Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Navendên Rewşenbîrî Yên Kurdî

 


  Salar Elo 

Bi gelek kêf û geşbînî min nûçeyên vekirina navendên rewşenbîrî ji hêla partiyên siyasî ve dixwendin, digel ku ev navendên rewşenbîrî  ne serbixwene û ne giştîne û digel ku peyrewin ji hêzên siyasî re, lê dikarin rolek xuyanê bilîzin di çalakkirina tevgera rewşenbîrî ya kurdî.
ez geşbînim bi vekirina van navendan, lê tê xwestin ji kesên ku serperiştiyê li ser van navendan dikin, ku bi rengekî azad ji berjewendiyên partîtî yên teng an yên kesayetî birêveberiya wan bikin,


jibo vê yekê jî ez li ser van partiyan pêşinyardikim ku rewşenbîrên serbixwe yên ne endambin di partiyê de ku wan litevlî komîta berpirs li ser navendê bikin, bi mebesta ku hinek serxwebûn di biryarên navendê de hebe, digel ku ev navend dikare bibe peyvgehek azad ji peyvê re û derfetek li pêşiya rewşenbîr û nivîskar daku raman û berhemên xwe ji gelê xwere pêşkêş bike, ne gereke ku rewşenbîr wekû ku em jê dixwazin birame û bibêje, ev şêwe eger bibe bingeh tu karguzariyê ji azadiyê tevgera rewşenbîrî re nake, divê ku ev navend guhbidin nerînên cuda, û divê ku derfetê ji rexneyê re vekin bi şêweyekî şaristanî û avanî, ji aliyekî din ve, diyardeyek neqenc girêdayî bi tevgera siyasî ve dixwaze ku nexweşiyê xwe derbasî nava tevgera rewşenbîrî bike û rêxistinên wê yên ku nuh avadibin bike, diyardeya perçebûnê û teketulê , ya ku tevgera siyasî gelek êş jê dîtin,xuyanê ye ku hin kes dixwazin vê diyardeyê derbasî nava tevgera rewşenbîrî bikin, ew jî di bîrûraya min de ji nezaniyekê, herwisa dixwazin bi wî rengê partîtî di aliyê rewşenbîrî de karbikin û ev şerme.
di bîrûraya min de ev navendên rewşenbîrî dikarin bi rolek giring rabin di aliyê çalakkirina tevgera rewşenbîriya kurdî, û vekirina danûstandinek avanî di navbera hemû nifşên civakê de,ev jî dibe hokarê sazkirina bîrûrayek giştî ji civaka kurdî re, bo parastina yekîtiya gelê kurd û mafên netewî yên rewa jê re, digel diyarkirina rola niştimanî ji gelê kurd re di avakirina dewleta sûriyê ya paşerojê bi hemû pêkhênerên dîtir re yên civaka sûrî,ev yek jî bipêwîste ku em rewşek ramanî û rewşenbîrî azad û nûjen û bêyî nexweşiyan û navkokiyan di civaka xwe de bi-afirînin.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.25
Bi Tevahî Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark