Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mêjiyê sivik ...!!!

 


Xelîl kalo

 Mêjiyê sivik....barê girane .... derb derba mêjî û ne zaniyê ye .aqilê sivik weke hirçê  xwediyê xwe di kujê . her wiha ku miletê kurd derdê wê êþê dikiþîne û niha jî di kiþênê,  ku mîjiyê wî bûye sedema paþketin û bindestîya wî û koromoro bûye  .eger gelê  kurd û bi taybetî bijartiyên me yên civakî û rewþenbîrî û siyasî  hebane,  xwedî aqil û wicdan û dûrmeyzên bane ,wê rewþa gelê kurd baþtir bane ji niha .pîþtî dihên salan ji xebata netewî  û tofana ku li sûrî di qewimê.


em hîna  windane  û bijartiyên meyî siyasî hîn aqil zivikin weke zarokan bi hevketine  û barên xwe girandikin roj bi roj û hew karin di binde bi meþin .  
Ev rewþa berçav ya ku em têde hate encamdan bi egere siyaseta meyî bê armanca netewî û pir xirab dawiya ne diyardike  .niha me ne þexsîyete , ne rêxistina netwî û hevhiþmendi ye û her dîse jî bê hestên hevbeþe ,her yek ji me weke xwe dije û hizira xwe dike  bê pêwendî û girêdanên xurt di gel hev wekî gel û neteweyeke bindest û xwedî doz .hîna piraniya kurdan weke hoz û êlan dijîn û wisa siyasetê dikin , tenê bi berjewendîyên xwe yê kesayetî û bi tiþtên pûç  difikirin .

  Heta roja îro jî hîn ew aqilê sivik li ser meye , ku riya ber lingê xwe em  nabînin û em nizanin ka wê paþeroja me wê çawa be .di zemanê ku her tiþt li dora me tê guhartin bi lez û bez ,  ne me heye cihê þêwir û þêwrdariyê ,ne aqilmend , ne rêxistinên berpirsyar  û hevhiþmendî ,ne maf û ne azadî ,ne mal û mewdan û her tiþt bihêviya xwedê ve ye û ber bayê sar ve berdane weke kerempera ku ba li ber xwe bibe .kes nizanê ka wê bi kûde biçê . bê ku ti hêviyên me bi rojên werê re hebin heta gihaye wê radê ku em bê hêvîbûne ji rewþa em têde , herkesî ji me xwe windakiriye û ciqas em li xwe digerin em nabînin . vêce û li vê derê ev rewþ bi vî halî  wilo bimîne , me nagihîne ti deveran ji bilî zêdebûna koletî û bindestiyê  .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark