Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rewşenbîr kiye??

 


   Mehfûzê mele silêman

* Rewşenbîr Mûma  ku bi xwe dibişive, û bi tîşkên  xwe perdên tariyê  di çirîne, û bi  tîrêjên xwe  dîwarê reşiyê diruxîne.
* Ronakbîr Şivanê zîrek û hişyare, ku keriyê xwe bi guhdan rêzdike û di civîne, û bê ziyan di çêrîne, û bi rehetî û hesanî ber bi mal vedigerîne.
* Rewşenbîr  ewrê giran û  bê denge, di dem û cihê  ku  tê xwestin , barê xwe valadike û di barîne,  jîndar , zevî û deviyan pê avdide.


* Ronakbîr Şûrê tûje, yê ku pêşî xwediyê xwe di parêze û bendên sîtemê û zorê dişkîne .
* Rewşenbîr Rêber û efserê bê tirs û reve , ku her dem li pêşe, bi dilsozî û şarezayî leşkerê xwe  serfirazdike û serkeftîdike.
* Ronakbîr Hoşê  dagirtî ji  lib û beran, bi şanazî û bi rûmet serê xwe ber bijêr dike .
* Rewşenbîr Çekê cengawerê lehenge , ku dema gerek û pêwîst be, bi kêr tê û pêk tê, bê zirt û fort.
* Ronakbîr Asîmanê bê sînore, bi saz, rêk û pêk, û bê rawestan dizîze û diçerixe .
* Rewşenbîr Hostayê bi endaz û pîvane, dîwarê xwe bi binyad û tekûz avadike,  da ku nekeve  û nehêrive .
* Ronakbîr Felemezê dûrbîne bi raman û nerîne, ne bizdoneke , ne keysbaze, xwedî helweste , ne du rûwe, ne dudiliye û ne tiroviro ye…
* Rewşenbîr ne kesê  bi berg, û bi nav û nîşana ye, belam bi reng, navrok û ramana ye .
* Ronakbîr ne bi ezîtiyê û pesindana xweyitiyê ye, belam bi teraziyê û qurbaniyê ye, ne bi xwepêşandan û zimandirêjiya arzane, belam bi bêdengî û karê girane, ne bi gelc û halana ye, belam bi nexş, rêz û pîlana ye.
* Rewşebîr karbideste, bi helwest û raweste,ne pere-pereste,  û ne tizbeha nav deste,û ne tiralê  gêj û meste.   
* Ronakbîr bazê serbeste bi fire , bi hilme û pence, ne mirîşka li ber devê deriya stûxware, û çav li ber desta ye.
 * Ronakbîr pênûsa azade ji bo serxwebûna gelaye  û pêşxistina  welataye, ne çîtika bi bade ji bo pesindana kesa ye û şabaşiye jibo malbataye .
* Rewşebîr pilingê  azaye li çol û beja ye , ne segê li ber deriya ye,û çavê wî li pariyaye.
 * Ronakbîr xwe ,hêza xwe, û rada zanîna xwe baş nasdike, paşî sînor û tixûpê kesê bilî xwe der basdike.
* Rewşenbîr ne bi nîq lêkirinê ye,ne bi devjengiyê ye,ne bi dev avêtinê ye, ne bi gurkirina agirê dijminatiyê û dubendiyîtiyê ye,ne bi jev belakirina rêz û koma ye.
* Rewşenbîr nimûnê perwerda mala xwe ye, haveynê sicî û olê xwe ye, balyozê çivaka xwe ye, deng û rengê warê xwe ye, weynê qenctirîn hevwelatiyê xwe ye, nama armanc û  doza gelê xwe ye.
* Ronakbîr konekî sipiye û bi xwediye,hindurê wî ferehe û bi roniye,rewaka  wî aştî û dilovaniye, stûna wî hezkirin û levhatine, şelîtê wî dostaniye, xwedîtiye,welatparêziye,mirovaniye..
* Ronakbîr bextê gewre, rûmeta cewre, hişê paqije, hestê raste, peyva diruste, derûna çake, rewanê pake, xwîna çalake, di laşê welatparêziyê de, û di gewdê netewatiyê de .   
    
      
  10.05.2012 


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.4
Bi Tevahî Deng: 15


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark