Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Mihabad ta bi Mihabad:Xewna Kurdiya Şêrîn!

 

Nivîsîna:Besam Mistefa

“Merqeda”te li kû ye Qazî
Ta ko em bidinê berê xwe!!?
…………
Ta ko zirta me jî
Di nav tiliyên te de bixeniqe.
-Ehmed Huseynî
Dem: 22/1/1946
Cih: Mihabad!


Li wir, tovê pêşîn li erda tiya aso û azadiyê, hate reşandin.Li wê meydana xweşik-Çarçira-di dilê Mihabada birîndar de, tîrêjên hêviyê yên destpêkê ronahî dan.Kurd in sade bi kesera dilkutiya pêşîn ya jiyana ku çend û çend hate kuştin lê nemir, berbi Çarçira ve kişiyan.Kurdên ji her şûn û warekî li wir civiyan da ku pêka yekemîn ya avahiya ku heta anuha pêk nehatiye, deyinin.Çavên pêşmergeyan bi tivingên wan yên dirêj li wir pêwaniya xewnê dikirin.Al û êş û çiya û asîmaneke mîna xewnê fireh çavdêriya cihê matmayî dikirin.Li pêşiya herzala sakar hindek mêr bi serpêç û kincên xwe yên Kurdî, di nav wan de Barzaniyê nemir ko xewn av dida û bi cil û berg dikir, bi mêr û tivingên ku qet ranwestiyane dikir , rawestiyabûn.Li ser herzalê, dadwerê sade û pêşewayê mezin-Qazî Mihemmed–silav lêdida û ji aso re digot:Vaye em hatin, em ên ko qet neçûbûn!
Li Mihabad-bûka rojê-xewna şêrîn mîna çirûskekê ji çîrokên cinan û welatê efsaneyan û landika şaristaniyan–Mêzopotamiya-û sînorên Gilgamiş û Kawayê hesinkar, vepengizî!Wê demê-ko cenga cîhanî lidarbû-Qazî dît ku dem hatiye da ku tava nuxumandî dîsa geş bibe û reng li kok û rêzkirina xwe ya pêşîn vegerin.Li Çarçira xewnê , ji herzala xwe ya piçûk rastî hemû vegot…aso tev didît reş û sipî, rengfirîn û çirûskdar ..weke ku bizanibe roj çi pilanan li serê wî û milletê wî girêdidin, lê zanebûna wî nebû asteng ko ew rê ji xewnê re veke berev sibebroja bendewar manendî keçeke nûber ku ji evîndarê xwe yê dûr re xewnekê bi firehiya asîmanan, bi tayên dilê xwe yê piûçk, vedihûne….û Qazî sade bû….feqîrên Mihabadê bi cil dikirin, wan li hev dianî,û di tenge esran de, dema tavsorkê, di nav zeviyan de dimeşiya, û êvaran vedigeriya mala xwe da ku tiştekî hindik ku jina wî amade kiriye bixwe û raze û xewnên hêvîdar ko Mihabada xweşik û Mihabadiyên belengaz rojên xweş bibînin, didîtin.Xweşik bû….bi herdû çavên xwe yên nivandî û rûyê xwe yê tahir û rih û por û şîna di kûrahiyan de veşartî.Wî dizanibû çi dike û nêzîkî rastiya weke agir geş dibû , diviya bû ew wisa bike,destpêkê bi xwîna xwe ya paqij wêne bike, da ku zaro û nevî piştre rêveçûna xwînê bişopînin.Yanzdeh mehan xewn berdewam bû, xwediyên wê jê re dilsoz bûn, û di wê çaxa kêm de, tiştên ku dehan sal ji wan re divên,pêkanîn.Ew tenê, afirînerên destpêka zehmet didîtin dawî nêzîk dibe  û bihna genî ya petrolê difûre û mizgîniya ne xêrê,mizgîniya êş û azaran bi xwe re tîne!Yanzdeh mehan, û ala kurdiya rengîn li asîmanê Mihabadê liba dibû û sirûda sermedî ji bajêr bilind dibû û xak bi kurdî diaxivî li wir.Li wir jî, qederê xwest ko serok Mesûd Barzanî kurê Barzaniyê nemir–ê ko komara nûzayî diparast û bi dilzosî û evîndariya xwe tevî berevaniya wê dikir berî ko dijmin li ser kuştina wê lihev bikin û ew tevî pêncsed lehengî berê xwe bide Soviyetistanê di rêveçûneke efsanewî di gel emaneta ko ji Qazî wergirtibû:ala ko Barzaniyê kur jê pêve di asîmanê Kurdsitanê de, nepijirand-li wir jidayik bibe.Yanzdeh mehan, weke ku Mihabadî nêzîkbûna dawiyê ji destpêka xwe bibînin, bê rawestan kar dikirin, şanoyeke kurdî damezirandin,sirûdeke netewî afirandin  û dibistanên kurdî avakirin û pirtûk çapkirin û rojname û kovar belavkirin, ev hemû di demeke kurt de bi vîneke xurt û bilind wekû bilindahiya çiyayên Kurdistanê.Hingê, dîrokê ji neviyên Kawa re xefik vedidan.Wekû hercar çîroka dilbijan destpêkir, û bayên konevaniyên navneteweyî yên ko ji berjewendiya xwe zêdtir nikarin tutiştî bibînin,rabûn.Bazara li derê ha pêkhat, û kurdên bihêzî qels dîsa hatine firotin…bûne qurban û tevlî axa dasitan û kilamet û efsaneyan ta demekê bûn , ji ber ku ew hercar nediyar dibin û paşê bihêztir û xweşiktir vedigerin!Di heman meydanê de, piştî yanzdeh mehan, nûxuriyê nazik diviya bû were serjêkirin û bibe qurbanê biyanî û hemnijadên ko ji bihna xwînê pêve, ti bihnê hew dikin.Ew nizanin ku xwîn xwînê peyde dike, û rastî her û her tête holê…û rastî wirde wirde tê, mîna bayekî nepenî tê.Li Çarçirayê, tola xwe ji Kawa sitendin, lê nizanin ko Kawayê ku beriya hezarên salan Ezdehak serjêkir, bi hezrana kur û keç û neviyên wî çê bûne, erê, veşartî ne lê jinişkave dixuyin, dema ku sitemkar wan li ber çavên xwe nabînin!Di berbanga wê rojê de, Qazî Mihemmed hate bidarvekirin.Qaziyê ko aram û rûnazik bû, û ji dawiya xwe razî û serbilind bû….pêka pêşîn ya xewnê êdî hate danîn, xewna nemir ko bi xwîna mêrxas û pakrewanan geş dibe.Qaziyê ko eger kurdan weke Çeçanan navê şehîd û lehengên xwe li çiyayên xwe bikirana, dê navê wî li mezintirîn û bilindtirîn çiyayê kurdistanê bûna.Qaziyê pêşewayê şehîd ê mîna ewreke sipî û bilind ku ji xêr û hezkirin û aşîtiyê pêve jê nabare.Qaziyê kurdê resen ê ko ji bilî jiyan û xwîna xwe tembînameyeke bê hempa ji nifşên nuh re hişt, ev nifşê ko berbi pêşve gav dide, berev xewna bi xwîna Qazî û hemû pakrewanên kurd ên ko tenê ji Kurdistanê re jiyan û tenê ji boyî wê mirin, rengdayî.
Di salvegera yekemîn komara Kurdistanê de, Mihabada-eşq û evînê-bila her yek ji me tembînameya pêşewayê şehîd bixwîne da ku bibîne çendî xewn nêzîk e û çendî xewn şêrîn û giranbuha ye û çiqasî li ber pêkhatinê ye.Ji Mihabad ta bi Mihabad, gelo çi ji hêvî û bicihanîna xewnê xweştir heye?

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark