Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Nivîskarno, dadgeha dîrokê heye!

 


Arşevê Oskan

Tu ji çi nijadê bî, kurê kê bî, li kû jidayik bûbî ..?  Ji bo min tenê tu mirov bî bes e. lê mirovekî çawa bî, ma bi nav tenê tör dike? an jî bi kiryar û helwestên ku beşdariyê di êş û azeriya mirovan  de dike. Ku ne wisa be, ji bo min tu çi kes bî jî, tu ne birayê min î. Her mirovek rola wî di jiyanê de heye, nivîskar û hunermend karin bi xurtî navê xwe, karê xwe, rastiya civata xwe li dîwarê dîrokê binivîsin, ew ji bo min erk û wezîfeya herî baş û paqij e.


Di nav nivîskarên dîrokê de jî hin beş hene, hene ku tenê dixwazin wek figor xwe isbat bikin, ku ew jî hene û di ber xwe de gelekî didin û di hebûna kesayeta xwe de, dikevin kêferateke bê hempa. Hinek jî li navên xwe nagerin, ji ber ku helwesta wan ji vê astê bilindtir û mezintir e.  Wan kesayetên nivîskar û rewşenbîr bi xwe bawer in ku êdî ew mezin in, loma hêviyên mezin ji xwe dikin. Beşek jî heye ku bi navê hunermediyê, nivîskariyê, şêwekariyê, şanogeriyê xizmeta partî an hin kesayetên ku derfetên ragihandinê û diravî di dest wan de peyda dibin û ji bo wan nivîskaran dibin pal û pişt.. ew kes heyranê kesayetên xwe ne, li pariyên nanê xwe digerin, ew jî di rastiya xwe de nabin kesayetên dîrokê û nikarin bi qelemên xwe dîrokeke paqij ava bikin, ji ber ku di rastiyê de, ew ne milkên xwe ne, sergoş di destên hinekî din de ye.
Em niha li ber berpirsyariyeke dîrokî ne, em roj bi roj rastî serjêkirina zarokan, destavêtina jinan, qirkirina civatekê, komkujiyên mezin dibin.. gelo em karin bêjin em rewşenbîr û helwest mezin in û ev tev ji bo me hêç in!? Ji bo min tenê mafê kurd giring e, çima doh filan çi dikir, filankes doh çi digot.. gelo rewşenbîrên ku xwedan hişmediyeke wisa tolhez bin, ew ê karibin xewna civatekî di avakirina hişmediyeke şaristanî de ava bikin? Em mafê kurdan çawa bixwazin, çawa di ser termên zarokên xelkê re gav bikin û li mafê xwe bigerin. Pêşî em van komkujiyan şermezar bikin û piştre doza azadiya ramanê bikin. Ne tenê ev, em carna ji bo mafê partiya xwe dikarin civata kurd qir bikin û kurdistanek ku ne ez desthiladar bim têk bibim. Ev hişmedî me naghîne delavên mafan û avakirina azadiyeke rasteqîne. Ev nerînên ku em bibêjin, kurdan û mafê kurdan û paşeroja kurdan, kê ji bo me çi kiribe, çi nekiribe, ev ji bo min dengên daholê ne û ji dûr ve tên min. Dibe ku xweş be, dibe ku ji guh re nerm be, lê ku li ser hesabên xwîna zarokên Sûriyê be, ne helwesteke baş û pîroz e…
Em dibînin şoreşa ku niha li Sûriyê pêketî ye, rûyên siyasetê yên kirêt û berjewendiyên welatan û perda dîroka veşartî ji me re eşkere dike. Bangên bi navên mafê mirovan, asta mirovatiyê pîvand. Idyolojiyên ku me bi dehên salan bi wan sûnd dixwar, kundirên vala derketin.. olên ku mirovan ji wan re nimêj dikirin, mîna berfa nav ava germ wenda bûn, şopek jî li dû xwe nehişt. Lê dîsa jî bila dilên we bi van hemû navan neşewitin, vê şoreşê em fêr kirin ku tenê nav bûn.  Ev rastiya dîrokê ye û divê bê gotin. Buhara ku li welatên ereban dest pê kir, li Sûriyê bû dojeheke rastî li ser giyanê zarokên Sûriyê vêket û mîna daseke tûj zeviyên ter û hişk dan ber pêla xwe. Ev şoreşeke cîhanî ye, dê di paşerojê de bi dehên pirtûkan li ser bêne nivîsandin û bi sedên tabloyan reng vedin û bi sedên mûzisyen û dengbêjên bejinbilind sazan bihûnin û deng vedin. Di van hemû berheman de, dê rengê xwîna sor, kuştinê, hêvî û berxwedanê serbest û bi hêz be. Dê bi hezaran xwendekar di dibistanan de van rojên dijwar û li serpêhatiyan perwerde bibin û dilblom û nameyên doktoriyê li ser binivîsin.
Qelemên ku niha hene û bi rastî jî xwe malê dîrokê û rastiya wê dibînin, divê bi erkên xwe rabin.  Hunermendên ku bi rastî deng û rengê rastiya êş û azeriya civata xwe ne, divê bi merdî derkevin pêş. Bila ew qelem di bin berjewendiya siyasetmedaran de asê nebin.  Hişên ku nikaribin dîrokê arşîv bikin bila van şopan wenda nekin û dîrok ne lîstika derew û tirsa û bêbextiyên wan e. Bila em tiştan di bin cilikan de veneşêrin û rastiyê berovajî nekin, em qezencan bibîr bînin û li sosretan jî mikur bên, ji ber ev emanetek e divê em pêre xiyanetê nekin û xwe ji bo çend pirsên rojane û demî erzan nefroşin. Dîrok di dadgeha xwe de bervaniya wan kesan nake, rastî çi be dîrok ew e.
Ku em li dorê neçin û neyên û xwe nexapînin, rastî yek e, ne dudo ne.. lê piştî şoreş biserket, hûnê nebin hevpar û kedxurên vê serkeftinê. Ji 100% dê ev şoreşa Sûriyê û buhara gelan biser keve. Dê bêdengiya we bibe şahidê rastiya keysebaziya we. Ez dibînim niha gelek helwestên pîroz wek şehîdkirin hin kesayetan û rûyê rastiyê bi hin qelemên gelek kurtêlxuran ”bi navê nivîskarî û hunermendiyê” tên binpêkirin. Hin qelemên me di bin bayê tirsê de zuha dibin, geh jî ji bo hin pirsên kesane bi agirê keysebaziyê tê şewitandin.. gerek niha hin nav bên bîra we û hin dîmenê rûyên çen kesan bêne ber çanên we. Nivîskar, rojnamevan, dîroknas û civathez tenê karin bi pênûsên xwe yên azad dîrokeke bi rûmet sax bihêlin.
14.07.2012
www.arshev.net
  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark