Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bi xwedê eşqa wan ketye di dilê me de

 


  Diyar Ehmed

Hê ez zarok bûm û ta vê demê bavê min hê wê serpêhatiyê ji min re dibêjê , û herweha ji dost û nasên xwe re jî dobare dikê, destpê dikê û  dibêjê: carekî mirovek ji êla me hebû,Şivaniya pezê axayekê kurd dikir,berî qewlê wî bi domahî bê, şivên ji axayê xwe re got:axayê min Îsal ez qewlê xwe nûnakim. Axa bi dora şivanê perîşan û belengaz ket, ta ku bizanê egerên ne nûkirina wî ya vî qewlî çine.


Şivan neda û nesitand, û bi zar û zimanekê vekirî, ji axayê xwe re got: Min bihîstiye Mela Mustefayê Barzanî şoreşek pêxistiye û Mihtacî xortaye. vêca, min kirye di serê xwe de ez herim bigihimê de. Axa lêvegerand û bi devliken jê re got: Şivanê belengaz,ma Barzanî wê çi feydê bidê te, Barzanî dizanê tu heyî  yan jê na. şivên kîsikê titian xwe ji berîka xwe derxist, çikxarek pêça û pêxist ,û bersiva axayê xwe da û got: Bi xwedê Barzanî tiyê xwe nedaye min û ta ev kîsik jî carekî ji min re tijî titin ne kirye, lê bi xwedayê ez û tu dayîn eşqa vî camêrî ketye di dilê min de û ezê herim bigihimê de.
Vêca , di bawerya me de, ev  serpêhatî, serpêhatiya piraniya gelê kurd de, û miletê kurd bi bawerî û vîna xwe ya azad tifenga xwe da milê xwe û berê xwe da Barzanî, û bawerî bi şoreş û rêbaza wî jî anî . ev rastîne di dîroka xebata gelê kurd de û îro  mirovin ziktilik û dilgemar rabin û di bin birha nexweşiyên xwe yên derûnî de bixwazin van restiyan berovajî bikin. berî ku xwe li vê derya bêbinî rast bikin, bila baş serpêhatî û dîroka axayên xwe bixwînin , û divê ew bizanin ku berî wan hêzên mezin, rijêmên zordar , destên çepel û qirêj di demek dirêj de û bi alîkarî û piştgiriya gelek nanxwer û xwefiroşan nekarîn vîna vî miletî li ser wê rêbaza pîroz lawaz û pûç  bikin.
 Rêbaza Barzanî ji dema şoreşa Eylola mezin ve û herweha berî wê jî cihê xwe di dil û canê piraniya gelê kurd de girtiye, û rayên xwe bi kûrahî li herçar parçên kurdistanê belav kirye, ew rêbaz di dema ku dijminê kurdan xurt û bihêz bûn, gelê kurd dev ji vê rêbazê ber neda û di singa xwe ya fireh de veşart û dilê wî yê avis bi xewin û hêviyên rizgarkirina kurdustnê li ber hêlim û bayê wê yê paqij jenî,di nava wan tengevî û astengiyan de,wan derdeserî û girêhişkan de bêbawerî û dilsarî bi gelê kurd re çê ne bû, gelê kurd ji wê rêbazê dûr neket û li ser şopa Barzaniyê nemir pêvajoya karwanê xebatê ajot û di wê rêyê de hezarên şehîdan sipartin xakê. ne tiştekî nûye, dema em bînin bîra hinan yan em ji wan bixwazin, ku li pertûka çirahilgirê vê rêbazê vegerin , li pertûka rêzdar Mesûd Barzanî ya ku di bin nav û nîşanê (dîroka tevgera rizgarîxwaza kurdî ) de hatî weşand, bibînin, ku vî pêşmergê qehreman,rêber û kurdperwer çi li ser wê girêdan û dilsoziyê  gotiye,çi li ser wê wefadariyê daye xuya kirin. tevlî em dizanin ku ew mirovên dilgemar lê venagerin û naxwazin wan belgeyên dîrokî bibihîzin û bibînin , ji ber wê kula giran ya wan kûnêr û girikên ku di dilên wan de beramberî vê xebatê çêbêne, û ew kûnêr û girêk ji zikreşî û diltengiyeka gemar derbibin.rêzdar Mesûd Barzanî serokê Herêma kurdistanê, bi ron û eşkere vê yekê didê diyar kirin,  û alîkarî û piştgiriya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî piştgiriya hevalbendên xwe di Partiya Demoqrata kurd li Sûriyê (Alpartî) de û piştevaniya vê partiyê ya bêsînor ji her du şoreşan re, ji şoreşa Eylola Mezin û gulana pîroz re, û em dizanin ku ev alîkarî û piştgirî jî di çaxekî de dihat, gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê di nav agirê tenûra rijêmeka regezperast û zordar de di hate biraştin û hemî rengê siyaset û pirojeyên tixumperestî û şovînîzmê li ser vî gelî dihatin gerandin.
 Di baweriya me de, gelê kurd li Rojavayê kurdistanê û nexasim Partiya Demoqrata kurd li Sûriyê (Alpartî ) dema bawerî bivê rêbazê anî, ne ji ber berjewendiyên xwe yên taybet pêk bînê,tevî em dizanin ku pêvajoya xebatê tucarî ji mirovên keysbaz û berjewendperistan bê bar namînê, lê her kesê bi bext di zanê ew bawerî ji ber pêkanîn û parastina berjewendiyên bilid yên gelê kurd û armancên şoreşa kurdî bûn, ew şoreşa ku îro gelê kurd li başûrê kurdistanê bi berhemên wê şadibê. Îro tiştin hene divê mirov bêjê, hinga partiya Demoqrata kurd li Sûriyê (Alpartî) bawerî bi rêbaza Barzanî anî û pêgirî bi rêz û rawazên wê rêbazê kir, û bi xurtî û eşkere berevanî di ber de kir, hingî  Kurdistan û mafê gelê kurd xewin û hêvîn nazik bûn, di dil û canê netewperwer û dilbêşên kurdewariyê de dijenîn, hingî ne zerfên Dolaran hebûn û ne jê otêlên pênc sitêrik li kurdistanê peyda dibûn . miletê kurd û pêşmergên kurdistanê tev di zanin û şahidin li ser wê serdamê, dema zikekê têr û dehê pirçî bû, dema cil û bergên sipeh û pînekirî bû , hingî û di wê demê de gelê kurd li Rojavayê kurdistanê û bi serweriya partiya Demoqrata  kurd li Sûriyê (Alpartî ) bawerî bi vê rêbaza pîroz anî û ma berdewam li ser wê rêbazê û ji ber pêgirî û piştevaniya di ber wê rêbazê de gelek serkird, endam, layîngir û heskerên partî û aşiqên vê rêbazê derd û êş kişandin û partî jî rastî gelek parçebûn û jihevketinan hat,lê îro ew rêbaz serketiye û bayê  buhara wê serî hildaye, nema ne neyarê kurdan dikarin û ne jê simsar û dûvelankên wan dişin deryên xwe li ber vî bayî bigirin û ji derveyî wî bayî bijî. Mixabin gunehekê mezine îro mirov xwe bi bînê zana û rewşenbîr û bi xwazê dîrokê berovajî  bixwînê,lê ev yeke ne nû ye,ji ber dema Kurd û partiyên kurdî parçebûn, ewan mirovan zimandirêjî dikirin, û bi daxwazin derewîn hestir li ser rêk û pêk kirina navmala kurdî ,û hevgirtin û yekîtiya kurdan dibarandin, va dema ku îro kurd ber bihevtên û dibin yek jî, her dîsanê wan hêstirên derewîn bi xwe dibarînin, ma ev çi ne û çi ji kurdan di xwazin  ??? gelê kurd zana û hişyar bûye, û rêya çareserkirina xwe li ser rêya pêşewa û serwerên xwe naskirye, guhnadê kesên rêwenda û ji rê ketî, û baş di zanê ku ew mirov nexweşin, dilgemar û zikreşin, xortên kurda nema ji diranên wan yên qîç û ramanên wan yên pûç  ditirsin, ji ber ew mirov dûr yan nêzîk wê di gola gerava gemarî û zikireşiya xwe de bifetisin.
Diyar.ehmed@hotmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark