Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rewşa Kurdên Rojava û Pêdiviya Yekîtîyê

 


Konê Reş

Tevî ku pileya germahiyê li Binxetê dor 43-44 e, xelkên wê di buharek azadî û serbestiyê de dijîn.. Ew dîwarê tirsê yê ku ji berî 50 salî ve li dor me hatibû bilindkirin, hatiye herifandin û roja îro xelkên me bi dengbilindî doza xweseriya xwe, çareseriya xwe a netewî dikin.. Belê, berê Sûriyê û me kurdên rojava li kûye, ez nizanim.. tiştê ku ez zanim em kurdên rojava di roja îro de di qûnaxek dîrokî re derbas dibin.. Çilo û çawa wê kêşeya me çareser bibe nezelal e, di xumamê de ye..


 Tirsa min ku em ji ber şirikê herin ber mezrîbê.. Qet baweriya min bi misilmanên hişk û birayên misilman (Ixwan elmuslimîn) nayê, evên ku niha ji sedî 50 ji Artêşa Azad li sûriyê di destê wan de ye.. Em nikarin 50 salî ji wan re jî bêjin; em birayên we yên misilmanin û wan razî bikin ku em bi zimanê xwe bixwînin û bivîsînin.. Jixwe ew baweriyê bi tu zimanan nayinin ji bil zimanê erebî pêve.. Zimanê Quranê li cem wan zimanê bihuştê ye.. Tevî ku niha dibêjin; wê mafê tev nijad û netewan di sûriya nû de parastîbe.. 
Rewşa me kurdên rojava di roja îro de dişibihe rewşa Kurdistana bakur û kurdên bajarê Stenbolê yên sala 1908 an, di vê salê de, sultan A. Hemîdê 2em neçar bû ku pîş bi Meşrûtiyetê bike, anku deriyê edalet, huriyet û edaletê vekir.. Lê wek ku hûn jî dizanin piştî çend heyvekî Ciwanên Tirk li sozên xwe qulipîn û nijadperestiya xwe derbarî Kurd, Ereb, Ermen û Yûnaniyan eşkere kirin û di encam de tev komele û kulopên wan li Stenbolê û Amedê girtin û serokên wan avêtin zîvariyan.. Em Kurdên rojava jî ji vê yekê bitirsin..
Dibêjin kurdên rojava xweseriya xwe li Efrîn, Kobanî, Amûdê û Dêrikê diyar kirine.. Gelo ta çi radeyê ev yek rast e?! Wek ku hûn zanin di rizgarkirina bajaran de gava pêşîn vegirtina Qayimqamiyê ye, a şaredariyê ye û vegirtina navendên asayêşê ye.. Ta niha ev tev di destê rêjîme de ne û di kar û barên xwe de berdewam in..
Di baweriya min de rizgarkirina bajarên rojava wek ku tê gotin ne bi vekirina çend navendên rewşenbîrî ye ku navên mezin li ser wan hatiye danîn bê ku di warê pratîk de li gor hilgirtina wan navan bin..
Belê, di gelek bajarên rojava de dibistan, navend û komeleyên rewşenbîrî hatine vekirin, wek nimûne li bajarê Qamişlo: Melbenda Osman Sebrî, hola Dr. Nûreddîn Zaza, hola mîr Celadet Bedirxan, komela Subartu, yekîtiya Jinên Kurd, yekîtiya nivîskarên kurd li Sûriyê, navenda Mihemed Şêxo.. û wiha bi dehan.. Belê bajar bi rengekî fermî di bin destê rêjîmê de ye, çavê xwe ji vekirina van saziyan digre û xwe ker dike.. 
Erê ta niha tev saziyên dewletê di cihê xwe de ne û bi kar û barên xwe radibin.. Dewlet mehiya karmendan dide.. Sentera bajar di destê dewletê de ye.. Kes nikare xwepêşandanan têde bimeşîne.. Tev xwepêşandan di taxên derdora bajar de têne xuya kirin wek li taxa Xerbî (Camiya Qasimo) û taxa Enteriyê.. Ew jî di roja înê de ne.. Lê ew hêza emniyeta dewletê, ewa ku wek berê bi tundî, şidet  û çavsorî li ser kurdan hebû, êdî nemaye.. Roja îro dema ku mirovek derbasî Qamişlo an bajarên Kurdan yên din bibe, nabe ku di bin kontrola hêzên dewletê û hêzên Kurdan re derbas nebe.. Hêzên kurdan ewên ku ji berî dor salekê ve, bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), hatine damezirandin û ji hêzên çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) têne hesibandin. Ta niha di warê çekdarî de desthilata wan bi rengekî gelêrî heye û bi taybet li dervî bajarên Rojavayê Kurdistanê têne xuya kirin.. Roja îro tev qereqolên dewletê yên di ber sînorê tirkiyê re, ji Eyndîwerê ta bi Serê Kaniyê di destê wan de ne.. Çûn û hatina Kurdistana başûr, di destê wan de ye, ew çûn û hatina ku berê hisreta xelkên Binxetê bû ku, herin mirovên xwe li başûrî welat bibînin.. Niha mirov bi serbestî, bê Viza dikare here û bê.. Her wiha kontrol û zêrevaniya sînor jî di destê wan çekdarên (PYD) de ye..
Belê li bajarên me rojane elktirîk 12 saetan qut dibe, bi qut bûna wê re av jî qut dibe û her wiha Benzîn û mazot gelekî kêmin û gelek caran NET çar roj û heft roj qut dibe..
Piştî peymana Hewlêrê a ku di navbera Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (PYD) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriya (ENKS) de hat mor kirin û Desteya Bilind a Kurdî ji herdu rexan (ENKS), ku ji zêdeyî 15 partiyên kurdî pêk tê û (PYD) ku yek partî ye, hat avakirin, niha her du rex bi hev re di rojên înan de derdikevin xwepêşandanan û cemawerê wan bi hezarê hezara ye.. û wiha xebata gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê ji bo azadî û serbestiyê berdewam e. Em jî bi hêvî ne ku herdû emcûmen di biryarên xwe de dûrdîtî bin, bi rast û durist bi hev re bin û di warê pratîk de di xezmeta gelê rojava de bin.. A din ku pêwendiyên wan bi ereb û xirstyanên herêmê re xweş bin.. Ji ber ku rêjîm bi hewlildane ku di tev herêmên sûriyê de agir vêxîne.. Û dawî, wek ku bavê netewa Kurdî şêx Ehmedê Xanî (1651-1707), ji berî 300 salî ve hawar û gazî Kurdan kiriye û gotiye dermanê we Yekîtî ye.. îro, ez jî dengê xwe tevî dengê wî dikim pîre dibêjim:
Ez mame di hikmeta Xwdê de, Kurmanc di dewleta dinê de
Aya biçi wechî mane mehrûm, bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?
Ger dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek
Rûm û ereb û ecem temamî, hemiyan ji me re dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet, tehsîl dikir me ilim û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat, mimtaz dibûn xwedan kemalat..

NOT: Ev gotar di rojnameya WAR de, roja 27/08/2012 an li Duhoke belavbuye.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.4
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark