke Cûdî
Sawîrê teyî bi çirîsk
Serî hildida
Û gemiya te
Dest bi qunaxên nû
Dikir

Malpera te hin bi hin þîn dibû
Û hogirîtî fereh gera xwe
Dikir
Nunerê bê dengiya te
Deng didan
Û ala kurdewariyê
Gurr dikirin

Sîmirê tey bi hiner
Fireke fereh di da
Bilind dirêst
Û þan dikir

Roj bi roj
Asîmanê te ber bi bê sînoriyê de
Koç dibir
Û stêrikên te
Zîz dibûn

Mûma qederê li te gerî
Û nav û nîþanên te
Girt

Kolan bi kola tevn û davikin xwe
Rist
Û zemên xwe
Þidandin

Rê û deryanekên te
Kor kirin û peyala koçkirinê
Dinûþt

Stêreka tey bi þan rijand
Û taristaneke reþ
Perda xwe berda
Xwar

Nameya þînê
Þiyande çapê
Û dilê me weke keleka deryayê
Hejî

Laþê nazik û nazdar
Bêcan raste rast
Pêrgî me bû
Û rayên þahiyê ji dilan
Hatin qetandin

Berxwedanên me bêsemax
Kirin
Û rewana dilan
Westakir û dest bi dest
Dida kuþtin   

14.02.2007  Qamiþlo


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark